Li ser rojhilata navîn û rêyên çareseriyê- Rêber Hebûn 💬 أقوال Rêber Hebûn ريبر هبون 📖 كتاب يومياتي

- 📖 من ❞ كتاب يومياتي ❝ Rêber Hebûn ريبر هبون 📖

█ Li ser rojhilata navîn û rêyên çareseriyê Rêber Hebûn كتاب مجاناً PDF اونلاين 2024

إنضم الآن وتصفح بدون إعلانات

Li ser rojhilata navîn û rêyên çareseriyê- Rêber Hebûn


Kiryara zanyarî a bîrawer xwe radestî efsanîbûnê nake û ji bo rizgarkirinê ji bend û baskên wê ve dixebite, wek ku destketiya rabûnî bi civakan ve pêşdikeve û wêna ji qonaxa nediyariyê ta qonaxa geşepêdan û berzbûnê vediguhêzîne, tevî belavbûna tundirewiyê di nav civakên dorpêçkirî de bi kelepçeyên cengê ve û derketina aloziya desthilata serkotker têde, lê rolên zanyaran di nav de girs û rastîn in, ji ber hişmendiya rojhilatnavînî li ser tembelî hatibû kedîkirin ligel rûniştina li dor maseya demborînê, û hêdî hêdî li pêş sazîkirina zordariya pîroz hatibû jinavbirin, carek din hatibû berhemdan ji bo têkeve di wêzimkariya xwediyên pirojeyan de, ên xwe dikin paşmavên rewa ji erdên fereh re, gellên wê nikarin bi xwe fermandariyeke cîgirbûyî dadmend û gulgulî têde saz bikin, lê miaqate bûn ku van gellan bixapînin,bi rêya dîrokeke pûç ve li ser şaştiyên desthilatî durist bibû, li rex girtinheviya di navbera pirkesên yên xwe fermandar dibînin ,pala xwe didin li ser bermayekê ji serdestbûnê ve di fermandariyê de û beranberî kêmkesên ên xwe di koletî,dubendî û pêrewiyê de dîtibûn.


Ev yeka girtinheviyê di navbera mafên netewî a dîrokî binyad kiribû, hişmendiyan bi pîrozbûna beloq ve hatibû xwarinkirin, û cîgirkirina kula penceşêrî di hundirê mêjiyên rojhilatnavînî û cîhana Erebî de, taku gel di bersîdan û ne hestbûna xwe ya komî de bindest bimîne, di navbera gulmên kelbetana tundirewiya olî û ragehî de, yê dijminatiya her tiştê nû dike û di navbera zivîrandina li dorî bîrdoziyên partiyên totelîter de yên li ser sloganên ayîndî nanê xwe dixun, herwiha bişanhildana serwerîtiyê bi giyaneke êlî ve û xwedawendîkirina mirinê, taku bibe berdêl û dirêjiyekê ji ricîmên têkbûyî re yên ketina wan bûye rastiyeke guncan, ji ber ku tundirewiya a di navbera du rewşên binyadgir de beranberî dijî wê çepgira nûjenbûyî ji berhema hevgadanekî reşepêş ve avlimeke rakutayî anîbû, berdewam li ber mirinekê ye, ji bo lîstina rola xwe yê nû di kirtankirin û koçkirina xwediyên raberî ji gellên ên taliyê dikşînin bi sedema jihevketina şaneyên wê hêdî hêdî ve.

Ew tişt pêdivî dike li ser zanyarên agehdar ku bi hevsara bandorkirina kirdeyî a erênî ve bigrin li pêş zorengekî li ser wan hatiye sepandin li ser hebûna wan bûye gefekî, li gel wê belavbûna berbedeniya ramanî û siyasî bi taybet ve di nav cemawer de rewşeke bêzar û neyînî di hemî derbarî de sepa kiribû, bê guman ku aloztirîn erkên yên dikevin li ser milê zanyar ku hişmendî û hevsengiyê di tarîtirîn qonax û çax de birêve bibe.

Cîhan îro hewila girêdana gerdûnî bi hevdû ve dike bi rêya ragihandinê, teknûlojiya nûjen û ekranên peywendiya civakî a çendane ve, ev yeka nîşan dide ku sînor di navbera gellan de ew sînorên siyasî qezencî ne, ji ber ku çi sînor di navbera hiş û hişekî , rabûn û rabûneke din de nîne,di vir de em dikarin li ser zanyaran û rolên wanî nû biaxivin ên divê berz bibin ji bo parastina hebûnê ji têkçûn û sêlaxên qirkirina rewşenbîrî û civakî ve, li gel wê ew rewşa a xwe derbirîn dike bi dîmenên çekdariyê ve li rojhilata navîn ji genîbûna desthilatê û pêrewiya wê re vedigere, û hêlînbûna wênegirtinên bîrdozî yên hişmendiyên cemaweran nediyarkiribûn û bîraweriyên wê têkbiribûn bi rêya binyadbûna fermandariya ragehî,netewî û olî ve ê bi kiryarê wî ve pirsgirêk û kortal di navbera hemû pêkhateyan de kûr kiribû, herwisa zanyar dibe armanckirî , dûrxistkirî û çêwirandî bi hemî destikan ve û ev yeka kirdeya civakî derengxistî dike û alavên saxlem di her civakekê de parîparî dike, ji bilî ku aloziyên navendî ên civakên barketî derdên wê bi sedema cengê ve dikşînin, dighe çi saziyeke pêşketî û herwiha vegirtina van aloziyan nîşanên wê li deverên pêşketî jî derdikevin, tevî ku ji deverên gûrbûyî bi rengekî erdnîgarî ve dûr bin (Teqîna li Parîsê).

Diyardeya tundirewiyê ne ji serdema niha ve derketî ye lê ew çirûsîneke hatibû ye gurvedan bi rengekî rêbazbûyî ve di henasên mêjiyan de yê pişûdan û bêkarî wêna dorpêç kiribûn, lê bi derbekê ve dîtibûn kî vê pişûdanê li cem dagire bi rêya dehfandina wê di darjêdankên gelek kirêt de bi rêya rêxistinên cîhadî yên bobelatên bizdan û tirsê weşandibûn (Daiş) (Rêxistina gurên xalîrengî) ( Hemas û Partiya xwedê) taku jiyanê dagrin xircir, hingeme û xwîn,ev yeka dibêje ku qet û qut çanabe afirandina jiyaneke nûjen bi gelorîkirina aloziyên gellên barketî ve ên bes nekirin jiyankirina rolên qurbaniyê bi rengekî cûda ve û bi derbasbûna qonaxan ve, bi rêya bicîkirina ricîmên netewî a milhûr li ser dirêjî neqşeyên wê, û westandina wê bi gêleşokê ve û valakirina rûberên erda wê bi neçarîkirina wê li ser niştecîbûn û bazdanê bi rêya pêlên koçberiyê berve bakûr (Ewrûpa) ( Koçberîbûna Sûrî, Efrîqî û Efxaniyan di herdû salên 2015,2016 de.)

Belavbûna sertî bi rêk û pêk ve aloziyên bê dawî durist kiribûn û dibe ku bi êşeke kûr ve derbasî bîra gelên bazdayî be bi rengeke hevgarî ve, ev hemî li pêş çavên dewletên pêşketî ên divê niha û berê berpirsyarî rahiştana bi vegerandina cîgirbûn û aramiyê ve ji navçeyên alozîbûyî re di warê siyasî de bi rêya bidawîkirina fermandariya milhûran û têkoşîndariya tundirewiyê, herwiha çalakirina alavên hevpeyvînê û xebatê bi rêya rêxistinên sivîl ve û amadekirina nifşekî bi hêz ve ji bo xebat û avakirinê, ji ber ku bikaranîna zimanê tênderiyê ji zorkariyê re û bervajîkirina rastiyan û rêşepêşkirina wê civakên rojhilatnavînî hîştibûn di neşiyarbûnekê de bijîn dûrî rizgariyê, ta siyaset bû destikekê ji reşepêşkirin ,derew û gendeliyê ve (Dijêçûna Cihoyan) (Şeytankirina Kurdan) , derbirîn û têgehên rêbazbûyî ketibûn e di xêzên rewrewkî gendel û bazarsarî de ji bo girtina hişmendiyên xortan û xistina wan di xeleka windabûneke bê dawî de bi bandora rewrewkbûna bicîbûyî ve yê pêkanîna berzbûna hişmendiya rexnî lawaz û pûç kiribû.

Wisa dîmenên penaberiyê bi rengê xwe ya hevgarî ve diyar dibe, ta koçberî û niştecîbûna ji deverê ve bibe bijarekî ji bo parastina tiştê hindik maye û piştgiriya wê li hember hêzên ku tundirewî bi heman rengên xwe ve belav dikin û slogana (Dema qurşîn radibe hişmendî kehr dibe û kaniyên dil û raman zuha dibin) radike.

Çendîn kêşe li ser pileyeke bihevketî ji alozkirin û şaxdayîbûn be wê hişmendiya azad rêyan her bibîne ji bo jihevvekirina van girêkên berzbûyî, dema rolên xelkê li deryayê civakî destên xwe bidin hevdû û têkiliyên xwe yên zanyarî di tek hiş û dilekî de hevjînbûyî bin, lê dema em jihevketinê bibînin û têkiliyên civakî bi strihên girtinheviya nemanî ve dorpêçkirî bibînin ên akranên ragihandina kirêgirtî vê yekê xwarin didin, wisa bi dijwariya zorengê ve hemî pîvanên hevgirtina a di evînê de di navbera civakan de nediyar dibin, li gel wê ji Kîrkêgard re bavê heyînizmê ve vê rastiyê aşkere bû dema go: (Çi destketî an avahiyeke bilind bi nemanê ve bindest e eger çiqas dem lê derbas bibe.)
Berhinde em Roma û şaristaniya wê nabînin piştî sertbûn û dewlemendiya wê û hebûnekî ji Aşoriyan re nabînin tevî hezkirina wan ji bazirganî û serweriyê re.

Zanyarên ên ji wan avakirinê tê xwestin ewên li ser hebûn, ewlehî û aştiya wê berpirs in bi taybetî ve zanyarên xwedî biryar û desthilatî, ên vedeng û bandora wan li ser dîtina giştî heye, ji pêwîstiya kar li ser vegerandina aramî û ewlehiya kirdeyî ji Rojhilata navîn re, ê eger jiyan jêre bête peydakirin wê di rastiya xwe de bibe devera xewin ji bo siberojeke baştir , ew dever bi rengekî ji rengan ve wê pêşengtiya xwe yê şaristanî a ronakbîr vegerîne û bandorek xwe cuda hebe li ser dora xwe û cîhanê bi giştî ve, piştî ku ji desthilatên xwe yên faşî a têde cîgirbûye ve rizgar bibe, ji milhûriyên têkçûyî ve, ta kengî?!
Ji vir ve divê em bi çareyê ve biramin bi rêya vê pirsê ve, bê guman ku hişmendiya zanyarî a şaristanî bi tiştê baştir soz dide bi rêya destûrxwestina derbasbûna wî li rastiya van civakan û rawestandina li ser kêşeyên wê bi rêya xalên bingehîn divê bête çareserkirin:

1. jihevvekirina girêdanên zorkar ê hevpeymana Saykis Bîko wê nîgar kiribû û vexwendina ji bo nîgarkirina kiyanên hevgirtî ne cihêbûyî (Herêma Kurdistana Îraqê wek nimûne) (Herêma başûrê Sûdanê) ( Israîl û desthilata Filistînî) bandoarên xwe li ser berjewendiyên cîranan û serweriya wan nake bi rêya hilgirtina şêweya fermandariya xweser an Fîdralî an Konfidralî, wê ew yeka geşepêdneke aborî û civakî bide dewletên navçeyê bi parvekirina rolên xwe ve dûrî navendiya bilind û awayên fermandariya takekesî ê mafên hemî kêm netewan piştrast dike herwiha gellên yên helistên dewletbûnê lê tên ji erd, ziman û çand ve.

2. Binecîkirina siyaseteke aborî geşepêdanî giştî ji dadmendî û parvekirina samanê li ser gel ve mîna pîvanekê datîne û dezgeha jimarvanî,çavdêrî û karê sazmanî mîna pîvanekî ji jiyana beşdarîbûyî û hevkar re datîne.

3. Têkoşîndariya ragehîbûnê û rêbazkirina siyaseteke zanistdarî zanyarî û kar li ser belavkirina çandên gellên Rojhilata navîn ji bo zêde hevgirtinên wê bi rêya dibistan û peymangehan ve li ser xwendina bermaya wê ya şaristanî dixebitin û vekirina rêya azad ji pardariyê re ji bo rabûna civakê û piştrastkirina yekbûna çarenivîs û hevjiyana aştiyane di navbera wan gellan de.

4. Vekirina rêyên hevberîna rewşenbîrî, aborî û tekîkî di navbera gellên navçe û cîhanê de, ev yeka rê dide ji bo avakirina navçeyê û piştgiriya wê bi hemî rêyan ve ji bo avakirina wê û alîkariya barketiyan taku vegerin li cihên xwe ta navçe vala nebe û avakirina rêyên jiyan, ewlehî û pêşveçûna wê.

5. Vekirina hemî rêyan li pêş jinê ji bo xebata li ser rakirina hemî zorkariyên dîrokî li ser û yeksaniya wê bi mêr re di her tiştî de.

6. Jihevveqetandina ol ji navendên dewletê û hemî saziyên jiyana perwerdehî û civakî ve jihevveqetandineke giştî û xebata ji bo bicîkirina rastiya dewleta sivîl a yekgirtî.

7. Cengaweriya terorê û hemî dîtinên liyangirtî bi rêya hemahengiyeke ewlehî saloxgirî navdewletî ve û vexwendina ji komcivînan re li ser belavbûna diyardeya tundiyê radiwestin li ser heman rengên wê û pêdîvîbûna têkoşîndariya wê.

Bi rêya vexwendina ji kombûna zanyarên azad re em dikarin kombûnê danasîn bikin ku ew kombûneke bawer dibe ku zanyar li hemî deverên hebûnê li ser heman cûdabûna nijad,ol û aliyên xwe neteweke hişmendî ne afirandin û dîtina rêyên nû wana bi hevdû ve girêdide û armanca vê kombûnê :

• komkirina zanyaran di yekîtî û komkaran de li ser asta heyînê ji bo danîna çareseriyan ji kêşeyên gellan re û danîna sînorekî ji zorengên yên ji çêkirina mirovan an sirûştê ve .

• Vexwendina ji vegera mirovê zanyar re ,avakerê şaristaniyan ji bo kargêrîkirina rola xwe yê pêşeng a kevin û nûbûyî li hember liyangirtîbûnê bi hemî rengên xwe ve û vexwendina ji aştiyê re û rawestandina cengan û sînordarkirina malgirtinê.

• Damezrandina komên zanyarî û vexwendina ji bo civîna zanyaran a mezin li ser asta cîhanê ji bo pevguherandina zanyarî di hemî rêyên zanistên mirovî, nojdarî û teknîkî de.

• Têkoşînkirina terora navdewletî û terora koman û çêkirina hêzên jihevveqetandinê di navbera girtinheviyên çekdarî de.

• Parastina bermayê zanyaran a mirovî û vekirina rêyên cûda ji bo pêşvebirina afirandinên zanyarî û belavbûna wê û danasîna cîhanê bi kedên wana ve.

• Çêkirina yekîtiyeke dadmend di navbera zanyar û desthilata siyasî de bi rengekî azadiyan têknabe li ser binema pêşvebirina jiyanê û wêzimkariya mirov ji bo pêkanîna civaka xweşiyê.

Ji vir ve em dikarin bibêjin dema em li ser van çareseriyan rawestin wê pêşerojeke rastîn sozdayî ji lawên navçeyê re diyar bibe û bi rêya wê em dikarin bighine bîngehin bilind ji jiyaneke bilind re , bê guman xwestinên zanyaran berve rastiya jiyana avaker ew pêdivîbûneke dîrokî ye bi rêya wê hemî raman û xwestinên xwedî pênosên ronakbîr ve gîhabûne hevdû ji bo bi civakan re li pêş biçin berve sazkirina bingehên aştî û demukratîbûnê.
مساهمة من:

Rêber Hebûn ريبر هبون

منذ 7 شهور
0
0 تعليقاً 0 مشاركة
نتيجة البحث