Zanyar û serokê nîşan- Rêber Hebûn 💬 أقوال Rêber Hebûn ريبر هبون 📖 كتاب يومياتي

- 📖 من ❞ كتاب يومياتي ❝ Rêber Hebûn ريبر هبون 📖

█ Zanyar û serokê nîşan Rêber Hebûn كتاب مجاناً PDF اونلاين 2024

إنضم الآن وتصفح بدون إعلانات

Zanyar û serokê nîşan- Rêber Hebûn


Ol pikaranîn mîna saziyekê rê ji wana re dûz dike ji bo rewakirin kuştin û gendeliyê, herwiha alîgirên xwe kirin çete, rola wan bû wêzimkariya tofa serkotker û gendel yê şerê dengên bêpar dike.


Zanyar û serokê nîşan

Rêber Hebûn

Zanyar di zanînê de dibînin nîşaneke hêjayî zanyar e , ew di siyaseta kerî û xwedawendiya serok dibînin ku ji kêmaniyên fermandariyê ne, fermandarî û rêvebirina civakan, li gel wê civakên kevin serok mîna xwedayekî an cîgirê xwedê li ser erdê dibînin.

Xêzanavê mêrê bawermendan ango cîgirê pêxemberê xwedê ye li ser erdê, û xêzanavê Baba nîşaneke ji cîgirê Mesîh li ser erdê, piştre tewrîvanên şoreş û çaksaziyê bûn e zorkar, şoreş li ser nîşanên desthilata ol pêdivî bû ji bo vegûhêztina civakê li rewşeke sivîlî bilindtir, lê nîşanên zanistdarî yên piştî şoreşan desthilatiyê kirin ketin di eynî xefkê de, qonaxa desthilatkirina civakan bi navê netewbûn û sosiyalîzma navnetewî ve destpê kir , navdariya pîrozbûna olî hate veguhêztin û serokên wê demê fermandariyê bi awayekî zorkar ve durist kiribûn, sitemkarî civakan dehf dabû li rêyên girtî, ev yeka di qonaxa herdû cengên cîhanî de diyar bû bi hatina hêzên milhûr li rojava û veguhêztina vê rewşê li rojhilat û cîhana Erebî û Islamî mîna encamekê ji serdestbûna hêzên pêşesazî a li ser wan gelan sehwkirî .

Bandora neyînî yên rêberên nîşan belav kirin bi rêya hildana wan ji slogana şoreşê re û belavkirina gotina parastina dewletan ji parçebûnê ve, ev civak hîştibû di nav tirsekê de bijî, herwiha têkbirina moralî ya giyanî belav bû, dema xwe li paş gotina ezberkirina serkeftin û destketiyên kesayetî veşartibûn, û gotina wan ku ew destketî netewî ne, ew li pêş civakan bûn e kelemekî ji bo neghin pileyên pêşveçûn û şaristaniyê û jiyankirina demukratî û wergirtina zanînê û avakirina civaka hebûnê.

Ol pikaranîn mîna saziyekê rê ji wana re dûz dike ji bo rewakirin kuştin û gendeliyê, herwiha alîgirên xwe kirin çete, rola wan bû wêzimkariya tofa serkotker û gendel yê şerê dengên bêpar dike.

Kêşeya nîşanbûna serok ji navdariya pîrozkirina olî re vediger, serok di demê kevin de mîna xwedayekî hatibû nîşandan mîna Feronê xwedawend herhiwa kesayeta Gilgamiş li gorî efsanê nîv xwedawend û nîv mirov, li gel wê cihekî pîroz ji rêber re hebû, ew yeka hîşt têgeha girêdan û qayilbûna kor û stûxwariya giştî bicî bibe, belavbûna van têgehan û kokbûnên wan bi rêya ol û gotarbêjiyan ve , nimêjber gotarên xwe li ser serên tewandî dixwendin, ew kesên yên naramin û hişê xwe bikarnaynin lê xwe radestî yek ji zirneyên desthilatiya milhûr dikin , ew zirne dûwanderê ol e û nimêjberê wê ye, xwedawenda dayik navdariya pîrozbûnê wergirt , herwiha mêr di serdema olên ezmanî de nîşanê desthilatiyê bidest xwe xist bi pêdivîbûna ku jin pabendî fermanên wî bibe , berhinde navdariya nîşanbûnê dima heya roja îro, cihê xwe yê xwedayî li cem civakê girt, desthilaiya fermandarê Osmanî bostê herî bilind ji cihê olî ya tekûz wergirt li dor wê mêrên ayendê civiyabûn,bang û axaftinên xwe li mizgeftan bi navê serdar dikirin wekî serdemên Diravbûyî , Qeyser û baronan, berhinde ji wan re desthilatiya giştî û pîroz hebû bi piştgiriyê Baba û şêx ve, bicîkirina hişmendiya qayilbûn û tirsê li cem xelkê pêrewî û têgehên wê li ser civakan terxan kiribûn, û di demên dirêj de û bi dû hevdû ve, li gel wê ew civakan pîrozbûn û qayilbûn vexwaribûn, li gel wê ev tişt bû wêneyekî ji civakan re bi giştî ve çi Islamî û çi zanistdarî, lê bi hebûna zanyaran ve li navendên fermandariyê û vegûhêztina desthilatiyê û danîna rexneya dijwar ji fermandaran û rêveberiya çendane re yekaliya desthilatiyê û gelemperatiya wê têkdiçe û tirs tê jinavbirin û ew nerîna dijminane ji aliyê desthilatên paşdemayî ji gelên xwe re bidawî dibe.

Zanyar ji rêvebirina jiyan û saziyan ve dibînin ku pala xwe dide li ser zanînê û zanîn fêrkirina perbirsyariyan e yê ew hunera rêvebirina civakan berve rêyên jiyana baş , xweşiyan hertimî û pêşveçûna berdewam, dema civak û rêveberiyên xwe ji hişmendiya kevinşopî ve rizgar bibin di derbarê dan û standina bi desthilatî û fermandariyê re, ji ber ku peykeriya fermandar gelan gelek westandibû, mîna keriyan hîştibû, li gel bê ramandin an pêşveçûn an avakirin lê nezanîbûneke bi dû hevdû ve di jiyana gelan de û derengmayîna hertimî ji şaristaniya zanyarî û pêşveçûna rewiştî ve, rêberên nîşan di sloganên hişbirî de dîtibûn mîna destikeke bi sûd ve ji bo hebûna li desthilatiyê , civak vê yekê ji wan re erê kir wekî ew xwedawend bin û piranî bi wan qayil bibin bi rengekî nezan ve ji ber xwe ji sertiya wan biparêzin yê bi dezgehên saloxgêrî ve diyar bibûn, û ji vir ve erka zanyaran bicî dibe di hundirê wan naverokên civakî de taku ji dîtina pêrewî rizgar bibin li gel dan û standina wê bi jiyan û mirovan re,bi rêya bicîkirina çanda evînê yê tê naskirin bi hezkirinê di navbera lawên hebûna welat û ji vir ve li hebûna mezin, bi rêya malbata sirûştî, rêvebirên milhûr bervajiyekin ji paşkîtiya rizandî re, yê civakan xwe pê bawer dikirin bi derbasbûna serdemên milhûrî û sertiyê ve û erka zanyaran di civakan de ku bixebitin ji bo bicîkirina rêbaza evînê di heyînê de bin siha bangên ku mafên xwe dixwazin di berketin ,xweşî û afirandinê de, hiş û giyan rizgar nabin eger hişmendiya qayilbûnê newe têkdan, bi pabendîbûna dijwar ve ji felsefa yekbûna bi hebûnê ve di nav hembêza hezkirina bîrawer de û zanîn di xwesteka baştir û bi sûdtir ve ji bo birina rêyeke rehnîbûyî ji jiyana ku ji çi pêrewî an radestbûnê ve vala dibe berve sivîlbûn û avabûnê.

Û evîn di rehniya felsefa (Evîn hebûn e û hebûn zanîn e ) de ew hebûna yê nûnertiya rehjena hemî jîndaran li ser pişta gerestêrkê dike, ew dara yê ji wê ve hemî şaxên jiyana sirûştî û mirovî jidayik dibin.
مساهمة من:

Rêber Hebûn ريبر هبون

منذ 8 شهور
1
0 تعليقاً 0 مشاركة
نتيجة البحث