zanyar û sazî - Rêber Hebûn 💬 أقوال Rêber Hebûn ريبر هبون 📖 كتاب يومياتي

- 📖 من ❞ كتاب يومياتي ❝ Rêber Hebûn ريبر هبون 📖

█ zanyar û sazî Rêber Hebûn كتاب مجاناً PDF اونلاين 2024

إنضم الآن وتصفح بدون إعلانات

zanyar û sazî - Rêber Hebûn


Zanyar bawer dibin bi pêdivîbûna cengbaziya nezanîbûnê ve û sînordarkirina berferehbûna kembera dadoka wê ya gelerî û dîtina berve çêkirina civaka zanînê a berdêl ji civaka zorkar re, yê li ser yaseyên mafxwar û sloganên birsîn avabûye, lê zanyar di nav xwe de dibêjin bi dîtina xalên hevbeş û baş ve di navbera cemawerên olhez yên vekirî û cemawerên hizrên heyînî de ango dîtina tiştên ku herdû wana dicivîne,li gor komkara hişmendiya bilindtir ji ew girêdanên kevinşopî xwînî û olî ve, taku bi xuristî ve bi encamê kiryarê zanyarî ve bawer bibin, tevî pirbûna dîtinan ji çawaniya gîhiştina wê ve û dûrketina ji dîtina serçilîbûyî a dijminane ve ji devdanên tofekî bi xwe ve, ji ber çi kesê ol li xwe kirî dikare ava bike an hilweşîne û çi kesê ku ala diravîtiya heyînî hildide jî dikare hilweşîn e an ava bike, tundî bi aliyê zanistdariyê an pêşîniyê ve herdû çalakbûna tunebûnê ji hestbûna bi metirsiyê ve li cem takekes belawela kiribû û her jîndarekî mirovî li ser sirûştiya ezeziya a ku di xêra wî ya taybet de dijî, û zanyarî hewil dide dîtinekê li ser evînê wek nasnameyekê û zanînê mîna armancekê ava bike, ji bo zanyar li ser pileyên pend û ramandinê bi hebûna lihevhatî ve rabibe, taku kirdeya evîn û baweriya bi heyînê ve li cem geş bibe ligel encama kiryarê mirovî di heyînê de a bi destketiyê ve tê naskirin bi rêya :


1. Bidawîkirina serdemên kuştin, tîjandin û sextekirina bîrdozî û cengbaziya nezanîkirina xelkê.
2. Bidawîkirina çaxên milhûriya totelîter û bermayên wê yên neyînî li ser zanyaran.
3. Parastina hebûna jîngehî bi awayekî aştyane ve bi rêya vexwendinê ji kongirên mirovî û zemînnasî re ji bo barên bazdayî û barketiyan bi encamê ceng û girtinheviyên çekdarî ve sivik bikin, herwiha liberrabûna cîhanî ji hezên terorê ve û çareserkirina diyardeyên xuristî û rawestandina li ser nexweşiyên vegirtî û belavbûyî û sînordarkirina belavbûna wê.
4. Bicîkirina têgeha beşdarîbûn ,pirjimarî û hevjiyana aştiyan e.
5. piştrastkirina komkariya zanyarî a heyînî yê kedên zanyaran biyek dike bi aliyê pevguhertina zanyarî ve li ser hemî astan, kelîna erdnîgarî derbas dike, ji bo sazkirina kombûneke cîhanî ji hemî zanyaran re çi ramanyar, zanistvan, wêjevan û hunermend ji hemî derên cîhanê ve û bawerî ku zanyaran neteweke belavbûyî ne ji ber vê yekê divê di sazî û komcivînan de bêne komkirin ji bo pêkanîna civaka zanebûnê.
6. Piştrastkirina girêdanên hevbeş ji gelan re bi rêya xalê hevbeş ê di navbera wan de bi sernavê şaristaniyê ve, ji bîngeha biratiyê pêşî ve di navbera girêdanên şaristaniyên mirovî de û bermaya wê ya hişmendî û dewlemend û destketiyên yên bandorên xwe li ser hebûna giştî dike.
7. Danasîna taybetmendiyên gelên saxlem ji bo berferehkirina navendên ronakbîr li hemî deverên cîhanê û piştgiriya hînkirina zimanên herî belavbûyî yên mezintirîn hijmarê mirovan bi hevdû ve naskirin didin.
8. Pirkirina navendên ronakbîrî, komcivîn û komeleyên rewşenbîrî, civakî, hunerî,teknîkî,tendirûstî û geşepêdanî li rex pirojeyên geştyarî, bazirganî, qezencî bi giştî ve û hemahengî di navbera wan de.
9. Bidawîkirina têgeha partîtiyê an komçetîtiyên ên dijminatiya aştîbûna civakî dikin ji berjewendiya sazîkirina konfidresiyon û encûmenên yên gelek bijarde li xwe digrin û piştrastkirina li ser rola zanyaran yên piranî wan jiyana xwe ji dest dabûn bi destê partî an desthilat an dijminên welatên xwe ve.
10. Piştraskirina ku zanyaran ew vexwenderên guhertinê û sazvanên wê ne û çengbazên xuristî ne ji hişmendiyê girtî re, yê bi têgehên tund û tojiyê ve rizîbûyî û ew rêberên resen in ji çi rabûnekê ve li hemî navçeyên hebûna endezyar diyar dibû.

Bi rêya van xalan yên me anîn ziman em dikarin binasin ku sîstem li sirûşt û gerdûnê heye bervajî herdûkan tunebûn e , rêxistina serkeftî jêre berdewamî bi demê re pêktê, her rêxistinekî pûç misoger dikeve, bi encamê hewildana takekesên xwe ve berve berjewendiyên takekesî yên awante û tunebûna baweriyê berdewam tîne, mînaka vê yekê şahînşahiyên yên ketibûn, bi encama hingeme û gendeliyê ve di çarçoveya naveroka wî ya navendî de derbasî sazî û endîzên yên li binî wê, tenê zanîn sîstemê diparêze, mîna ku zanyar Mustefa Barzanî 1 yê baş vê rastiyê têgîhîşt û wisa digot:
( Xwe bi zanist û zanebûnê ve çekdar bikin û ji bo rizgariya gelê xwe ji bê xwendiyê ve kedên xwe bi yek bikin .)

Wateya vê yekê ku her civakek an partiyekî pêdiviya xwe bi zanînê ve heye mîna mercekî bîngehîn ji bo çalakirina sedemên çi rabûneke siberojî bi rêya çareserkirina hemî şaştî,kêmanî û gendeliyên kesayetî yên xwebînî ,desthilatî û serserîtî tîne di dan û standinê de ligel helwestên yên pend û rabêjbûn jêre divên ne dagîrkirina biryarê û gorîdanê bi çarenivîsa komelgî ve, bi rêya xebatê ve û civandina zanyaran di her saziyekî de û bi çalakirina wan saziyan ve çêdibe weşandina şêweyên tevger û nermiyê di hundirê rehjena cemawer û alîgirên xwe de, çalakirina wê bi rêya vejînkirina ramana sazmanî ve yê dadmendiyê dike armanc û hiniran derdixîne û berdewam çalak dike, ji bo yekbûna vînan di rêveberiyan de ji bo gîhiştina li civakeke vala ji bêxwendinî , gemarên nezanîkirinê û mîlên qirkirina rewşenbîrî, civakî, aborî û zanistî ve.
----------
1- Barzanî di 14 Avdarê de sala 1903 de li navçeya Barzan jidayik bû,bi birayê xwe yê mezin re Ehmed Barzanî re beşdar bû di rêvebirina tevgera şoreşgerî ya Kurdî ji bo xwestina mafên netewî ji Kurdan re, lêbelê ji aliyê desthilata qiralî ya Îraq û hêzên Birîtanî ve ew tevger hatibû vemirandin û di 1 Avdarê sal 1979 de koça xwe kir.

Ev rola zanyaran e wekî zikêşên li ser destketiyên civakî ji belavkirina felsefa tevgerê a şiyarbûnê bi xwe re tîne herwiha naskirina pêdivî û xwestinên cemaweran ji vînên çalak re û rêberên dibêjin û dikin û bi gelên xwe re xewin û xwestekên wê parve dikin ji bo pêkanîna xwesteka rastîn bi hebûneke ewle û gellekê azad û saxlem ve û jinavbirina çi dest jê berdanekê di hundirê tevgerê de yê zanyar dibin beşek jê li hemî partî, sazî û dewletên xwe ji bo pêkanîna nameya zanînê.

Kesê yê tewriya totelîter datîne armanca xwe pêşî balkêşkirina kesan e ji xwe re dema dibêje ku çi tiştê berî wî hatî ye reşepêşkirin e , yê vê yekê dibêje ku ew jiyan têkçûyî bû berî hatina tewriya min ev hişmendiyeke pêpelî û piropûgendî ye ji bo belavkirina asoyên dîtina xwe yê yekbar bin siha hebûna rastiyên rêjeyî tam nêne pêbawerkirin .

Çi tewrî û felsefêyên yên zanyaran wêna heta niha afirandibûn ji encamên sawêr û dîtinên pêşiyan in, û ew penda naskirî yê li ser yek ji perstgehên Etîna ve hatibû dîtin ( Ey mirov xwe nas bike) nîşaneke ku hemî şaristanî û behwerî bi rêya zanîna mirov ji xwe ve derketibûn, bi rêya komek pirsîn, ez kî me ,em kîne, û zanîn ew rastiya a bi encamê pirsînê ve derketî ye, ew ti carî nabe ji malê bawerî an komekê bi xwe ve, ew pirsînekî kûr û berdewam e bê dawî ye ta jiyan hebe, û diyardeya zoreng û tundiyê ji encamê malgirtinê ve ye, malgirtina zanînê û hewildana çarçovekirina wê bi komek pîrozî û qedexebûnan ve, li gel wê ti dîrokekî rastîn nîne ji destpêkirina zanînê re û piştî biservebirina zimanan bi rengê xwe yê rastîn ve hatibû diyarkirin.
مساهمة من:

Rêber Hebûn ريبر هبون

منذ 8 شهور
1
0 تعليقاً 0 مشاركة
نتيجة البحث