Zanyar û civak - Rêber Hebûn 💬 أقوال Rêber Hebûn ريبر هبون 📖 كتاب يومياتي

- 📖 من ❞ كتاب يومياتي ❝ Rêber Hebûn ريبر هبون 📖

█ Zanyar û civak Rêber Hebûn كتاب مجاناً PDF اونلاين 2024

إنضم الآن وتصفح بدون إعلانات

Zanyar û civak - Rêber Hebûn


Zanyar dibînin ku pêdivî ye piştrastkirina rastiya zorengê yê di henasê mirovî de di her derbarê de tevdigere bi rêya nakokiya yê di takekes de bicî dibê ve, çendîn bawerî berfereh bibe û bi rastiya hezkirin û çakdîtinê ve dijwartir be beranberî vê yekê ezezî û kîn bicî dibe , wisa timî em nakokî di her helwest û derbarî de diyar dibînin, lê serkeftina rastîn di pêşdebirina xêra giştî de ye li ser ya taybet û hewildana ji bo zanînê ji ber ew bîngeha çi tevgerekî sirûştî ye, li gel wê zanyar civakê dîtibû, û jêre diyar bû ku xwebînî sedem e ji dîtina xelkê li binî ve mîna lîstok û bejinkurt , ji ber vê yekê pêdivî ye ku em ji banî ve dakevin xwarê berve çêkirina tevgerên sazmanî sivîl piştgiriyê dide ewlehî û berdewamiya civakan ji gihîştin,xweşî û saxlemiya wê ve bi aliyê mayîna bedewbûnê giştî ve yê di civak û sirûştê de û pêgirtina bi pend û babetîbûnê ve ji çûyîna bi vê pêla civakî ve berve zanînê û ev tişt zanyar dixwazin ji nifşan re bighînin û ew rawestandina li ser rastiya jiyanê ji deriyê ku ew girtinhevî ye ji bo pêşdebirina zanînê û rawestandina zorkarî û gemarbûnê ji ber herdû talan in li ser hebûnê bi giştî ve bê cudakirina bostekî ji wê ve.









Zanyar û
civak



Rêber
Hebûn















Zanyar
dibînin ku pêdivî ye piştrastkirina rastiya zorengê yê di
henasê mirovî de di her derbarê de tevdigere bi rêya nakokiya yê
di takekes de bicî dibê ve, çendîn bawerî berfereh bibe û bi
rastiya hezkirin û çakdîtinê ve dijwartir be beranberî vê yekê
ezezî û kîn bicî dibe , wisa timî em nakokî di her helwest û
derbarî de diyar dibînin, lê serkeftina rastîn di pêşdebirina
xêra giştî de ye li ser ya taybet û hewildana ji bo zanînê ji
ber ew bîngeha çi tevgerekî sirûştî ye, li gel wê zanyar
civakê dîtibû, û jêre diyar bû ku xwebînî sedem e ji dîtina
xelkê li binî ve mîna lîstok û bejinkurt , ji ber vê yekê
pêdivî ye ku em ji banî ve dakevin xwarê berve çêkirina
tevgerên sazmanî sivîl piştgiriyê dide ewlehî û berdewamiya
civakan ji gihîştin,xweşî û saxlemiya wê ve bi aliyê mayîna
bedewbûnê giştî ve yê di civak û sirûştê de û pêgirtina bi
pend û babetîbûnê ve ji çûyîna bi vê pêla civakî ve berve
zanînê û ev tişt zanyar dixwazin ji nifşan re bighînin û ew
rawestandina li ser rastiya jiyanê ji deriyê ku ew girtinhevî ye
ji bo pêşdebirina zanînê û rawestandina zorkarî û gemarbûnê
ji ber herdû talan in li ser hebûnê bi giştî ve bê cudakirina
bostekî ji wê ve.









Em
dikarin desthilatiya malgirtinî hêdî hêdî cuda bikin bi rêya
pêkanîna şoreşên hizrî qonaxî ve di refên cemaweran de û
kêmkirina rola ricîmên yên di nakokiyên xwe de xeniqîn, bi rêya
derbasbûna di saziyan de ve û pêdivî ye cudakirina maf ji erkan
ve , ji ber ku dewletbûn malgirtin e û çi desthilatî bi xuristiya
xwe ve malgirtin e.









Cîhangeriya
ya divê bête pêkêşkirin ewê li ser danasîna bi hinira hilbez
ve li cem gelan avabûyî ye, yên li ser ragihandina taybetiya xwe
dikevin e pêşbirkê, lê hêza leşgerî xwe berdabû bi destê
bîrdoziyên tundiyê ve yên tewrîvanên wê rê jêre hêsantir
kiribûn li pêş komên aborînasan yên li qezencê digeriyan bi
rêya gefdan û pûçkirina aboriyên dewletan û afirandina
aloziyan,berdêla pêşkêşkirina pirojeyên geşepêdanî yên
dikarin sînorekî ji azariyên girs re deynin ji bo hinir û
pêkanînan bi hevdû re beşadar bibin ji bo başkirina bajaran û
ji bo avakirina hebûnekî bi hinira afirandinê ve hêzxistî ne bi
wêranî û têkbirinê ve jihevketî.









Hişmendî
eger xwe ji nirxan re bernede zehmete tiştekî biçûk di bermaya
mirovahiya dewlemend de rizgar bike, taku demukratî diyar bibe mîna
perdeyekê li paş wê hilweşîn tê veşartin, hebûna wê mîna
gotinekê tewrîvanên sosiyalîst û sermedar wê mîna benîştekê
cotibûn bi guhertina kedan ve .









Ji bo
ku demukratî birastî têkeve di wêzimkariya civakê de bi rêya
vejînkirina rêbaza hevbeşdarîbûnê ji sazkirina biryaran ve ji
derveyî maska ezez ve yê serdest a li pêş civaka xuristî sekinî
bi rêya miqatebûna li ser nezanîkirin û kuştina zanyaran û
hîştina civakê li ser şemîtokên tundî,tîjandin , têkbirin,
hingeme û wêraniya giştî .









Avakirina
ramana zanyarî pêdiviyeke îro ji bo têgihiştina sirûştiya
serdemê, li gel wê sosiyalîzm nehate pêkanîna mîna ricîmeke
pêkhatî û palpişt , û bi liva moriyekê nelivî ji derveyî
têgeha xwe ku ew hêsan ramaneke hat e hilweşandin dema kete di
nav têkbirinê û derketina ji derveyî xêza xwe ve berve avakirina
dewleta netewî a milhûr yê di dema niha de bû xwedayê
sermedariya nûjen.

مساهمة من:

Rêber Hebûn ريبر هبون

منذ 8 شهور
2
0 تعليقاً 0 مشاركة
نتيجة البحث