Azadiya ramana zanyarî di rû nezanîkirina bi rêk û pêk ve de Rêber Hebûn 💬 أقوال Rêber Hebûn ريبر هبون 📖 كتاب يومياتي

- 📖 من ❞ كتاب يومياتي ❝ Rêber Hebûn ريبر هبون 📖

█ Azadiya ramana zanyarî di rû nezanîkirina bi rêk û pêk ve de Rêber Hebûn كتاب مجاناً PDF اونلاين 2024

إنضم الآن وتصفح بدون إعلانات

Azadiya ramana zanyarî di rû nezanîkirina bi rêk û pêk ve de Rêber Hebûn


1- Leylanbûna deronî:

Noqbûna di xewin de ne tenê metirsiyeke giştî ye ji nivîsandinê re ,sawêrbûn ji armanckirina rastiyê ve bi cil û bergekî hunerî ve dûrtir naçe, û divê dûrtir biçe berve tekeskirina ramanên hilgir ji serguhabûna yekbûna mêjî û wijdanê ve , ji bo diyarkirina nirxên mirovê zanyar, ji ber ku xuristiya ramana bêcan bi rengekî ji laşgiraniya hizrî ve diyar dibe û radestbûna ji desthilatiya a bi hêztir re , yê ku bi bandora olî û afsanî ve çakdarbûyî ye, li gel wê em encaman ji hevcêwîbûna roparta desthilatî û pêkenoka zorkariyê ve werdigrin, herdû civak bi rengekî sade û xuristî ve wana fêrbûye,herdû jî parek in ji ramanên felsefî û sûdê didin e me, girêdayî bi van derdên yên takekesên wê cîgehê ve ji çaxê zaroktiyê ve dibînin bi rengê rahijtina Sêzîf ji zinnarê re û li gor Eristo (Endîza karê hevgarî divê ne tenê hêsan be lê aloz be û divê nûnertiya bûyerên yên tirs û diltenikî geş dike bike.)


Ji ber vê yekê em hewildana jînî ji nivîsandinê re dibînin di pêkanîna şopê li ser henas de diyarbûyî dibînin, dibe ku ji berhema serpêhatiyên çendane be, bi vekirina ekranên dan û standina herî geş ve ne di xuyakirina henasa zirz de lê bi dîtina henasên têgerînbûyî ve, herwiha ketina di hundir de, ji ber ku sirûştiya guhertinên civakî a di ricîma dewleta serkotker de desteka wê ya dirêj heye di avakirina wê de, ew dibû li pêş rûbirûbûna bahatîna rewiştî kelemekî,tiştê ku hîşt civakan di talîzoka xizanî û nezaniyê de bijîn.

Li gel wê têkbirina çandan ji berjewendiya rabûna tek çandê ye û yek bijardeyekî fermandar ve ye, civaka binî hîşt bêhtir xuya bibe, berhinde nîşanên hevgirtin û şaristaniyê diçin ji berjewendiya belavbûna gendeliyê ve bi heman rengên xwe ve li her cihekî, li gel wê nirx li vir dibin dîlê lîstina bi wê ve, berhinde ên bergê partîtiyê li xwe dikin têgehên tev bihane çêdikin ji berjewendiya partiya totelîter re , li dor wê komek mirîdên sersam dicivin, ên ji ava rewrewkê ve vexwaribûn li rex mildan û rêzbûna peyrew li kêlek berjewendî û karbidestxistina hemî li hember hezkirin û meraqa guhertinê û bergiriyê li hember tundirewiya bîrdozî a dilreş , ew kes dibin aliyekî pir gendel, û dibin e mîna dewleta a di hundirê dewleta serkotker a giştî de, dewsa ku bi erkê xwe rabin ji rêxistinkirina cemawer û bijardeyên ciwan ve dibin kelemekî işk li pêş huş û sewdayên takekesan û kar û barên wana, bi navê sloganên boş ve yên dûrî rewşa jiyanbûyî, -Leylankirina deronî - bikartînin yê ew cûreyekî ji cûreyên lîstin û bandorkirinê bi xortên negîhayî ve ta bibin alavekî fermanan bi awayekî nihadî fêrbûyî werdigrin , slogan û ropartên tije soz û hêvî bikartînin taku wan berve xewinên nigaşe dehfbidin, ta ramana rexnegir a azad di nav mirîd û şagirtên xwe de bimrînin ji bo ti carî wê darêjdankê derbas nekin.
Bi vî awayî ve em leylankirin mîna tevineke herî qayim dibînin ê li dor cemawerê jihevketî tevdigere û di nav desthilata totelîter a serkotker de dijî, herwiha di nav sindana partiyên totelîter de yên herdû cil û bergê desthilat û dijberiyê lixwedikir, li vir aşkerebûneke zelal e ji kêşeya rêxistinê ve û neyîniyên ramana bîrdozî ê xwe bi slogan û tixtixkirina hestên cemawerên sade ve xwe dişon , ên ji dîrokî ve ew ji reftarên ayîndariyan ve dixwarin ji pîrozkirina deq û reftarên wêna û peyrewiya ji serwer û melleyên wana re tiştê ku ramana azad vê yekê xweş nabîne, û ew dibîne yek ji girîngtirîn kelemên ên li hember rêya rabûna zanyarî û ramana azad li hemî hebûna endezyar radiweste, ji ber ew timî çi tiştê bêcan nabe,ew hewil dide wêna darêjdank bike, mînaka vê yekê evîn û peywendiya xuristî di navbera mêr û jinê de, ev hemî ji bo serkeftina ramanên serokê rêzdar e, berhinde vîna takekesê zanyar li hember metirsî û wêraniyê radiweste ê ji rêxistina neyînî û netêgihîştina hinirên xortan yên hizrî encam dide, bi rêya xistina wan ve di zorengên hundirîn de, hinira wanî afrêner vala dikir û ji wana aramiya jiyana baştir distîne, herwiha lêkolînkirina serpêhatiyên civakan di rûbirûbûna wê de ji hêzên leylankirin û nankoriya qezencî ve ,ev rastiyekê dide nîşandan ku zorengekî giran heye di navbera hêzên zanîn de beranberî nirxên yên li ser nemana nirxan xwe jiyankirin didin.

Ew nirx dibin bîngeha hebûna hevgirtina civakan û bilindbûna wan berve pêşveçûn û şaristaniyê, ji ber ku derketina takekesan an koman ji hundirê partiyekê ve û damezrandina partiyeke din çalakiya bawerî û destketiyê têkbiribû, li gel wê bijardeyên pak hîştibû têkevin di tenahiya siyasî de, ê bi rewşên normal de rewşeke mîna dînbûn û bê aliyê diafirîne.

Derketina girtinheviya hundirîn bijardeya ciwan fetisandibû, û li cem bilindtirîn raberiyên wê neman kir, ji rêvebirina jiyanê ve , wisa nîşanên koçberiyê bi xortî ve diyar bûn û parçebûn di naverokên civakê de destpêkiribû, tof û bijardeyên wê yên ciwan hatibûn e têkbirin, berve qurzîkbûn, têkbirin û windabûnê, ligel koçberiya takekesî.

Ew parçebûn bi encamê kevinşopiya ramanê ve ye li rex zûhabûna giyana afrênerî û serdestbûna serwer û keysbazan û derbasbûna wan di çi rêxistinekî de, ev tişt wê hîştibû bi dawî ve bibe dîla hingeme û peyrwiyê, û xortan hîştibû bibin e ji qurbaniyên vê perçebûna berdewam ve, ji bilî milhûriyê û pêgirtina desthilatiyê an fermandariyê di vaca civaka bavanî de yê diyar dibû di naveroka partiya totelîter de û nediyarbûna rolên ciwanê zanyar ji guhertin û xebata ji bo wê,ev hemî civakê berve awanteyê biribû û girtina asoyên çareseriyê, ji sedema bêzariya ricîmên totelîter di pêşkêşkirina çareserî û berdêlên karker de, ji ber ku çalakiyên siyasî bibûn pirojeyên qezencî dikevin ji wêzimkariya tofa nepenî a serdest ve li ser naverok û biryarên partiyê, nediyarbûna demûkratîbûna naverokî tofên cemaweran hîştibûn bimeşin bê ku bizanibin li ku derê diçin û ne dizanin armanca xebata wan çiye, herwiha bi rastiya kesên yên wana bi rêve dibin ve nizanin, wisa jorîbûn û paşguhbûn diyar dibe,ezezî û nezanîkirina giştî berz dibe li rex paşguhkirina xwestekên xortan û xwîngermiya wana û ne hembêzkirina hinirên wan an berçavgirtina xwestin û ramanên wana yên nû ji guhertin û avakirinê ve li rex jihevketina hevalan, herwiha dîlbûn bi encamê belavbûna nezanî û xizaniyê ve, li rex veguhêztina di bin fişarê rewşên awerte de, ji kesekî ewlehî wî binçav dike ta kesên din penaberiyê jiyan dikin , ew hesta penaberîbûnê henasan dagirtibû bin siha tunebûna azadî û bijardinê, herwiha dûrketina takekes ji sirûştiya xwe ve û mandelekirina xwestekên xwe ew ligel hewildana rêxistinên totelîter ji bo valakirina naverok û hinirên takekesên wê ji çi vînekê ve diçe, taku ji bijardin an rexneya rastîn ve bê par bimîne, herwiha dûrketina rêxistinê ji armancên xwe yê ji bo wê dixebite dûrî di navbera nifşan de afirandibû, ew çalakbûna ramandina rexnî bûç kiribû, û afirandinan belawela kiribû, tiştê ku hîşt takekesan di rewşeke diljêçûn û ne lihevkirinê de bimînin, penaberî li hemî bijardeyên de belav dibû, xelk dibûn wisa mîna qaqilkên fişekan li ser erdê belavbûyî, ji ber vê yekê axaftin li ser kesayetê û dûrketin ji biname û nirxan di kêlîk kiryar de li ser sirûştiya wê hişmendiya nevêtî ji pêşwazîkirina ramanên baş aşkere dike, lê ew her zarzar dike ji bo pejirandina wan ramanan bi rengê gumanên pepûk û sexte ew hîşt civak dîlgirtî darjêdank an talîzokên tije mij û moran bijî.

2- Civak û gendeliya bîrdozî li Kurdistanê :

Berzkirina binkeftinê di parastina evînê ew diyarkirineke ji dorpêçkirina civakê re ye û qayîmkirina bendên nezanîkirinê li dor wê, ta ew dûrbûna malbatî zêde têkçûn û windabûna girêdanên xuristî di navbera tof û bijardeyan de çêbike, herwiha ew nîşaneke li ser têkçûna sazî û rêxistinên wêna bin di bin siha wêraniyê de û nediyarbûna pirojeya wê ya heyî di guhertinê de ta ji bo sûdwergirtina diravî bergiriyê li armancên xwe bike, ji ber ew têde hebûna xwe dibîne, her ew sûdê ji leylankirina deronî ji civakê re dibîne, herwiha dûrxistina zanyarên wê berdewam, bi rêya şer û paşguhkirina wana mîna ku rêxistina serkotker a fermandar wêna dike, ligel wê ew mîkrob girstir dibe bi berdewambûna kêmaniyan ve, ta bileyekê têde koçberî bi dîmenên wê ya takekesî û komî ve di nav civakê de belav dibe bi giştî ve, li gel wê girêdana windabûna hezkirinê bi windabûna mafên siyasî ve ew ji bo gîhandina hinek nameyan e :

• Diyarkirina ku rizgarbûna civakî bi gerentiya mafên siyasî ve girêdayî ye û berzkirina nasnameya netewî a di çarçiqên koçberî , peyrewî û destdayînê de binavbûyî.
• Berzkirina şêweyên desthilata serkotker a miqate li ser gurkirina diyardeyên diljêçûnê di hundirê civakê de bi rêya dehfandina wê di perwaza nezanî, efsanîbûn û xizaniyê de.
• Têkoşîndariya bijardeya zanyarî a ciwan û têkbirina wê bi rêya dehfandina wê ve ji lêketinên deronî re di navbera wê û malbatê de û qirkirina wan di warê giyanî û ramanî de û têkbirina wê bi rêya parastina reftarên heyî li ser bîngeha qezenc,ezezî û sitemkariyê.
• Berzkirina pepûkiya aliyê perwerdehî û tunebûna hebûna alavên çaksazî û nû derbasbûnên yên rastî zarokan tên sînordar dikin eger li dibistanê an derveyî wê.
• Gendeliya rêxistinên yên ji hilgir giyanê parçîtiyê ve di hişmendiyê xwe de, û bêzarbûna ji şopandina xwestinên gel ji rabûn û azadiyê ve, kiryarê wê bi desthilatiya a ku li dijî wê ve radiweste bi rêya dûrkirina wê ji xortan re ên ji bo guhertina naverokî hewil didin.
• Diyarkirina sirûştiya civaka nêrî û sîstema bavanî yên rêveberiyên partiyên Kurdistanî li Sûrî pala xwe dabûnê û encam û şopên wê li ser bijardeya xortan , bi palpiştbûn li ser sloganên sexte ve yên xwediyên tewriya pîlanê berdabûn ji bo veşartina binkeftina xwe yê ramanî û nezanîbûna wan ya aşkere.

Em serdestbûna peywendiyên qezencî li rex pêwîstiya komserhevbûyî û êşa kûr dibînin, li gel wê zehmetiya jiyanê û xizaniyê û gendeliya saziyan û biserveçûna milhûriyê di malbatê an dibistanê de, ji ber gendeliya saziya perwerdehî bi herdû şaxên wêna rahênan û fêrkirinê takekesan di rewşeke parçebûnê de hîştibûn û malbatê jihevxistibûn,li gel wê tirskirin, desthilatbûn û milhûrî di nav takekesan de belav dibe û tundî rêxistina malbatî têkdibe, wan ji hevdû ve dûrdixîne, tiştê ku van civakan dighîne pêkanîna cûreyekî ji tewanbariya xweser ve an li hember a din birêvebûyî, axaftin li ser xêza zordariyê û encamên wê li Rojhilata navîn me dibe ji vekolîneke kûr re ji vê diyardeyê ve yê ku ziyanên dijwar bi ser civakan ve anîbû, berhinde tundî jêre dibe nan û penage, bê guman ku ji tundî re şaxên dîrokî,civakî,deronî û desthilatî hene, dihêle civak û rêxistinan wana pêkbînin, li gel wê bihevketin û girtinhevî herdû rolekî mezin ji çirandina malbatê û jihevketina wê ve dilîze û desthilatiya serkotker ji bo berdewambûna serdestbûna wê binyad dike û fermanrewakirina mêjiyê, bi rêya çandina tirsê ve û perwerdekirina wê di nifşan de bi rêya dibistanê ve, li gel wê diyardeya tundiyê li hember zarokan tiştekî navdar e ,di her saziyeke perwerdeyî de, ta yaseyên qedexekirina tundiyê li hember zarokan ma wisa tokelî, kedxwariya wana bi heman rengî ve ranewestî, ji ber ku komên têkçûnên deronî rolekê di guhertina kiryarê de lîstibû ji bo roleke neyînî bilîze di hemî aliyên jiyanê de, mayîna saziya perwerdehî di binkeftiyeke dijwar de ew yek ji erkên ricîmên totelîter a milhûr ve ye , berhinde malbat mîna perwazekî biçûk nûnertiya asaîşeke ewlehî biçûk dike ji bo fermanrewakirina zarokan ji dema ku çêdibin ve.

Zêdekirina rêjeya nezanîkirin û ne xwendiniyê û şerpezekirina bijardeyên perîşan bi derdê tundî û desthilatiyê ve, civakê dixe di bin siha dîlgirtin û tenahiyeke xengoyî de, ji ber vê yekê êdî em tundirewiya olî û netewî bi riwê wê yên şofînî ve dibînin, ev yeka encamên bobelatî pêkanîbûn ji pêşesazîkirina hişmendiya zîndanbûyî ve, li gel wê xelkê hîştibûn sertî û stûxwarî bijîn , beranberî vê yekê em desthilatiyekê dibînin bi dijwarî ve şîn û işk dişewitîne ji bo di fermandariyê de bimîne, nîşana tundiya malbatî û binkeftina ji wê peyda dibe rengekî aşkere ye ji rengên rexnekirina desthilata serkotker ve, li gel wê tunebûna yeksanî û pîvanên perwerdehî cûreya çêbûna mirovan ji dema zaroktiyê ve piştrast dike, herwiha windabûna jinê di navbera herdû arçeyên penseya tenahiyê de û hestbûna berdewam bi pêwîstiyê ve, ji wê temara zorbazî ya dayikbûnê derdê wê dikşîne encam dide, di qonaxên perwerdekirina wê ji zarokan re, em li pêş kul û kêmaniyên dîrokî ne bi awayên nû ve, guhertinekê bi rengê kolebûna xwe de çêkiribû, bi cil û bergeke tenik ve rizgarbûneke biçimî diyar dikir,sihwana nêrîtiya qezencî derbas nake, berhinde em wê hevpeymana desthilatî a sitemkar di navbera bilindî kokelê û biniyê wê de bi rêya tewriyeke nîgaşî ve bi avakirina hevpeymaneke civakî ve li ser desthilatiyeke xweser ji gel dertê ew dîtin dikeve cihê gumaniyê ku çara biryar ji gel ve bê ne ji jor ve hatiye sepandin , berhinde hevpeyman toveke em dikarin alîkar bin ji bo vebûna wê dema em bi rengekî ramanî ve lê miqate bibin, ne bi rêya rewrewkirina cemawer ta bighe astê ku em bêjin ku ew raman ji serokê xêvzana ve bişkivî, lê ew bi rastî li ser bîngeha sirûştineke giştî tê avakirin, hemî tofên cemaweran têde beşdar dibin bi rêya qonax û rêbazên ramanî ên cûrbecûr, qayimbûna xwe ji hevgedandin ve di navbera reng û qatên civakê de werdigre, bi ser heman cudahiyên berketina xwe û cîgeha wê ya qatî ve, piştî jêbirina baskên nêrîtiya a ku di henasan de binyadkirî de mabû,ew bi zêdebûna kêşeyên desthilatî û civakî bi rengekî siwarbûyî ve diyar dibe.

3-Gotûbêja mirov û cih

Vekolîna li nirxa hatî wergirtin ji bermaya peywendiyê di navbera mirov û cih de suda wê ku çi hêz nîne dikaribe têkiliyên nehêne di navbera henas û kokê de qut bike,ji ber ew mîna dîtineke pendyar e ji jiyaneke bedewtir re, ji ber di pîvana huner û karê afrêner de dîtin ji dem û cih re bêhtirî rewşê bi giştî ve tête guhertin, ew rêyên zorengê di navbera mirovan de di çarçoveya qezenc û sûdan de di demeke nêzî hevdû de diyar dike, berhinde di hizrê takekes de dûbare dibe pêkanîna vîna xwe a dibe mîna serkeftinekê ji parçeyekî hindik ji dadmendiyê re, di dema ê beranber dibîne ku wekhevî ji ber peyketinê bi dû pêkanîna wê parçeyê ve nehate pêkanîn , çendîn kêşeya hebûn aloz e di warê têgihiştinê de li gorî suriştiya mirin û mayînê, berhinde takekes bi takekesiya xwe ve hest dike bi rêya ramandina xwe yê ponijîn ve a wî bêhtir ji firînê re dehf dide, ji ber ku wateyên cîgirbûyî di hizr de dibin desthilatekî xwe li ser heyînê sepa dike û li ser pêdivî dikin vê şerê ta dawiyê berdewam bike, dawî di vir de ew encama dûr e, ji serpêhatiyên yên di hizr de çêdibin têne wergirtin, ji bo dehfandina ramanan ta bêhtir bi ponijin û ev yeka huner e yê bi henas û hebûnê re vepeyvîn dike, bi rêya ên din û livên wan, dûr diçe ji bo ji her bend û baskî an yaseyî ve rizgar bibe, ew bend û bask li pêş azadbûna tevgera hişmendî li pêş hizrê bi zanînê ve gurvedayî dibe kelemekî, ji ber vê em dibînin ku hinira a ku zanyar ji girêdana xwe bi hebûnê re werdigre bi rêya qonaxên wî yên destpêkê ta qonaxa gîhabûna berdewam diyar dibe , ligel ev ramandin û rabûna wî pirsîn xuya dibe a ku husteyîya jiyankirina hunera jiyana veşartî dike, zanyarê afrêner timî dixwaze bi rêya alavên xwe yên taybet ve beserve wê bibe, em dikarin bibêjin ku ew yekem hewildanên mirov e ji rizgarbûnê re ji wan bendên gezencî ve ên bi encama hevpeymana a ku di navbera desthilat û civaka bavanî de durist dibin , li gel wê em matmayî dibin bi vê zelaliya dagirtî ve bi servebirina li ser zikmaka ponijînê ve û kanîbûna wê ku hizr derbas û dorpêç bike bi hemî hinirên lehiya ramandina berdewam ve a ne pabend ji hemî fermanên yên hatibûne girtin re, yê ew gurvedanê pûç dike.

Em li ber xweseriyekê ne , bi rastiya nemana zelal re dibe yek, ku gewdeh dihele û tiji kurm dibe, ji ber vê yekê hijmara mirovê çavekirî di hilbijartina wateyê de ye, ji bo wê dijî bi bedewbûneke hilbijartî û pêjineke hunerî ve, pîvanên ku li ser evînê û qayimbûna girêdanê di navbera mirov û cih de radibin bîraweriya zanyarî saz û xort dikin, û hemî kedên yên mirov li ser sehneya cih dide bi wê dawiya gewdehî ve li cem mirov diqede, ew ked ken û nehêne bi xwe re tîne, li gel wê berketina naveroka nemanê tiştekî aloz e li ser têgihiştinê , û mirov li deriyên girtî misoger bi rêve dibe ,herwisa di bin siha feleka kin de ê ku mirov para xwe têde dibîne, ji ber vê yekê hebûn ew hola bê sînor e a ku mirov têde nemaniya xwe ya taybet jiyan dike.

Kovaniya mirov bi sîstemê ve bi qasî kovaniya wî bi wêraniyê ve ye jî, wek ku avakirin û hilweşandin du pêvajoyên pêrgîbûyî û hemsûyî ne, hilweşîn nîne eger niyaz ji bo avakirinekê nekeve dewsa wê hilweşînê, berhinde mirov hemû alavên xwe pêktîne ji bo lingekî xwe bicî bike li rex hijmarê yê hewildide hevsarê kuntirol bike, cîhana rastî gelek guhertinan û gêrevêrên şaxdayî tê li pêş çavê bîrawer bûye metirsî û ramanên ku li hember hevdû şer dikin, berhinde em zanyar dibînin ku ew hêjayê serwerîbûna heyînê ye ji ber ku şerm nake ku jêre bibe karguzarekî bi rêya bikaranîna wijdan û mêjiyê bi rengekî bi rêk û pêk ve.

Xapandin mîna ragehekî takekesî û rêxistinî berz û belav bû taku bêhtirî karên nimûneyî binixûmîne, ji ber ku lîstin ranewestî bin siha bê agahiya xelkê û birçîkirina û dorpêçkirina wan bi awayekî ramanî ve û mijolkirina wan bi pêşkêşkirina seqayên guhdan û alîgirtinê ve ji kesên serkêş re , ji ber vê yekê sazkirina yaseyên sivîl mehderiyê nade wan civakên ên fêrî stûxwarî bûn e û hertimî guhdanê didin kesên xwedî hêz û tundî, cengên desthilatê bi dawî nabin, eger me rastiya girtinheviyan di navbera mirovan de şopand bin navên hênik, wana li karên ne hênik dehf didin , berhinde ti cîgîrbûn ji kiryarê totelîter re nîne di warê siyasî de tenê bi berdewambûna nandoziyê ve û çi azadî bin siha bendan nîne, timî pîlan heye tê pêkanîn ji derveyî kesên din ve yên li gor baweriyên xwe yên xuristî xebatê dikin , çi sîstemeke totelîter bi çalakbûn ve dilive bi sedema hebûna kesên bê agahî ji çi xap û lîstokên siyasetvanên yên cihê herî bilind girtine , ji ber ew li gor baweriyên xwe tevdigerin û ji bo hinek armancan dixebitin û dimrin,lê bi heman rewşê ve karguzariya tofeke serdest dikin, ji ber vê yekê dibin agirdûyên hemî cengan bi derbasbûna dîrokê ve, ew tofên bê agahî yên şer dikin ji bo hinek armanc bi rengekî hestiyar ve li pey tofekê ketine û di çarçoveya asoyeke teng de tevdigerin,ji ber vê yekê ceng bûn e ji reftarên yên behsa rizgariyê dikin, û ji mirin û hilgirtina darbestan re aheng û tilîliyan saz dikin, herwisa em dibînin ku rastiya girtinheviyê pêşengtiya cûreya jiyana tofên derdkêş dike , derdê rêbaz û rêya şaş û tunebûna vac û ked dikşînin, ew çeviya ji desthilatiya bê sînor re hîşt gendeliya desthilatî zikmakek be ji çi gendeliyeke civakî, rewiştî an rewşenbîrî re, ti rê ji derbaskirina wê re nîne ji bilî rêya mikûrhatinê bi wê ve, û xebatan ji bo jinavbirina wê, ji ber ku kiryara ezez serdestiyê li takekesan bi lez ve dike bi rêya desthilata yê bi aliyê gencîneyê ve diçe ji bo çespandina wê ji pariyê komê pepûk ve, bin siha nediyarbûna ramana rêxistinî û zanîna rewiştî, van keleman diyar dibin li pêş rêya rabûna zanyaran û xwestekên wan berve siberojê, tiştê ku dihêle pêşeroja nifşan di bin metirsiyekê de be, li gel wê gendelî ji kokê ve naye hilkişandin , lê çêdibe metirsiyên wê bête sînordarkirin.

Gendelî bûye alavekî ji kuştina xewin û xwestinên xort, û dibe ku gendelî xwedayê rêxistin û desthilatan be li rojhilata navîn û cîhana Erebî, ev tişt ji belavbûna milhûriyê re vedigere bi rengekî rêbazbûyî ve bi rêya xwarindayîna wê bi bihaneyên ol, netewî û ragehî ve, tiştê ku zehmet dibe rizgarkirina civakê ji vê awanteyê ve, heta tevgerên dijber ji wan desthilatan re bêzar in nikarin wan bixînin, ji ber opoziyonên wan dewletan girêdayî hêzên derveyî ne ew jî kar dikin ji bo berjewendiyên wana, ezmûna buhara Erebî mînaka herî diyar e li ser vê yekê , ew dibû mîna zengila agahiyê a renewestî û zengilê xwe lêketibû lê hin gellan guhê xwe li ber ker kiribûn û hinek desthilatdariyan guhan berçav kiribûn, û cemawer bi encamê vê yekê ve man li bayê daliqandî, hewildana ji bo serdestî û tekbûnê ew parçeyekî ye ji derdê ramandina mirovê rojhilatnavînî re û ev yeka dibe xerabkerê rastîn ji berzbûna çi rabûneke ronakbîr xwedî çalakî û bandor , serkotkirin û dûrxistin ew ji parê zanyaran e yên bes nakin ji aşkerekirina kêmaniyên desthilatê û rola wê ya neyînî li ser jiyan û pêşerojê .

Û dibe xapandina bîrdozî ya ku slogana sosiyalîzm û wekheviyê lixwekiribû bibû çengekî ji vê tewanbariya rêxistinbûyî di dermafê civak û tofê wê ya xort de, lê eger baweriyên xuristî bibin tenê gotin û ropartên çingînî wateya vê yekê ku mirov çare li pêş wî nema ji bilî tenahî û xemsariyê, ev yeka wî berve dîlbûna di xelekeke girtî de dibe û li dor wî kes hene sertî û tundiyê dikin ji bo qelşandin di navbera malbat, jin û mêr de bêhtir û bêhtir fereh bibe, li gel bê dilovanî, bê hezkirin, lêbelê tundiyeke berdewam û dûrbûneke mirovî.
مساهمة من:

Rêber Hebûn ريبر هبون

منذ 7 شهور
0
0 تعليقاً 0 مشاركة
نتيجة البحث