❞ Rêyên zanyarî ji tekoşîndariya
nijadperestî, koçberîbûn û totelîteriyê re
Rêber Hebûn
ji pirtûka Evîn hebûn e û hebûn zanîn e
1- xuristiya sîstemên rojhilatnavînî
Rojhilata navîn di seranserê neqşeya xwe de ricîmên mîna mafiyayê têde berz dibin, rewa ne di warê navdewletî de, terorê li pêş çavê cîhana sivîl pêktîne, guhertina wê bi destê destwerdana derveyî ve ye, ne li ser xwestek û vîna cemaweran e, li gel wê ew dewletan tundiya kor pêktînin ji bo serkotkirina çi tevgereke gelerî armanca xwe guhertin e, li pêş newêrekiya van desthilatan û sertiya wan ji kolekirina cemaweran û dûrxistina wan ji şêweyên têgihiştina jiyanê, dema jehrên xwe yên netewî û ragehî ji gelên xwe re dihêlin bi rêya wê ve fermandariya xwe ji civakê re berdewam dikin carne bi xapandinê ve û carne din bi hêzê ve,li gel wê em dikarin bibêjin ku vexwenderê guhertinê ( dijberiyên çekdar) ne rastbûn bi vexwendina xwe ji guhertinê re, ew têgeha guhertinê tênegihîştin ji bilî guhertina kesayetan û danîna kesayetên din dewsa yên berê, xemên ên nû tenê berdewamkirina rêbaza pêşiyên xwe yên zorkar (Hilbûna Sûrî) (Îraq piştî ketina Seddam Husên.)
Herwisa ev beza dijwar bê dunde û armanc dibe, li rex gêjbûna mêjî û koçberiya wî, taku ji encama vê yekê ve bibe êzingekî ji cengên navxweyî re
ew ceng tiştekî li pêş xwe nahêlin, mirov û keviran jinavdibin,ji ber vê yekê pêdivîbû zanbûna guhertinê, wate û çawaniya wê, ma ew ji bo nûjenkirina jiyanê û demukratîbûna wê ye an ew derbirîneke li ser sernigûnbûn û lotikînê li paş ve?
Ji ber vê li hember zordariya desthilatê bi hovîtiyeke berdêl têkirin, ne kêm pepûkî ye ji aliyê zorkar ve, ji ber ku cengên çekdar ji berjewendiyên dewletên herêmî û navdewletî ve ye, bingehekî ji kontirolkirina rêyên wê re çêkiribûn.
Ew cengeke bi hevgariyê ve bindest e, van ricîman dibin têde husteya pêkanîna cûreyên komkûjiyan (Komkûjiya Helebçe 1) ( Komkûjiya Hema2) û çêkirina aloziyan û belavkirina hingemeyê ( Serbestberdana ricîma Sûrî ji girtiyên Islamî re dema vêketina bayê gelerî li Sûrî 2011) li gel wê tundî û dijtundiyê ( Ricîm û dijberiyê) dihêle xelk di nav deryayeke xwînî de melevaniyê bikin, gunehên yên berve saman, desthilatî û gendeliyê de diçin aşkere dikin bi rêya çûna berdewam û rabûna li ser xwestekên xelkê û mafên wan (hevdûgirtina Sûrî 3.)
--------------
1- Komkûjiya Helebçe: hêzên ricîma Îraqê li hember Kurdan li bajarê Helebçe ya Kurdistanî li başûrê Kurdistanê 1988 pêkanîbûn.
2- Komkûjiya Hema: komkûjiyeke di Sibata 1982 de çêbû dema hêzên bejî a Erebî Sûrî û bêlûkên Piştevaniyê bajarê Hemayê dorpêçkirin li gor fermanên serokê welêt Hafiz Elesed 27 roj ew dorpêçkirin berdewam kir ji bo qirkirina raperîna Elixwan Elmuslimîn li hember dewletê.
3- Hevdûgirtina Sûrî ji hêzên şoreş û dijberiya Sûrî ew hemahengiyeke ji komên dijberiya Sûrî pêkhatibû.
Û di bin siha windabûna dîtina cûda de kom bê rêber diçin û ji hevdû ve mîna libên tizbiyê belavbûyî belav dibin,li benda kî wê bi rêve bibe, bê ku alavên rêveberkirinê binasin, di bin siha nediyariya guhertinê lê pala xwe dide li ser ramanê û çalakirina ji rêveberkirina wê ve bi rengekî kirdeyî ve bi rêya gotûbêja bi mêjiyan re û şiyarkirina wan ve bi rêya têgihiştina wê ji sirûştiya rewşa wê ve, li gel wê civak derbirîneke ji rengê sîstema desthilatî re ye dema di dîmenê wê de rewşekî diyar dibe têde maf û erkên takekesan tête daqurtandin, ji sedema bikaranîna tirsê mîna alavekî ji derbirînê li ser sertiyê ve, wê çawa mêjî rabibe û zo mezin bibe bin siha kêmanî û pêdiviyê, lê bê guman ku qonaxên mirov a yekem ta radeyekî mezin kesayeta wî ava dikin, ji ber ku fişara civakî û hestbûna bi sêwîbûnê ve û kêmaniya mezin ji nermiyê re dikare kesayeteke bê par têkçûyî ava bike , derdê êş û pêrewiya mezin berve tundiyê bikşîne û ev yeka dihêle hestekî ji tolhildanê ve diyar bibe û gera li ser mafa a windayî bi rêya xwestineke dijwar ve ji xwestina wê re bi rengekî nankor û çavbirçî ve.
Ew yeka dihêle kiryarê gunehbariyê carcaran durist bibe, û xwedîkirin dibe amana bingehîn e ji pêşwazîkirina hemî reftar û kiryarên yên zarok wêna dimêtê ji destpêka çêbûna wî ve, tewrîvanên çepgir dibêjin ku sermedarî ew tekbare yê divê li hemberê wê şer bête lidarxistin bê ku bibêjin ku totelîteriya navendî ew kargeh û bingeha sîstema hebûna wê ye û divê pêşî bête jinavbirin û guhertin, ji ber ku navendiya totelîter ew naveroka sermedarî a bingehîn e ji çi hilweşandineke civakî a hatî re .
2- hewildanekî ji têgihiştina koçberîbûnê
Seyrbûna mirov ji tiştekî re ji derveyî tiştê ku di destê wî de ew dihêle ku zêde biêşe, ev yeka me dihêle em vegerin felsefa Hindî a banga têgeha ne girêdanê kiribû, dema gotibû ku derd çêdibe dema mirov bi tiştekî ne a xwe ve tê girêdan, em dikarin wisa rêwîtiya mirov di nav koman de bi derbasbûna xwe ve li qonaxên çêbûna wî vegerînin ,ku ew serpêhatiya girêdanê ye, û têkreçûna têgihiştina wî ku ewê din bi me ve ne girêdayî ye ew tiştekî ne diyar e ji derveyî refê takekes ve û çûna wî ya xweserî û xwesteka wî ji girêdan û pêketinê re, ji bo nîgarkirina rewşa têkiliyeke jiyankirinê armanc dike, ji ber ku di bin siha wê civakê de ,em azadiya biryarê dibînin ku ne diyar e ji henas re di bin siha ricîmeke nêrîtiyê de, xuristiya ramana a jiyanbûyî ew ê qelşanê kûr kiribû bi sedema harbûna hêmanên tirs û pêdiviya dijwar ve di navbera tofên civakî de, ji ber peywendiyên mirovî bi têkreçûn û qutbûnê ve bindest in,tirs ji şadiyê ve û dûrketin ji gera li wê , ev yeka wateya wê ketina di lawazî û hingemeya henas de ye, li gel wê zoreng natebite, û di vir de kêşeya azadiyê aşkere dibe,li gel wê yaseyên sert ên mêjiyên takekesan dişon û wan dihêlin bê can û mirî bin an mêrên rîbût bin, nikarin çi guhertinê pêkbînin,tenê têkreçûn û awanteya a ku hişên yên li ser her tiştî serdest aşkere û nehêne dike, li gel wê ramanvanê Rosî Nîqolay Eliksenderûftş Birdayif dibêje : ( Çi tiştê ku ji civakê ve dertê nêzî koletiyê dibe, lê çi tiştê ku ji giyan ve dertê banga azadî û derperînê dike.) û bi vî rengî ve em gotinê wî dibînin berztir dibe di rewşa vê civaka dorpêçûyî de bi bend û baskên xizanî û milhûriyê ve.
Bê guman ku wêjeya zîndanan (Şeytanok- Mistefa Xelîfe) nûnertiya diyarkirinekî ji rewşa zîndanî a deronî re dike, li pêş lêdan, işkence û kişkişandinê yê ku ew wan jiyan dikin û ew fêrîkirineke ji aliyê deroniya wî re ye, herwiha hestbûna xwestina mirinê bi sedema azarbûnê ve ye, an çi tiştê ku êş û bindestî û tirsa heyî radiwestîne, berhinde ji êş re qonax û çaxên berve bedkariyê li kirêtirînê radibin ta tiştê herî bi saw û bi dînbûn ve, li gel wê azarbûna pîroz heye a ku di deqên olî de diyar dibin bi rêya gotûbêja soz û gefdanê ve , li gel wê tiştekî ji hestbûna bi azadiya xwedayî bi saw ve nîne ji ber ku tê pesindan bi rengekî bi bandor ve dikeve di hest û hizrê kesê pêşwazker yê bawermend de ta li wî pêdivî bike ku bitirse ji bêzariya a di jiyanê û piştî mirinê de. (Azariya gorê û Dojehê.)
3-Bandora cîgeha nû li ser niştecî
Em peywendiya niştecî bi cîgeha nû re dibînin ku bi temamî ve cûda ye ligel cîgeha a ku lê nû penageh dibe, bi sedema bêhoşiya wî û xastina wî ji mîl û helwestên demborînê ve, ji ber ku guhertina têgeh û reftaran pêdiviya xwe bi demê ve heye,ev ji bo kesên bilyan in ên ezmûnên bi êş ve berî penaberiyê jiyabûn, lê ew nikarin bibin beşekî xuristî ji civaka nû di derbarê têkelbûnê de, eger em wan bi zarokan ve daneberhev bikin, zarok zo têkel dibin bi awayekî rehet û hêsan ve.
Reweşt fermandariyê dikin li ser wan kesên ên zehmetiyên têkelbûnê li cîgeha nû dikşînin, ev yeka ne bi pêwîstî ve mirov bighîne encamekê bi çêbûna qayimbûnekê ji yekgirtinê ve bi xuristiya welat yê lê ew kes têde niştecî dibe, têgihiştina mirov bi palpiştbûn li sirûştiya vegûhêztinên wî ve û şîrovekirina guhertinan li gor rewşên bandorbûn û bandorkirinê ê jîndarê mirovî wana pêşwaz dike bi sûd in ji bo diyarkirina peywendiyê di navbera mirov û erdnîgariyê de bi rêya pevxurîna wî bi kesayet û alavan ve û wergirtina wî ji serpêhatiyên sûdmend re û beşdariya di avakirina kesayeta takekes de û avakirina zanîn û berketiyên wî bi rêya peywendiyê bi derdorê re,lê ev yeka ne hêsan e ji xwedî serpêhatiyên hevgarî ên serkotkirineke desthilatî û civakî di eynî demê de jiyabûn, ev yeka rolên têkelbûna wan di cîgeha nû de asteng kiribû, li gel wê komên serpêhatiyan ên takekesên penaber werdigrin sînora pêkanîna wan ji şopandina mercên guhertinê re ligel rewşê sînordar dike, li gel wê serguhabûna ramanî , wijdanî û viyanî di bin siha derdora nû de bi rengekî xwebexş pêknaye, li gel miqatebûna bi takekes ve û şîrovekirina paldarî û kiryarên wî ji ber ku gelek girîng e ev yeka ji bo naskirina aliyê nehêne ji kesayeta wî ve, ya armanca jiyaneke baştir dike, lê rikeberiyên rewşê û bendên jiyanê û fişarên wê ,herwiha çendayîyên ên rolekê ji nîgarkirina nîşanên jiyana mirov dilîzin mirov birêve dibin ji gîhandina rastiya a dibêje ku mirov lawê wan xêzên bêçare ne û ew li ser rehniya xuristiya rewşan mirovekî ne azad e û azadî dimîne nîgaşek, hizr mijol dike û pir caran ne xuya ye, wateya wê çi ye?
Çawa mirov pê şad dibe bi awayekî giyanî an daringî ve!?
Ev pirsînên yên di hizrê takekes de dilivin di dema gera wî ji bo penageyeke aram ta têde bijî, cîgeheke ku têde bê tirs û metirsî tevbigere, lê metirsiya mirov timî di hizr de dimîne , dema hebûn tune dibe û mirov dîlgirtiyê demborînê dimîne bi helwest, bûyer û bîrovebûnên wêna li ser henas ta demekî dirêj ve .
Takekes timî di bîranîna demborînê de ji reftarên xwe ve qutnabe, bi taybetî ve eger ew demborîn têde saw û têkreçûn hebe, ji ber ku lêdanên yên derbasî takekes dibin bi demê re neman nabin, lê di ne hestbûnê de cîgir dibin û tevlî koma sêwirên takekesî dibin,di hundir de dimînin, di nav xwe de dijîheviyan hembêz dikin, dema takekes bîra erdê dike, hewayên hêdî ne rêncbûyî dibin pêşkerekî ji jiyaneke baş re, têde geşbûn û ferehî gelek peyda dibe, bi vî rengî em dikarin takekesê penaber têbighin dema xwe li dor zincîrekê ji helwestan dipêçîne wî hîşt tebitî be û li dor demsalên demborînê û peywendiyên wê pê re bizîvire, bi awayekî dudil ve, ew metirsî parçeyekî naye veqetandin ji henas ve, dihêle hensa fêrî sêwirên xwe bibe, vekişîna berve ez û dûrketina ji nakokiyên din ve bi wê re, tenahî hîşt bibe nanê jiyanê a bingehîn, ji bo em henasê binasin divê em têgeha piran di navbera din de saz bikin, ji ber ku reqbûna a ku penaber bi ê din re dijî wî dihêle tam ji aramiyê qut bibe, û jêre xuyakirin dide ku jiyan tenê şeytanokeke li ser xwe ve dizîvire , rastî çi ye?, bi rêya tiştê ku mirov ji jiyana xwe dixwaze tê berketin,ango tiştê wî dihêle geş bimîne û wateyên ferehiya cûrbecûr bijî.
Serpêhatiyên mirovan encameke girîng in ji takekes re ji bo bikaribe henasa xwe geş bike bi rêya guhertinên girîng di derbarê pêşveçûna kirdeyî de, têgihiştina vê yekê alîkariyê dike ji bo têgihiştina zikmaka rastiyê bi palpiştbûna li ser seyarana girtinheviyê ji bo baştirînê.
4-Nasnameya serketî di rû nasnameyên barketî de
Cengên nasnameyan bê guman di her cihî de û ji derveyî sînoran ve diqewime, lihevketin di kokên xwe de kêşeyekê radike naveroka wê hewildana desthilatên netewî a navendî ji binyadkirina girtinheviyên navxweyî ên gerentiya hebûn û serdestiyên wê di dewlet û civakên xwe yên resen de didin, li gel wê em Tirkên alîgir ji rêbaza Islama siyasî re a ku ( Erdoxan 1 nûnertiya wê dike) dibînin tevî ku gelek ji alîgirên wî li Elmanyayê jidayikbûn e di nav derdoreke demukratîk de ku bi maf û erkan ve bawer dibe,lê ew tevî vê yekê şêwaz û nerînên netewî ên teng a li hember her tiştekî demukratîk derdikeve weşan dikin.
Ew nakokiya a cîgir di nav vê tofê de ,şopîner li matmayîbûnê dehf dide, ta bipirse li ser dûsereyîya ramandinê, eger tu bi milhûrekî desthilatdar ve bawer dibî û li pey wî diçî, çima venagerî û li welatê ku ew têde serok e najî!?, dewsa tu bi binemayên yeksanî û demukratiyê ve li van welatan şad dibî?!!.
Welatê ku ew têde mezin bûn e û bi civakên wê re têkelbûn e, çawa em dikarin vê şîrove bikin û vê cihêbûna ramanî têbighin dema tu piştgiriyê milhûrî û navendiya dewletê dikî di eynî dema tu li welatekî li ser bîngeha sazî , ricîma yekbûyî a ne navendî û yaseyê avabûye de dijî!
Ev yeka me dihêle em agehdar bibin sengerkirina parastvanê nijadperestiyê bi ramaneke li hember jiyanê û hevjiyana hevbeş napejirîne û li hember nerînên cûda tekoşînê dike ji berjewendiya yekalîbûna nerîn,raman û gelemperatiya wî.
Em cengên nasnameyê dibînin mîna bersiveke ji suriştiya girtinheviya mirovî dema bi rêve diçe ji bo parastina taybetmendiyê bi rêya jêbirina taybetmendiya ê beranber ve an pişaftina wî di nav xwe de, li gel wê zorenga nijadan li ser nankoriya malgirtinê derbirîn dike,dagirkirina erdnîgariyê, hatinên xwarinê, gaz û avê .
----------------------
1- Receb Teyib Erdoxan 26.02.1954 hatibû dinê, siyasetvanekî Tirkî ye û serokê duwanizdemîn e û niha ye ji Tirkî re ji sala 2014 ve.
Ev rê dide aliyê serkeftî ku destê xwe deyne li ser samanê, wê hilîne û anîber bike li ser hesabê stûxwariya nasnameyên biçûk ê helistên bergiriyê li cem nîne taku bikaribe li berxwe bide, ji ber ku navçe bi girtinheviyan ve cîteng bûye, û li ser nanê diljêçûnê jiyan dike, berdêla vê yekê pêkanîna pirojeyên têkoşîndar û jînî û vexwendina li civakeke zanyar ,xwesteka karê sazmanî dike mîna destikeke rizgarbûnê ji cenga nasnameyan a vala, eger agirên cengên gewdehî û devên agir û gullebaranê rawestin, lê wê bi hêsanî şopên agirên gûrbûyî newe jinavbirin, ên bi xwe re heznekirî û kînê tînin, û li ser tê avakirin ji aliyê ew ricîma a ku bi movikên dewleta Tirk ve ji damezrandina wê ve girtî ye, li ser bingehên nijadperst û totelîter çi nirxî ji netewên ên pê re dijîn nade, serweriya nijada Tirkî û binyadkirina wê mîna çandeke bingehîn li dibistan, peymangeh û zanîngehan û kûrkirina daberizka ez û bişanhildana diljêçûnê bi rêya vê yekê, kûrkirina girsbûnê di ez de li cem nijada tirkî bi fermaneke desthilatî ve nûbûyî bi rêya hatina ricîmên faşî, ew xatirkariyeke ji tewriya hêz re ye, û kolekirina pêkhateyên lawaz, rûtkirina wan ji rabûnên hebûna xwe re,ji erd, nasname,ziman û şopên şaristanî ve, pişaftina rêzimanî ê ricîmên Tirkî pêkanîbûn gerentî dabû ji pişaftina gelê Kurd di nav zimanê Tirkî de, gelek hatibûn e pişaftin, nikarin dûbere li zimanê xwe miqate bin, an nirxekî baş û
rastîn bidne zimanê xwe, bi bihaneya ku dem dereng ket û êdî nema ev yek çareser dibe, an bi rêya bihaneyên ne girêdayî bi pêwendiya ziman bi hatinrêzê ve, û wisa em dibînin ku rewşa xemsariyê hatibû dîtin mîna hewildanekê ji bo hembêzkirina pişaftinê an pejirandina û rewakirina wê, ev yeka dibû ji alavên serkeftina qirkirina rewşenbîrî, li rex hewildanên dewleta Tirk ji roxandina kevineşopên dîrokî û konewarên şaristanî li bakûrê Kurdistanê (Hesekêf) wek nimûne û kevineşopên li Amedê ya kevin (Diyar Bekir- Taxa Sûr) û wêrankirina kevineşopên (Eyin Dare) li Efrînê, ji derveyî paşguhkirina wêzimkarî li navçeyên Kurdistanî û belavkirina Islama kevinşopî têde, binyadkirina rewşa çetîtiyê a bi saloxgeriyê û artêşa Tirkî re hevkar e ,herdû gelek kiryarên wêranker li hemî deverên Kurdistanê pêkanîbûn, ji bo bazdana xwedî war û valakirina navçeyan ji xelkên wê ve û koçkirina wê ya berdewam bi aliyê bajarên Tirkî a mezin ve û hîştina Kurdistanê paşgukirî wek kavilên bêkesmayî, ji ber vê yekê armanca tewriya hêzê ew guhertina kiryarê di derbarê takekes û koman de û ger bi cengên derveyî ve û qirkirinên gewdehî ve dewlet avabûn wê pişt re bête veguhêztin li qonaxa miqatebûna ji bermayên van cengan ve di civakê de, bi çandina tovên têgeha serweriyê ve li ser jîndarên lawaztir, gotinekî oveye bicî dibe naveroka wê ku( hêza wan pêkhateyên lawaz û bindest xurtir bû wê rikberiyeke metirsîdar li ser dewleta netewperest a bi hêz ve bikin), ma çawa dewleta Tirk hebûna xwe mîna neqşeyeke siyasî parast!?, bi rêya kirîna kesan bi pereyan ve , ji nêzikirina hinek rêvebirên êlên Kurdî ve (Hawarxwastina Eteturk ji axeyên êlên Kurdî ve di dema cenga serxwebûna Tirkî de) an bi rêya kuştin û serkotkirina şoreşan ve (raperîna Şêx Seîd Bîran sala 1925 pişt re serhildana Seyid Rîza 1937-1939), bi rêya ajotina êlên alîgir ji dewletê re li hember van şoreşan û ev kiryar tê nûjenkirin ji aliyê neviyên Toranî ve ta roja me ya îro ( çeteyên parastvanên gundan li hember partiya karkerên Kurdistanê.)
Ji ber vê em tekoşîndariya nijadperestiyê mîna kedekî zehmet dibînin dema dewlet mîna alavekî parastî jêre be, wî ji hewildanên gewirîn û serkêşiya cemawerî diparêze, ta bibe destûr û rêyeke jiyanê, bobelat û cengên navxweyî ta dema dûr bi dû xwe ve tîne tevî ku cîhan bûye gundeke gerdûnî biçûk ji pêşketina destikên xweşî û peywendiyan ve, lêbelê ramanên netewperest têkneçûn, lê têne çalakirin û xwarinkirin berdewam in (Rasta Millî li Ewrûpayê) û dehfandina cemaweran ji lêketinên vala ve bi dawiyê ve hatin û xêrên wê neman dibe, ji ber vê yekê kedên dikin di rû bivveya derbasbûna tewriya netewî û kirina wê mîna sedema parçekirinê hîn têr nake bi taybetî ve ku desthilatên xwedî moreke totelîter li hember çi hewildaneke demukratîbûnê li hundirê wêlêt an ji derveyî sînoran ve radiweste, mînaka vê yekê tiştê ku Îran û Tirkî dike ji guhertina rê û aliyê van şoreşên rojhilatnavînî ve û xwarkirina wê berve xefka Islama siyasî bi herdû şaxên wê yên Sinnî û Şêî ve, lê hewildana zorkariya fermî ji dewleta serkotker re ji bo bicîkirina xwesteka cûdaxwazî an serxwebûnê diyar e bi rêya pêngavên tunekirin û paşgukirina gellan yên dijberiyên siyasî ji van ricîman re eynî rêbaza desthilatê bikaranîn li hember pêkhateya Kurdî bi rêya berdana roparta serketinê, tiştê hîşt xwesteka cûdaxwazî an serxwebûnê xwestekeke lezlêkirî û serkeftî be dema ku bi xwestekên navdewletî re lihevhatî be, ji ber ku rastiya dîtina civakeke demukrat pêknaye di bin siha hebûna zorkariya fermî ên van dewletan pê êrîş dikin û di navbera hevdû de timî li ser piştrast û erê dikin tevî çiqas nakokî û rewşên aloz, ev yeka jî derî vekir ji destwerdanên navdewletî û zorengên herêmî re ê bêhtir gelê Kurdistanê buhaya wê ya giran dida.
5- Tekoşîndariya nijadperestiyê û berzbûna civaka zanyar
pîşesaziya azadiyê bi rengekî kirdeyî ve bi şoreşa mêr û jinê ve girêdayî ye di eynî demê de, û rêbaza zanyariya rastîn ew ji bo jêbirina kêmaniyê û hestbûna bi jêrîtiyê ve li pêş yê serkeftî an serçûyiya hilgir ji reftarên desthilatê ve yê pê hatinrêzên xelkê dixe di bin gefê de, divê ew şoreş bê têgihiştin pêşî ji pêdiviyeke bê sînor ve ji ezgerkirina mirov ve ta dûrî kêşeyê girêdayî bi bîrdozkirina wî ve be li gor rêbaza desthilatê.
Berketina me ji kêşeyên kûr ya civakê ve û baweriya me bi sûdê guhertina wê û rakirina jêrîtiyê ji ser jina rojhilatnavînî ve dibe sedemekê ji zayîna ramanan re û avabûna kesayeta ne pêrew , ji ber ku takekes pêşî li dayika xwe dinêre, mîna mînakekê di destpêka çêbûna xwe de, û li alava desthilatdar a sert dibîne çawa ku dixebite ji bo perwerdekirina mirovan li ser rageha şiyarbûn û tirsê , bi mebest ve hizr mijol dike bi rêya bêkarî, xizanî û paşgukirina wêzimkariyan û belavkirina gendeliyê mîna rêyekê ji belavbûna hingemeya civakî ve, ji ber vê yekê em zanyarên mêr li rex zanyarên jin dibînin parçebûyî , ji hevdû cuda ji bo çarenivîsê xwe dixebitin, çi sazî wana nacivîne û derdê parçebûnê dikşînin, ev yeka jîniya netewê lawaz dike, wê dihêle di nav dabeşbûn û parçebûna xwe yê siyasî de be, yên ricîmên totelîter li wan bi rêya tirs û kirîna kesan ve sepa kiribûn.
Zanyarê azad bi kirdeya mehnedanînê û vexwendina ji tekoşîndariyê ve bawer dibe mîna rêyekê ji şiyarbûna tirsokan ve, û sazîkirina naverokekê ji pirojeyên yên dikarin ji takekesan re bosteke fereh çêkin ji bo rabûnê.
Rizgarkirina ji hestê kêmaniyê li cem jin û mêr ve bi rabûna zanyarên jin ve destpê dike ên dikarin erkên çarenivîsî bi zanyarên mêr re parve bikin ji rêvebirina civakê ve û perwerdekirina nifş li ser rageha azadîbûna takekesî ji desthilata bîrdoziya partîtiyê an desthilatiyê ve di qata bilind de bi rêya pesindana zanyarê azad û beskirina bişanhildana tek serokî ji bo berhemdana serokên ên wêzimkariyê dikin û bêdeng dixebitin.
Malgirtina bîrdozî ew hewildana darjêdankirina dilniyabûnê û ciwanîkirina wê bi raçête û dagihêjîtinan ve pêrewîkaran hewil didan cilê rastiya a gumanî pê nabe lêbikin, di dema ku zanyarên jin û mêr li hember van hewildanan ji kevin ve radiwestin, gelek ji wan jiyana xwe jidestdabûn li pêş dadweriyên soraxvanîkirinê ên bi husteyî ve wana azar kiribûn û berhemên wana sotandibûn, eger çendîn şîrovekar xwestin desthilatiyê ciwan bikin û cilê çaksaz û feylesofan li wana bikin lê ew bi serneketin.
Mildana cemaweran bi koratî ve ji pirûpogandeyê serokê birêz û pendiyar re binyadkirineke ji gendeliya giyanî ye û reşepêşkirina ramanî re ye bi rêya rewakirina mildanê û kirina wî mîna erkeke niştîmanî, herwisa zanyar di metirsiyeka mezin de dimînin, tên e dabeş û parçekirin û zehmet dibe anîna wan li ser peyv û nerînekê, beşekî ji wan dibin pirojeyên pêrew tenê gotinên xweş dibêjin û dibin layîngiriya desthilatê tevî (diljêçûna wanî veşartî jêre), beşekî din bi giştî ve dûrî dîmenê vedikşin bi rêya koçkirina ji welêt ve an bêdengiyê an carne serserîtiyê dikin bê hemahengî an pêkanînên ku karibin guhertinê pêkbînin, kesê çevsênîbûyî bîra xwe bi xwe re radike eger berî xwe bide ku derê, bîr dibe amaneke hemî dîmen û bûyerên mirov kurtas dike di hundirê welatê xwe de bi taybetî ve qonaxên çêbûna wî ya a yekem, ji ber vê yekê yek dibêje ku cîhan tevî ku di warê erdnîgariyê de bête dabeşkirin di navbera rojhilateke giyanî û rojavayekî hişmend de lêbelê hatina koman û tevderbasbûna wan bi hevdû ve wê erdnîgariyê tebitî nehêle û ne jî çavkaniyên zanînê lê wê her tiştî bimîne di nav têkelbûnê de , ji ber vê yekê em guhertinên deronî dibînin ku berve vebûnê di navbera çandan de çalak dibin, ta erdnîgarî bimîne bin siha şoreşên pêwendiya civakî (Fêsbûk,Tiwîtter,Instagram , Youtûbe û Whatappê ) li pêş hemî hatinrêzên nû wê vekirî bin , wê ropartên nijadperst nikaribin têkelbûn û hevdîtinê sînordar bikin.
Desthilatbûna a li ser civakê pêkhatî, tenê jehrên xwe di hizrên takekesan de berdide ta wan bike qurbaniyên lîstoka rev û bazdanê ji rewşa lêketinê ve.
Nijadperestiyê mîna şepêleke ji aliyê hevjiyana hevbeş ve nevêtî dibe .
Ew ji bermayên ceng û girtinheviyên navxweyî ne ên di navbera pirkes û kêmkesan de çêdibin, şopên xwe yên deronî di hundirê xelkê de dihêle ,ên rastî serkotkirinê tên, dibe ku koçberiyên ên ji zorkariya siyasî ve encam didin bi rastiya rabûna nijadperestiyê ve peywendîdar be, mîna binemayeke jiyanê partî an dewletên ên li berbijariyên mezintir û destketiyan digerin lê xwedî derdikevin, di baweriya xwe de ku ew xwedî bişanhildana dîrokî ne û timî ji serdariyê re di her çax û qonaxekî de şiyandar in ,ew komelbûyîn mîna hewayeke lihevhatî saz dike ji bo rabûna nijadperestiyê û hestbûna bi cûdabûnê ve ji rengên civakî yên heyî re, herwiha dibe metirsî li ser çand,desthilat û navendîbûna fermandariyê.
Tirsa Tirkan ji kurdan ve ji baweriyekê ve pêktê ku Kurd metirsî ne li ser welatê Tirkiya yê ê ku beşekî mezin ji erda wanî dîrokî ve li gel dewletên cîran hembêz dike , ji ber ku sabara Kurdistanî mîna şevpestek e li hember wê û divê pîlanên berdewam bêne amadekirin li hember hewildanên wê ya berdewam, ji ber vê yekê nijadperstiya rojhilatnavînî dijminê demukratîbûnê ye û piştgirê dewleta netewperest a saloxgêrîtî ye , ê timî ol bi awayê xwe yê ragehî ve bi xwe re têkel dike mîna destikekê ji fermandariyê re û gerentîbûna pêrewiya bêhişan bi rêya dergeha Islama siyasî ve.
Nijadperestiya Ewrûpî bersivek bû li hember penaberên ên di welatên wan de niştecî dibin, mebesta min ew nijadperestiya nûjen ê her û her hêdî hêdî bi derbasbûna demê ve bilind dibe, bê guman cenga navxweyî li Sûrî, girtinheviyan ji derveyî sînorên wê ve şiyar kirin, ger li Tirkî an Îran an li cîhana Erebî û welatên Islamî bi giştî ve ên derdê xizanî,gendelî û bêkariyê dikşînin.
Ew dibûn naverokeke dewlemend ji rabûna komên Islamî re yên sînoran derbas kirin .
Çûna bi aliyê tekoşîndariya nijadperestiyê ve di zanîna zimanan de û peywendiyê ye bi gellan re ye, li gel wê ramana parçekirina xelkê di navbera tofên bilind û nizm de xwestekeke rêbazbûyî ye ji bo rêvekirina li pêş girtinheviyê û bergekirina wê bi awayekî bîrdozî ve, ta bibe rêyekê ji dagirkerî û serdestbûnê re bi rengekî hêsan ve, ji ber ku çi bihaneyeke hişmendî ji gotinê wî Elmanî re nîne dema Êmanoêl Kent 1 1724-1804 dibêje (wekî zêdekirina li ser tewriya wî ya zanyarî ve bi dabeşkirina zayendên mirovî li gor reng), gotibû ku zayendên bêhtir jîr û pêşveçûyîn û beşdarbûn ji avakirina şaristaniyan re ew zayendên sipî ne, pişt re zayendên zer tên ,dûrre reş lêbelê zayendên sor û hindiyên sor û gelên parzemîna hindî mîna bedtirîn zayend tên ji aliyê jîrbûnê ve û kêm pêşdikevin li gorî derbirîna wî!.
Feylesofên pêrew ji kar û barên desthilatên xwe re timî bihane didabûn e wan ji bo xwe berfereh bikin û serweriya xwe berdewam bikin.
Em yê Engilîzî Dêvid Heyom 2 1711- 1776 dibînin dema dibêje bi dûrxistina nijadên ne Ewrûpî ve û wisa diaxive :
( Ez qet guman nabim ku reşik û hemî çûreyên mirovan ew di xuristiya xwe de ji mirovê sipî ve jêrtir in.)
Yojîn Fîşer 1874-1967 banga paqijkirina mirovan û kuştina dilovan ji seqetan re û qirkirina Cuhûyan kir, van helwestên tarî ji binî naghe rastiya mirovê zanyar, lê bervajî gemiya mirovahiyê û aştiya afrênerî diçe, ê mebesta min bi wê avakirina stûnên huner ,pêşesazî û afrêneriyan ji bo jiyana mirovî a yeksan û pêkanîna geşepêdanê ji bo xêra hemî qat û bijardeyan û parastina destketiyên mirovê hişmend li hemî deverên hebûna lihevhatî.
----------------
1- Êmanoêl Kent: Ew fêlesofekî Elman e ji çerxê hejdemenîn e 1724-1804 , jiyana xwe hemî li bajarê Kunisgbêrg li şanişîna Birosiyayê bihûrand, ew dawî fêlesofên bi bandorbûn li ser çanda Ewrûpî a nûjen.
2- Dêvid Heyom: di 26 Nîsanê sal 1711 de jidayikbû û di 25 Tebaxê sal 1776 de koçkiribû, fêlesof,dîroknas, û aborînasekî Iskutlendî bû û kesayeteke girîng bû di felsefa rojavayî û dîroka ronakbîriya Iskutlendî de.
Ewrûpa ramana ne jinxwaziyê bi gellên din re derbas kiribû, bervajî gotina ewê Ferensî Arthir Gûbîno 1 1816- 1882 ê guman dikir ku tekelbûna nijadan û jinxwaziya wan ew sedemek e ji têkçûna şaristaniyan ve dema dibêje : ( Arîbûn têkdiçe bi rêya têkelbûna bi hunerên reşikan ve.)
Em îro têkelbûn û pirbûna çand û şaristaniyan dibînin ku hinira raberî,raman û berzbûnê li cîhana bê bend û sînor berdide , li gel wê zanyarê Birîtanî Tişarliz Darwin 2 1809- 1882 di pirtûka xwe de (zikmakê çûreyan) dema tewriya xwe pêşdebiribû û nexwest xelkê di navbera tofên bilind û jêrîn dabeş bike, ji ber vê zanyarên ên berketin û raberiyên xwe ji bo civakek e zanyar bikaranîn ewê yên di xwe de taybetmendiyên ku wana dihêlin hebin û serbikevin bi wê xweşrewş dibin, lê ew tofên ku bi jehrên tundirewiya olî û netewî ve têkçûyî timî bi tembelî û jêrîbûnê ve bindest dimînin, ji ber dibin barekî zêde li ser heyînê, dema li ser diljêçûn û nijadperestiyê û xewinên serketina diravî a nijadî dijîn, ew rêberên dirindîtî ,kuştarên giştî û koçkirina bi zorê ne, nikarin têkelbûnê bi giyaneke nûjen ve têbighin, ji ber ew ji zanyariya a ku bi rewişt ve yekbûyî ye dûrketibûn.
Hebûn tenê ji zanyarên jin û mêr re ye ên li pêş rêya xwe astengiyan radikin û bi binema yekîtiyê di navbera jin û mêr de bawer dibin, bê pêrewî û kêmîtî, ji ber ku hebûn para afrêner e û ev yeka rizgariya hebûnê ye û dawiya desthilatî û pilana li ser mêjî ji dergeha sazkirina tirsê ve.
Netewhezên rojhilatnavînî ji Ereb,Faris û Tirk û jibilî wan gelên ne li gor xwe mîna çeteyên girêdayî bi derve ve dîtibûn û divê bêne hilkirin, serkotkirin an pişaftin li gor berketiyên xwe.
Va zanyar Curc Terabîşî 3 dibêje : ( Pir tewrîvanên netewperest gîhan astekê ji mendalekirina kêmnetewan ku wana danasîn kirin ku ew kêmnetew ji çêkirina mêtingeriyê ne, ji ber ku kêmnetewan hebûnek wanî bi xwe nîne, lê ew di rewşên herî baştir ve tenê derzên dîrokî ne, lê entîke ne divê carek din têkevin di yaseya helandin, parçekirin û piştre têkelbûnê, ew tu carî bi çi rewşî ve nabin nîşana cûrebûn û çavkaniya dewlemendiyeke şaristanî.)
------------
1- Cûzêf Arther Gûbîno: 14 Hizêranê 1816- 13 Çirya pêşin 1882 xanedanekî Ferensî ye, pêşdebirê tewriya serkeftina nijada Arî ye.
2- Tişarliz Robert Darwîn: zanistvanê dîroka xuristî û ciyolocîk e, li Engêltrayê 12 Sibatê 1809 jidayik bû, 19.Nîsanê 1882 koça xwe kir.
3- Curc Terabîşî: 1939- 16 Avdarê 2016 , ramanyar,nivîskar, rexnegirekî Sûrî ye.
Wisa civak hatibû parçekirin û bizdan di jiyana xelkê de weşandin, zorkarî mîna bergekî giştî diyar bû, desthilata netewî wê mîna rûpêçekî li xwe kiribû.
Zanyarên Ewrûpî berî xwe dabûn e penda cûrebûnê, hevdîtina mirovî û pêguhertina rewşenbîrî di navbera netwan de, ji nirxê mirovê hişmend li hebûnê bi serketibûn, va em zanyarê Ferensî Kilûd Straws 1 1908- 2009 dibînin tewriya nijadê bi rengekî dij saz dike û dibîne :
( Cûrebûna çandên mirovî divê bi awayekî bêcan ve newe berketin, ji ber ku civakên mirovî ne bi tenê ne, dema di asta herî dûr de ji pileyên cihêbûnê ve dimînin dîsa jî pergalên parçeyan an koman distînin.)
Berhinde ev piştrastkirineke li ser serkeftina nirxên ronakbîriyê beranberî lawazbûn û pûçbûna gumanên nijadperestan û tengiya asoyê wan.
6- Dîtinekê ji awayên sazbûna sitemkariya siyasî ve
Têkiliyên mirovî hatin guhertin taku di navbera alîgirtinan de bêne dabeşkirin, û nirxê xuristî ji peywendiya xuristî ve li pêş hezkirina desthilatî û têkalîna peyrewan li dor hevdû kêm dibe.
Ev guhertin û dabezîna di rewşê de amadebûna dirindî li cem mirovê pêşbaz ji bo limêjkeriya hêrsê piştgîr kir, peywendiyên qezencî dewsa peywendiyên xuristî cihê xwe girtin û dêmên mirovê diravî pir bûn û ji dema hêsanbûna jiyana wî ya destpêkê ve zehmetir bibûn, êdî li pey rewşeke li ser sertiyê ve cîgir e dikeve û wê bişanhildan dike, ta bibe mîna eynikekê jêre an pîvanekê ji têgihiştina başbûnê ve û çûna bi dû wê ve.
Dirinde li vir serwer e û li ser vînan serdest e, ew wan bi dîmenên hêz û şehnaziyê ve dinixûmîne, taku bedewbûn, xweşikbûn û ciwanî bibe dîmeneke nerm ji dirindiya jiyana nûjen re ê gelek mirov xwe pê girêdidin bi bihaneya nûjenkirina jiyan û nirxan ve.
Ev yeka berzbûnekê saz kiribû bi aliyê harbûnê ve ji pêşbirk û zorengê de û herwiha ji malgirtinê re, berhinde komkirina girtiyan di zîndanê de û pêşwazîkirina wan bi rêya afirandina cûreyekê ji azarkirinê ve bi sernavê ahenga pêşwazîkirinê (girtîgeha Tedmur1) dibe yek ji ferehkirina pêşesazîkirina dirindî ve.
-----------
1- Zîndana Tedmur: zîndaneke leşgerî bû nêzî bajarê Tedmurê a çolî dikeve li rex kavilên wêna yên navdar piştî 200 Kîlometran bakûrê rojhilata paytexta sûrî Şam, di sala 1966 de hatibû vekirin, di bîngeha xwe de ji bo leşgeran hatibû çêkirin di bin rêveberiya asaîşa leşgerî de ye, navê zîndanê bi navnokitinê ve girêdayî ye, di sala 2001 rêxistina lêborîna navdewletî raporekê belav kiribû wê zîndanê pesindan kir ku (hatiye çêkirin ji bo mezintirîn zorbazî, tirs û derd di dermafê girtiyan de pêkwere.)
Guhertina mirov ta bibe jîndarekî tevlîhev di kar û kiryarê xwe de, şîn û işk hildikşîne, dibe wêranker, bi rêya azarkirina wî ji rêya dergeha zorbazî û tolhildanê re, ji ber diyardeya girtiyê siyasî di xuristiya xwe de derbirîneke li ser pêşesazîkirina dirindiyê, girskirina bizdanê di jiyana takekesan de wana berve dawiya wan dibir.
Azarkirin hat e bikaranîn bi gumana gera li rastiyê û naskirina gunehkar di kevin de, li Yonanistanê û di dema Islamê de û berî wêna, herwiha di serdemên navîn de, mîna destikekê ji parastina keşeya katolîkî ve hatibû bikaranîn, li gel wê di salên şêstan de ji çerxa buhirtî ve zanistvanê deronî Stanlî Mîlgram 1 ezmûnekê li zangoya Yayil pêkanîbû ji bo têgihiştina pêvajoyên Holûkustê ên leşgerên Nazî li cenga cîhanî a duyem pêkanîbûn û zanistê deronî a Emrêkî Filîb Zimbardo 2 ezmûnekê di zîndana Stanfordê pêkanîbû û gîhabû encamekê ku kesên azariyê pêktînin divê pabendî fermanan bibin ji ber ew baş bawer in bi ricîmekî bîrdozî cihekî xwe yê civakî û sazmanî girtî ye û mirov di sirûştiya xwe de bi awayekî suriştî ve fêrî derdora civakî a ku têde dijî dibe û armanca ricîma Baes a serkotker ew sînordarkirina afrêner û ramanyaran û radestbûna wan bi sedema azarkirin û sixêfan ve yê rastî wana dihatin, ji ber vê yekê terora dewletî li ser çi teroreke dijî wê zêdetir dibe û bi kirêtî cihê xwe di dîmenê dîrokê de distîne, ji bo ku desthilat xwe ji roxandinê ve rizgar bike sertiya bê sînor pêktîne, pêşesazîkirina terora dewlet, partî, komên biçûk,Komelêyên nepenî, Mafiya û malbatê ew li ser xwe parve dikin, li gel wê teror ji ramanekê ve ku di henas de bi lez ve tê mezinkirin destpê dike, ta bibe binemayek an zagonekî.
Rastiya ev yekîtiya dîrokî di navbera mêrê ol û desthilatê de gelek derdên dirindî bi xwe re derxistin, tirsê piştrast kiribû wekî dibistan û zanistê çêkirina mirov bi herdû şaxên wî ve a oldar û pir tirsok ji fermandar ve, ev yeka rê dûz kiribû li pêş berzbûna ricîmên bi hêz û serkêş gelek pispor in ji eyarkirina kelejana cemaweran ve, stonên çandeke gelemper û olî binyad kiribû taybetmendiyên xwe ji efsanîbûn û rewrewkan ve distîne, ên bibûn rêbaza jiyana rahênanî a li ser şagirtan ji zaroktiya wana ve hatibûye sepandin, ev bijardeyên xort dehfdabû ta bi çi tiştê vala biramin ji bilî mijarên guhertin û demukratîkbûna naverokî .
-----------
1. Stanlî Mîlgram: (15.08.1933-20.12.1984) zanistvanekî deronî civakî Emrêkî ye, gotar û xwendinên cûrbecûr pêşkêş kirin.
2. Filîb Zimbardo: rojbûn 23.03.1933 li Niyûyûrkê Emerêka, zanistvanekî deronî ye û mamoste ye li zanîngeha Stanfordê, di sala 1971 de navdar bû bi rêya pêşkêşkirina wî ji ezmûna zîndana Stanfordê a navdar , gelek pirtûk û gotar di warê zanista deronî nivîsandibû.
Bê guman ku avakirina nimûneya zanyarî li cem takekes di bin siha vê rewşê de pêdiviya xwe bi berzbûna navendên ronakbîrî mezin heye bi cemaweran re têkeve dan û standinê bi rêya wêje, raman û hunerê ve, pêdiviya vê yekê bi saziyên xurt ve heye gotûbêjên xwe ligel desthilata siyasî kûritr bike û ji bo pêşesazîkirina biryar û çêja giştî beşdar bibe, bê vê yekê şoreşa zanyarî pêknaye, ew şoreş aştyane ye ne sert e û di sirûştiya xwe de gendeliyê napejirîne.
Desthilata siyasî rewşeke qayim e di xuristiya xwe de, lê hişmendiya desthilatî mirov dikare kêmtir bike bi rengekî ramanî ve bi rêya vekirina derfetan ve ji hemî zanyaran re ji bo têkel bibin di bîngeha wî de ji jor ve ta binî.
Ev yeka dibe kelem li pêş diyarbûna dirindîbûnê , em wêna bi berdêla bi sûd ve binav dikin, berhinde hişmendiya gelemper naye şikestin tenê hêdî hêdî û bi rêya ramandina bi geşepêdana hişmendiya afrênerî ve li cem takekes kêmtir dibe , taku bi rê û hunerên rêvebirinê ji zaroktiyê ve huste bin, ramandin ji derveyî bişanhildan û guhdana desthilatiyê bûye tiştekî zehmet, berhinde hişmendiya afrênerî li cem zanyarê jin û mêr mijol e bi rêyên rizgarkirinê ve ji kulbûnên desthilatî û derzên wêna li ser hizr ve, jihevekirineke diyar ji aloziya ramandina toj ve nîne, ê ku mirovê bi tenê wêna jiyan dike di dan û standinê bi pirsên xwe re û sînorkirina derbasbûna wê di hundir de ta nebe pişt re sedemekî xuristî ji rikberî û raperînê re, berhinde reşbînî û dilzariyê nûnertiya riwê giştî ji jiyanê re dikin, di çarçoveya wê de windabûna mirovê rojhilatnavînî di nava windabûnê de encam dide û radestbûna wî pişt re ji qamebûneke ramanî re pasfinde ji tembelbûneke giyanî û hizrî tê nayê derbaskirin tenê bi zehmetiyekê ve, bê guman ku wêje û huner bi pêvajoya lihevketina desthilatî ve bandor dibe, li vir em dikarin bibêjin ku zanyar dûrî destwerdanên desthilatan û fişarên wana radiwestin û ji dîmenê ve bi giştî ve dûrnakevin, tenê bi awayekî ve dîtinên wanî bê alî xira nake bi aliyê geşepêdana ramanên nû ve ger bi desthilatê ve civiya an li hember wê sekinî.
Ma gelo em dikarin têgehên desthilatê ji nehestbûna komî ve jêbibin?!
Tenê bi derketina rêveberiyeke nû ve?!, ma derketina tewrîkirineke bîrdozî kêşeyê çareser dike ta bibe berdêrekê ji desthilatiya berê re!? ,an ew desthilatiya nû divê hinek reftarên wê desthilatiya berê bihêle ji ber ku henas fêrî cûreyekî ji fermandariyê bû ye, nikare bi hêsanî jê veqete, tenê piştî salên ji perwerdekirin û rahênanê?!
Xalek din heye diyar e û girêdayî ye bi rêyên naskirina pêşerojê ve ji bo derketina dirindîbûnê ( Şoreş) , ji ber ku Foltêr 1 berî mirina xwe 1787 behsa şoreşekê dikir dema got:
(Xort wê rewşa wan şadtir be ji ber wê tiştên ciwan bibînin, Ferensî timî dereng tên, lê ew di dawiyê de tên.)
li gel wê di reweşta desthilatê de hinek zanyarî hene rê jêre vedikin ji bo zêde serdestbûnê li ser xelkê pêkbînin û li rexê din zanyarî hene xelkê bêhtir şiyardikin bi girsbûna bobelat û felaketên ku li ser wan dimeşin pişt re tevdigerin taku hewil bidin mafên xwe bistînin, berhinde em paşketina ragihandinê dibînin ta pileyekê qedexebûna Setelaytê li Sûrî di dema serokê berê Hafiz Elesed de ta sala 1995 û li hin deveran de mîna Koriyaya bakûr û Îranê ta dema niha, herwiha destikên peywendiya civakî mîna Fecebook û Youtubê li Sûrî berî 2011 hîn qedexebûn, tevî ku niha bê bend e lê di bin çavdêriyeke dijwar de ye herwiha li Tirkî hinek dewletên Islamî, li gel wê jiyana takekes li ser Intirnêtê rikberiyeke ji desthilatiya totelîter re a netewî û olî.
Cenga desthilatan li hember rewaniyîbûna gellan û hewildanên wana ê têkçûyî di avakirina tiştê ku tê hilweşandin, hemî stonên cîgirbûn û ewlehiyê têkbiribû, tofên berketî ji dijwariya rewşê ve ,ew ku hîştibûn berve bijareyên bê dunde û westiyayê biçin, an berxwedanî an bazdan ango derketina bi zorê ve, bi vî rengî ve valahî di nav cemaweran û ricîma siyasî de kurtir dibe a bi awayê xwe ve destê xwe li ser meydanên jiyanê datîne û rêbaza hingeme û bizdanê di navbera tofên portbûyî bi ewlehî û tebata wê ya deronî ve, ji ber ku cîhana qamebûyî ew armanceke ji ramana serkotbûna berpêşbûyî ve, afirandina jiyaneke nivyayî bê can ji armancên hişmendiya totelîter e, berhinde helweşîna naverokên xelkê a hatinrêzî nûnertiya alava berdewamiya desthilatê dike û gerentiyê dide cîgirbûna wê, dewleta Baes gewdehên xwe yên bi jehr di nav civakê de çandibû, rêbazên xwe di hişmendiya zarokan de çandibû, bi vî rengî ên bi salan ve li ser pirupûgendeya Baes û ramanê wê ya bêgur xwedî bûn e wê nikaribin şoreşekê li hember wê birêve bibin, (Riyad Hicab 1) (Rifet Elesed 2) (Ebdulhelîm Xeddam 3) (Esed Elzûbî 4) û ji bilî wan wek nimûne.
----------------
1. Riyad Ferîd Hijab: rojbûn Dêrezzor 1966, endezyar û siyasetvanekî Sûrî ye,serokê wezîran bû li Sûrî, herwiha wezîrê çandiniyê bû.
2. Rifet Elî Silêman Elesed: rojbûn 22.08.1937, cîgirê serokê komara Sûrî a berê bû, birayê serokê Sûrî bû.
3. Ebdulhelîm Xeddam: 15.09.1932- 31.03.2020 yek ji navdartirîn hevalên serokê Sûrî a berê bû.
4. Esed Ezzûbî: rojbûn 1956, ragir û firokvan bû tevlî Ekadîmiya hêzên ezmanî bû di sala 1974 de li Sûrî û di sala 1977 de jê derket.
Lê berî vê yekê divê pêşî ji bêguriya netewî rizgar bibin û nirxên sivîlbûna nûjen vexwin, ev yeka li ser wan pêdivî dike ku hewayên xweşî û pirjimariya nijadî û olî biafirînin, ev yeka nema şiyan e di bin siha vê awanteyê de a her tiştî tarûmar kiribû û cîgeheke xuristî ji çete û teroristan re afirandibû ,ên ji her alî ve kom bibûn taku ramanên Islama siyasî a pûç belav bikin (hevgirtina Sûrî û baskên wêna yê leşgerî) dewsa desthilata Baesa fermandar, ji ber desthilatiya Baesî hemî jêhatiyên azarkirinê wergirtibûn ji têkbirina şoreşa girtiyê siyasî ve û hewildanên wê ji guhertinê re , hemî van destikan ji wê xêza dîrokî ji serkotkirina ricîmên siyasî ji cemaweran re wergirtibû, û serdestkirina li ser coş û sewdaya wê, nêzikbûna desthilata milhûr ji mirandina jiyanê ve di çêja cemaweran de li ser dostaniya xwe bi dîroka dirindî re derbirîn dike ta astekî pir metirsîdar, dema aliyekî girêdayî bi dîroka kevin ve vejîn dike , ji xwedawendîkirina serok û avakirina peykeran jêre li kolan û holên giştî, hijmara wêne û gotinên ku li ser dîwaran nivîsandî wê serok neke nîşaneke ronakbîrî lê lekeyeke reş di dîroka mirovahiyê de, li gel wê ew milhûriya hizrî a ku rojane tê pêkanîn dihêle bawerî di navbera bîrawerî û hişmendiyan zehmet be bi sedema tirsê ve, ji ber ti pêwîstî nîne ku takekes bi amadebûna serok birame ji ber ku serok nûner e li ser huner, raman û bedewbûnê.
Perwerdekirina şerûdiyên dijminane û xwarinkirina wan bi ufkufî û diljêçûnê ve ji kiryarê desthilatên totelîter in, dema ramandina rexnî dibirrin ji berjewendiya radestbûnê ve ji resenî û bilindbûna serokê xêvzana re, taku çi şitilekî şîn hişk bike, ji ber ku zorbazî timî tevgerê lixwedike û beranberî wî jî zorbaziyeke dij derikeve,tundî bi her tiştî ve girêdayî dibe, yek ji balatirîn rengên wê ew yaseya tivîkirî, berhinde yase bi sertiya xwe ve tête naskirin û bi pêdivîbûna hêzekê wê sepa bike û kesên ku wêna binpê dikin jî siza dibin, saw bi xuristiya peywendiyê ve di navbera takekesan û ricîma a ku saziyan birêve dibe de tevderbas dibe li kêlek jihevketina cemaweran a giyanî yê koman dehfdabû berve hingemeyê.
Berhinde rewşa Kurdistanî di bin siha ricîmên ên Kurdistanê dagir dikin de cihê matmayîbûn û serybûnê ye, li gel wê serkotkirin rêxistinên dijber birêvebiribû taku ji xewina avakirina sabarekî azad û serbixwe dakevin ta xwesteka erêkirina axaftinê bi zimanê dayikê ve an sivikbûna tenahiya xwediyên nerînê, ev hemî bi encamê kevirbûna wê desthilatiya rêxistinî ve û pêrewiya wê ji ricîmên herêmî re, ji ber li ku derê bêhiş hebin kedxwar hene.
Rewşa Kurdewarî tê berketin gelek caran ku ew ji encama ew hevpeymana hevbeş ve ye di navbera desthilata fermandar û rêxistina dijber de , ango mînaheviya alavan û şêweyên pêşinyarê em wê dibînin bêhtir nêzî pişaftina xwebexş bi Tirkbûn, Erebûn û Farisbûnê ve ye û çûna bê ageh ji qalibûna totelîter di talîzoka perestbûna takekes de û ev yeka ji nîşanên nezanîkirin û gunûkirina cemaweran ve ye, ev yeka taybetiyên ku bi hilketin ve di herdû saziyên olî û partîtiya totelîter de çêbûne têknade , ev dimîn e bersiveke sade ji rewşên windabûn û koletiya çêbûyî ve bi dijwarî ve, dema hatibûn e damezrandin li gorî pêwîstiyên qonaxê, wekî çaxên destpêkên çerxa bîstan di parzemînên cîhana kevin de.
Em dibînin ramana netewperst û Islama siyasî a comî ên têkdayî bîçimên jiyana demukrat li cem gelên rojhilata navîn têkbiribûn, ji ber vê yekê pêdivîbû nêzikbûn ji pirsgirêkan mîna rastî, rêje û aşkerekirinî re .
Ev yeka sûdtir e ji bo bidestxistina baweriya cemaweran bi rêveberî û rêxistinên wêna ve, berhinde vejînkirina roparta salên heştiyan a şoreşgerî û hewildana nûkirina wê mîna hewildana saxkirina laşekî gendbûyî, ji ber cemawerên arandî bi bandora roparta desthilata netewî ve bi baweriya ku serok xweda an pêxemberekî hatibûye şandin ew bervajî gotina feylesofê Ingilîzî ye Cun Lûk 1 ê gotibû : ( Serok rêncbereke li cem gel û mafê cemaweran e wî paş ve bidin eger desthilatiyên xwe derbas kiribe.)
Tiştekî vîna komî û takekesî têknabe ji bilî du tişt : gendelî û reqbûn, li gel wê em di vê derbarê de dibînin ku tekoşîndariya ramanî ji neyînî û kiryarên cemaweran ve baştir e ji ketina di xefkê rikberî û girtinheviya zîzbûyî de, bin siha gengeşekirinê , ji ber hebûna reftarên desthilatî mîna ricîma seroktker a dewletî ye, takekesan girêdide û li ser dûrxistina afrêneran dixebite, çênabe gengeşkirin bi mêrê olî re a rojhilatnavînî an bi partîvanekî totelîter re, ji bîrdoziya partiya xwe ve dûrtir nabîne, ew herdû li ser yek xêzî dimeşin parastina sofîbûnê, li gel wê mêrê ol û partiyê totelîter jiyana xwe terxan kirin ji bo parastina giyanê bavaniya malbatî û bi çêja civakan û gunokirina wan ve bi derbasbûna dîrokî ve lîstibûn, li gelek cihan de cemaweran kiribûn mîna çepikvan bi bandora tirs an reweştê ve.
Huner ji derveyê wê ve stona hebûna mirov di zelalî û ramanbûnê de saz dike û di hundirê xwe de rikberiyekê nîşan dide li hember rewrewka tirsê a ku desthilatiya totelîter li ser hişmendiya hundirîn a cemawerana sepa kiribû, berhinde zimanê babetî timî berve dan û standina bi nêran re ji bilî mêyan diçû, pêdivî bû timî piştrastkirina li ser ku ew yekîtiya zanyarî saz nabe an bi sernakeve bê yekbûna zîrekbûna ramanî a bingeh in wêna jin li rex mêr radike, bê tenêbûna bi roparta nêrîtiyê a bi şêwazên zimên ve berz dibe, û alavên wê a hevdûdanî ,yê berî xwe dide mêr ji berku ew serdestê lemlateyî ye.
---------
1- Cun Lûk : feylesûfekî, siyasetvan û ramanyarekî Ingilîzî ye 1632-1704.
A girîngtir di vê derbarê de ku em bi cîbecîkirina destketiyên mirovê hişmend li her meydanî bibînin wê berî vê an piştî wê hewildanên rahênana ramanî ji tofên sert re bê , ên kiryarên zordar an gunehkar kiribûn bi rêya ol an netewê hatibûn xapandin, mebesta min bi vê herdû zayendan in, cîhana jin û mêr, li gel wê vekişîna rêxistina dewleta Islamî mîna mînakeke nêzik bi dû xwe ve hezarên dîl (kampa Hûl) hîştibû, bi taybetî ve jinên ên dibûn e navenda bi kêşe ve a ku dikarin tundirewiyê bi dilsozî ji zarokan re veguhêzînin, ji ber vê pêwîst e ew jin bêne perwerdekirin bi derbasbûna wan li gelek qonaxan ta qonaxa rehetbûnê, ji ber vê yekê dirindîtiya desthilatî û dirindîtiya malbatî di naveroka xwe de yek in, û çi rûbirûbûn li gel desthilatê pêknaye bi rêya takekesan ve an bi biryarên yekalî sînordar ve, lê bi rêya kanîna mirov ku van lêdanan derbas bike û li gel rewşê jiyan bike.
Ramandina bi tekoşîndariya vê zorkariyê ve û damezrandina tovên lihevhatineke rastîn û germ takekesên ronakbîr dehf dide ji bo bi azadbûn birêkevin û bi rengekî bi rêk û pêk ve, ji ber ku nêrîtî pêdiviya xwe bi girêdana nîşanî heye bi têgeha başiyê ve, bêhtir bi girêdana wê bi têgeha sêgariyê ve, li gel wê nêrîtiya a zanyarî wateya wê nazikbûn û tenikbûn e û bi dan û standina herî xweş re bi zayendê din re ye , û mêyatiya zanyarî ew bersivdana aşkere ye ji nîşanên evîn re .
Û vexwendinên wê ji hevpariyeke rastîn re a bi rêya wê tovên ricîma desthilata totelîter têkdide û bermayên wê yên neyînî jêdibe a ku di komek reftar û reweştên girêdayî bi Islama siyasî ve bi rengekî rasterast ve berzbûyî dibe.
Beşdariya zanyarî li gorî ( Evîn hebûn e û hebûn zanîn e) li dij bijara tevgera Femînî radiweste , lê timî hewil dide tovên xurt weşan bike ji bo berhemkirina rabûnekê bi yekîtiya herdû zayendan ve pêktê, ji ber ku bi têgihiştina me ji bijardeyên zanyarî a bi hêz ve di desthilatê de, em dikarin bibêjin bi pêdivîbûna bicîkirina nîşanên sîstemek e azad ku bi tundî ricîmên fermandariya comî xwedî rengeke netewî têkdibe bi rêya vejînbûna civaka zanyar ,ew dikar e ji dezgehên rêvebirinê ve dûrnekeve lê pê re bimîne û kêmaniyên wê sererast bike , berhinde lobiyên civakî dibin rengekî berdarkirî ji rêveberiyên navendê û pêkhateke pêwîst ji pêşveçûna wêna re li gorî pêdiviyên berjewendiyên cemaweran û sûdên wan sererast dikin, hinek zanyarên jin û mêr demeke xwe li gel ol an partiyekê ve derbas dikin û bi hinek rastî û binemayên mehnegirtinî ve derdikevin ji bo bibin berdêleke bi sûd ji têgihiştina jiyanê ve ji derveyî şirikên têgeha (ku tu ne ligel min bî tu li dijî min î, an tu çeteyekî pilanbazî bi heman rewşê ve), bê guman zanyar hewil dide ku her tiştî têbighe a xuya û a nepenî di eynî demê de, berhinde sîstem tên e guhertin û aborî têne roxandin bi sedema nakokiyên qezencî ve ne zêdetir, li gel wê teror tê bikaranîn ta bibe
destikekê ji bicîbecîkirina desthilatiya diravî re bi rêya cîgirbûna desthilatê ve di cî xwe de û çalakirina rêxistinên wêna a rewşenbîrî di hundirê bijardeyên afrênerî de ji nivîskarên desthilatdar ve û hunermendên pêrew ên girêdana xwe pêşkêş dikin beranberî berbijariyên demkî a ku desthilat dide wan, li gel wê desthilat pêkhatiyên afirandinê têkdibe û hinirên dilsoz talan dike ta bibe xwelî û tovên mezinayî û desthilatî li cem rewşenbîrên desthilatê diafirîne, ên dev ji afiradinê berdabûn û palnerên malgirtina diravî li cem xwe xurt kiribûn û li peyketina bi dû tiştê ku desthilatê ji wan re çedike ji sextebûnên xapînok a girêdayî bi navdarî û rehnîkirinan ve.
Çima zanyar nişteciyê tenahiyê dibe bê ku derbasî hundirê tevgerê bibe û bi erkên xwe di tekoşîndariya qalib û bedkariyên ramandinê ê ji peywendiya desthilata serkotker bi civakê re dibişkive?!
Ev pirs xwe pesindan dike di çarçoveya lêgerîna me ji kêşeya dirindîtiyê re a belavbûyî bin bandorê fişara dezgehên ewlehiyê li ser civakê bi giştî ve.
Ew tenahiya civakî têgehên têkçûyî derxistibû ,takekesan bi rêya reftar û rewştên xwe ve ew wê vexwaribûn, de em bi gotinê nivîskarê Kurdistanî Yehya Silo 1 ve mijol bibin di pirtûka xwe de bi ser navê : zimanê çiyê R18 :
(Takekesê ê ku pêkanînên xwe yên xweyî û afrênerî bikarneyne bi demê re dibe tenê alavek pêkanînê, takekes tê perwerde û hînkirin di van hel û mercên ku têde hestên wî yên mirovî vedikşin û suriştî wîna kuntirol dike , bi awayekî ji awayan ve ew ji hest, wijdan , hêza mêjî û ramandinê ve xizan dibe.)
Desthilata milhûr kanîbûnên xweser li cem mirov asteng kiribû, şerê zanyarên jin û mêr bi hemî rêyên nerm û sert ve kiribû, şopandina takekesan û kar û barên wanî rojan e ji bo bîrkirina wan bi rastiyeke reş ve ku ew di zîndanê de ne, zîndanekî mezin navê wî welat e, welatekî takekesên wêna tiştê ku desthilat weşandibû ji jiyaneke bê bawer ve dûbere dikin.
Dijminatiya mêrên desthilatê bi ronakbîran re dîrokî ye û bi xwe cîgir e , mîna rastiyeke aşkere , gumanî pê nabe, û pêşvexistina dûrkarî û serkotkirinê ji karê wêna ye a ku afirandin û sazkirinê celew dike, yek ji armancên wê ew serkotkirina dirindî ye mîna sîstemeke jiyanî, li vir em dikarin tekoşînên zanyaran têbighin ku ew berdêleke şaristanî û parastî û heyî ye li rex sertiya terora dewletî û partîtî û çêkirina wan ji dû desthilatan re mezintirîn û biçûktirîn bi hevdû re dixebitin li hember xwestinên takekes ji pêşveçûnê re, berdewamkirina ji kiryarê rêbaza serkêşî û berxwedaniyê ve pir caran sîstema
-----------
1- Şêwekar, romanivîs û Karîketêrîstekî Kurd e
desthilata biçûktirîn bi awayekî kirêt bersivên wê dabû ( Partiya dijber) ji armancên girêdayî bi cûdakirina desthilatî û xwestina bi berzbûna qezencî ya ezez ve li ser hesabê binema û berjewendiyên gelerî .
Zanyarê Ispanî helbestvan Lorka 1 ê di destpêkên şerê navxweyî de sala 1936 hatibû sêdarkirin, herwiha Bîkaso 2 ê dijwariya cengê berz kiribû, tabloyên wî li ser berxwedaniya zanyaran ji desthilatiyên milhûr re derbirîn kiribûn, di vir de Dêvid Heyûm dibêje:
( Felek tenê cîgirbûn dide mafê fermandaran, bi rêya fêrkirina hêdîka ji hizrên mirovan re ta wan bi çi desthilatê ve nêzik bikin, piştî ku bihêle ew xuya bike mîna desthilateke dadmend û hişmend.) lêbelê Dîyonîsûs 3 dibîne ku ( hêza siyasî li ser bîreke têkçûyî hatibûye damezrandin, û jibîrkirin ew dermanê bi hêz e ê ku rê dide şaristaniyan ku bi awayekî çalak ve bixebitin.)
Ev hemî me dihêle ku em bawer bibin ku vîna cemawerê bîrawer a ku bi vînên takekesên afrêner û çalakvan ve girêdayî dihêlin kovan bi demê re bêne jinavbirin û rê vedikin li pêş nifşên ronakbîr taku hevgarî û felaket bi demê re
jinav bibin, azadî tenê dirindeyeke desthilata serkotker ji henasên girtî û cemawerên xwe yên hêrsdar ve derxistibû, berhinde henasê hêrsdar azdiyeke dirindî di xwe de hîştibû taku derbixîne û ji hinavên xwe agirên sor berde ,hemî tiştî disotîne, li gel wê Hîgil 1 di pirtûka xwe de ( Finomînûlociyaya giyanê) gotibû:
( Nediyarbûna cûdabûnê bi hêza mirinê a wêranker ve girêdayî ye an bi tiştê ku nav lê dibe terora mirinê ve.)
Desthilatiya Esed a bav û Kur karîbûn herdû ev nimûne bi demê re biafirînin , desthilatiya Baes a Sûrî mîna a Îraqî li ser mirovan siwar dibûn bi cûdabûnên netew,alî û hatinrêzên wan û civakê parç kirin û li hember hevdû ve bikaranîn, ew tiştê ku navê wî welat kiribûn girtîgeheke mezin tirs têde cîteng bibû ta ku bi dawî ve herdû welat bûn e gerava hingemeyeke bê dawî, di qonaxa buhara xwînî de, ew dirindîtiya a ku desthilata comî lê miqate dibû di hundirê girtîgehên xwe de di dîrokê de diyardeyeke ne nû ye,
---------------
1- Fîdrîko Garsiya Lorka: helbestvanekî Ispanî ye û nivîskarekî şanogir e herwiha şîwekar û awazvanê Piyano ye, danerekî awazjen bû di 05.06.1898 de hatibû dinê.
2- Pablo Ruyz Bîkaso: 25.10.1881- 08.04.1973 şêwekar, nîgarvan û hunermendekî Ispanî ye.
3- Dîyonîsûs: Papayê Iskenderiya ye û betiryarkê Kerazeya Merqisî ye 248-265.
1- Hîgil: Cûrc Filîhilm Firîdriş Hîgil : 27.08.1770- 14.11.1831 feylesofekî Elmanî ye li Şitûdgart jidayik bû, yek ji girîngtirîn feylesfon Elmanan e , yek ji girîngtirîn dameznerê nimûneyîya Elmanî ye di felsefeyê de.
lêbelê tête pêşvexistin bi demê re bi rêya afirandina şêweyên azarkirinê ve ji bo çinîkirina bersivekê di çarçoveya perwazeke rêbazbûyî de dikeve di wêzimkariya desthilatê de ji bo rûbirûbûna berkepên wêna yên dijwar, berhinde berdana Islamiyan ji zîndan û girtîgehan ve ( Zîndana Sêdnaya) 2 .
Ew raperîna gelerî ji destpêkên wêna ve têkbiribû, bi rêya slogana (xweda mezintir e) û rabûna komên serhildayî ji mizgeftan ve di her Înê de , ev yeka ne rasthatinek bû lê pilanekî hatibû amadekirin ji bo binaxkirina tevgerê û gunûkirina wê, mînakên zorkariyê ji pirtûkên pîroz ve hatibûn e wergirtin, rodanên girêdayî bi qonaxên çêbûna ol pesindan dikin ta bi rengekî siyasî hatibûn e bicîkirin û rewşên ên hîştin cihê xwe di jiyanê de bigrin , berhinde hişmendiya takekes bi alavên teqandinê ve dagirtî ye di derbarê malbatî û hînkerî de, herwiha dan û standina wê bi ên din re, tiştekî xuristî ye ku desthilatiya siyasî vê yekê qezenc bike û sertiyê bikarbîne bi rêya xistina wê di rêbaza perwerdeya hînbûnê de ,a şagirtin wêna radikin ji dema çûna wan li dibistanan û tevlîbûna wan ji perwerde û hînkirinê ve.
Ricîma Baes xwe parastibû dema Islamiyan ji girtîgehên xwe derxisitibû taku bi rêya wan şoreş bête têkbirin bi rêya jinavbirina xwedî hişmendî ta kolan û nerîna giştî nexin tevgerê û sûd bi awayekî ji awayan dîtibû ji rabûna Islama siyasî ve li Tirkî a ku bi rengê xwe ve Islamiyan bikaranî ji bo armancên xwe bidestxîne.
Li Sûrî , Misr, Lîbiya û deverên din bi rêya bikaranîna komên Islamî ve
mîna destikekê ji serweriyê re herwiha Îran wisa kir bi rêya artêşkirina komên Şêeî, herwiha dirindîtî bergekî Islamî comî li xwe kiribû bi bandorên kîn û
diljêçûnê ve têrbûyî ve , bi navê roxandina ricîmê ve gel hatibûn roxandin û malên wan hatibûn e hilweşandin û serên xelkê hatibû birrîn bin nav û bihaneyên gelek, ev yeka bi awayên kuştina dîrokî ve hatibû xwarindin, ligel şêwazên nûjen ji terorê ve, ev yeka dihêle serweriya yekalî li ser cîhanê berdewam bibe, berhinde teror bi rewişt û yaseyê re nakok dibe,bi azadî û demukratîbûnê re jî cûda dibe, gendelî biserdikeve ji ber ku ew ji encamên parîparîkirina giyanî ye ji civakê re, wisa xweda hatibû têkbirin bi navê belavkirina ayîndeya Islamî bi hêzê ve, herwiha yase hatibû jinavbirin di bin navê vexwendina roxandina ricîma siyasî de, şoreş naye kurtaskirin bi bersiva kirdeyî ve beranberî kiryarên desthilatekî bi xwe ve lê ew komek vîn û raman in hewil didin derbasî civaka serkotbûyî bibin taku bibin e naverokekê ji guhertinê re ne tenê têkbirinên desthilatî ne di navbera aliyekê hewil dide serweriyê bike ta ku bibe desthilatdar , desthilatekê ne cûda ye ji a din ve.
--------------
1- Zîndana Sêdnaya: zîndanekî leşgerî ye nêzî paytexta Sûrî ye li Şamê, zîndan hatibû bikaranîn ji bo destbiserkirina hezarên zîndaniyên siyasî, ji wan endamên komela Ixwan Elmuslimîn û siyasiyên Islamiyên din.
Kurtaskirina şoreşê bi guhertina bilindiya desthilatê bi hinek din ve ew têkbirineke zorbed e ji rastiya civakî re û hewildaneke bilh e ji cemkirina li ser xewinên xelkê ji dadmendiya civakî û guhertina demukratîk re.
Ev mirindina ji bo gîhiştina desthilatê bê guhertina naveroka wê, gendeliya civakî hişt ku mezin bibe li ser hesabê bijardeya bîrawer a ku li rêyekê ji guhertina naverokî re digere û dîtina pirojeyên geşepêdanî dikarin rewşê biguherînin bi afirandina rewşekî baştir , lê ew têkçûna li her derê belav bû û paşveçûna aborî û wêrankirina naveroka binî bibû asteng li pêş gîhandina aramncê.
7- Dîtinekê li girtina siyasî
Aramancên girtina siyasî ew ji bona celewkirina hişmendiyê ye taku nerame, ev yeka wê ji desthilatiya comî re hebûnek dirêjdem di fermandariyê de misoger bike, taku civak bibe du par alîgir û dijber jêre, herdû êzing in desthilatiya gelemperatî xwe bi wan germ dike dema pêwîstiyê, ji ber ku milhûrî civakeke mîna xwe çêdike,ta ku li hember tofê beranber derkeve.
Bivveyên herî zehmet ji aliyê jinavbirina wê dema ku milhûrî bibe baweriyeke civakî, ji ber bi navê parastina welêt ji pîlanên derveyî ve civakê alîgir ji desthilatê re li paş roparta desthilata gelemperatî disekine li hember tofê dijber ê ku li bin konê niştecîbûn û penaberiyê de dijî, ew parçekirin çi kedên takekesî tune dike ji bo tekoşîndariya sîstema siyasî, berhinde zorenga civakî di navbera tof û bijardeyan de ji bo berjewendî û hebûna wan ji sedemên ne zindî ne ji girsbûna desthilatê û berdewambûna wê ji dûrkariyê re û cenga wê li hember demukratiyê, li gel wê em rêbaza siyasî têdighin ji ber ew xwe mirineke ji malgirtina aboriyê û bişanhildana gendeliyê mîna xwedawendekî dîrokî , bê guman milhûrî ji xwe re bihaneyan dibîne taku bimîne wek xwe bin gelek nav û bîrdoziyên çirûsîn, rewşa wê mîna rewşa darê şîn e ê bê ber ( Milhûriya Birûlîtariya) 1.
Bê guman ku Baes li pey xwe ve cewrik kedî kirin ku li gor wê tevdigerin û li ser bumbekirina cemaweran bi rêya sloganan dixebitin û li ser werîsê bêhtirî meymûnan dilîze, li gel wê cotbûna sertî û stûxwarî hevcêwiya desthilata Baesî û civaka pepûk e, ji ber zordariya şoreşgerî bi lez dibe zorkariyeke desthilatî û dibe destikek wêrankirin ji civakê re, û binpêkirina berketî û raberiyên takekes dema hewila jiyaneke baştir dike, lê dema hinek xelk hene ji bo rêberê rêzdar dimrin wateyê vê yekê hebûna terora dewletî mîna ricîmeke serkotkirinê wek rastiyeke aşkere, ji ber vê yekê teror bi wan kesên ên xwe ji serok re kirin qurban re girêdayî ye ,ên laşên xwe kirin mertalekê ji bo parastina sîstema nêrîtî a petoyî.
Ev ricîm armancên xwe yên hundirî pêkanî, ji afirandina civakeke desthilatî li ser xwe parçe dike û derdê jevbûnê dikşîne bi rêya ramanên ên nimûnebûneke dûrî jiyanê armanc dike, ji ber ku xewinên yekbûna Erebî civakan hîştibûn ta demekê bawer bibin ku Baes ew bîngeh e ji rabûna civaka Erebî re, mîna ku hinekan bawer kiribû ku komînist rizgarîbûn e, an Nazî ew rêyeke ji nijadekî zelal re û bi hêz ve , ji ber vê yekê avakirina dînbûna komî binyadkirineke ji terorê re bi derbasbûna dîrokê ve û hêzên milhûr zincîrên karbonî ne ji tek armancê xwe dûrnaçin û ewa qutkirina takekes ji rewşa xwe ve taku bibe mirovekî ji xwe dûrketî .
Sîstemên milhûr di jihevxistina perwerdeyê de heta radeyekî mezin biserketibû û tiştê ku em îro li Sûrî , Îraq û deverên rojhilata navîn dibînin ji komên tundirew dijberên ricîmê û hin din jêre alîgir û şerê wê ya dirindî li hember hevdû , em baş têdighin kiryarên desthilatê ji wêrankirina pêvajoya perwerdehî û bumbekirina wê ji kokên wê ve beranberî derketina sertiya dijwar .
Zarok hatibûn e xwedîkirin ta bibin şêrzadên Seddam Husên li Îraqê û şêrzadên Esed li Sûrî herwiha şêrzadên ji şêrê Sunne re Erdoxan, ew di rastiyê de qurban in ji hebûna sitemkariyê re û hebûna serdestên bi mirov û mêjiyan ve, welat bi dû hevdû ve hatin roxandin û sitmekarî kole û beniyan zêde kirin, bûn e kargeh ji berhemdana wêraniyê re û şuştina mêjiyan û berdana gendeliyê.
Saziyên Islama siyasî çalak bûn ji berhemdana zaroktiyeke pepûk re bi diljêçûn û hingemeyê ve kelepçekirî , mîna dirêjiyekê ji saziyên netewî a Etetûrkî û Baesî re di gunokirina mêjiyan de û wêrankirina raberiyên afrênerî bi rêya weşandina zorbazî , kedxwarî û stûxwariyê ve û encam ji vê yekê cengên navxweyî bê rawestan û bazarên qezencî ji firotina çekan ve û terorek e parzemînan derbas dike çi kes jê bi ewle nabe.
Zanyar li deverên rojhilata navîn lêgerîn dikin ji bo pêşesazîkirina şoreşa zanyarî a bi raman û şaristanî û reseniyê ve girêdayî, pişta wan ji vê yekê re mihrivaniya gellan e û berketina wan ji bîraweriyên takekesên wêna ên afrêner ve ên nayên pişaftin an çewisandin, ji ber ku çendîn dem derbas bibe çendîn erkên li ser milên xwediyên raberî zêdetir dibin, taku bibin xetîreyên rizgariyê ji civakên xwe re li hember hêzên faşîzmê ên dixebitin ji bo kuştina wê giyanê , li gel wê zorenga hêzên zanîn û ronakbîriyê li hember hêzên nezanîkirin û diljêçûnê di cenga Tirkî de li hember hewildanên rizgariya Kurdistanî berz dibe, piştgiriya gellan wekî takekes bê ew desthilatî nîşanek e li ser jîniya hişmendî û wijdana mirovî ye ji zarzariya wê re ji bo pêşesazîkirina biryara civakî.
Piraniya tevgerên şoreşgerî ên pişt re bûn e desthilatî, em wan dibînin ku sloganên rakirina kedxwariyan li ser netewê radikin ji bo rizgarkirina wê ji lepên mêtingeriyê ve, di eynî demê de ew dikevin di xefkê reweştên desteserkirina civakê de taku dirêjtirîn dem bimînin, û bi qasî ku tê desthilatiya diravî û aborî pêkbînin, ji bo bikeve di berjewendiya tofê fermandar de, berhinde dewletên netewî ji bo pişaftina pêkhateyên nijadî di xwe de bisernakevin, herwiha dirêj nakin, ji ber teqandina rehperestiyên xwecehî û hevçûyînên ragehî û berjewendiyên kesên di fermandariyê de nakok dibin û ew hevpeymana berjewendî belav dibe bi hebûna lobî û dezgehên ku di nav hevdû de şer dikin, ji ber cûdabûna heyî di karê wan de û parvekirina samanên welêt, ew rewş di hundirê desthilatê de pêşî diteqe û bijardeyên civakê di vê pêvajoya lêdanî de têne bikaranîn, ji bo tov şerê hevdû bikin bin gelek navan, yek jê rabûna nirx û belavbûna gendeliyê û vexwendina ji bo guhertina ricîmê ta roxandina wê, berhinde hemî têgehên desthilatî ên milhûriyê dikin bîngehekî ji bo hebûna dewletê bi vî awayî saz dikin û civakeke zorbaz ava dikin, û ew nikare li hember wê zorbaziya rojan e çi tevgerê bimeşîne.
Ev yeka bervajî gotina zanistê lawiran Torlîf Şildirb a Nerwêcî ye dema dibêje : ( Milhûrî ew binema bîngehîn e ji bo civîna mirovî , lawirî, sebinzeyî û bêcanî ye , ew ramana bîngehîn e ji cîhanê re.)
Şoreş mîna pesindaneke zordar wateya wê cengeke navxweyî ye bi awayekî ji awayan ve, cenga xwediyên vînên nû li hember xwediyên vînên heyî, vîna civakî li gor vê yekê vînek e pêrewî ye li gor xêzên artêşkirina tofî,netewî û ragehî tevdigere, xweradestî fişarên derveyî dike û kar û barên wê a ku hewila guhertina ricîman dike an ji bo fişara aborî li ser wêna, di vir de cemaweran dibin e êzing ji guhertinên dewletan re û ji wan destwerdanên derveyî re li ser wêna ji bo guhertina wê bi demê re an roxandina wêna bi rêya bijarên xwepêşandinên aştyane ve û piştî wê cenga navxweyî tê, bi vî rengî rojhilata navîn binav dike di çirava windabûnê de, ji Îraqê ta Yemenê , Sûrî û Libnanê û bi dawî ve Îran û Tirkî , gel di xwîna xwe de digevize, û dirinde bumbebaranê dikin , dikujin û wêran dikin ji bo armancên xwe di heyînê de misoger bikin, nakokiya berjewendiyên navdewletî bîngehekî ji awanteyê re diafirînin, dibin carne paş rabûna ricîman li ser hesabê ketina ricîmên din, ew berjewendî şerpîna xwînê û dijwariya wêraniyê jêre nabin xem, lê ew diridî gurtir dikin li gorî geregiya xwe bi dewletê ve, ji ber ku wêraniya wê a aborî dihêle jihevbikeve û bi demê re parçe bibe, hebûna pirsgirêka Kurdî bê çareserî rê bêhtir vedike ji tevderbasbûnên berjewendiyan û dûbare amadekirina navçeyê li gor xwestekên dewletên mezin ji bo desteserkirina li ser hatinan.
Mebesta me bi rabûna gelerî a desteberkirî ve ewê hatibû çêkirin li gorî hevpeymana Saykis Bîko li ser kavilên desthilata Osmanî, ji ber ji van welatan re çi sabarên rastîn nebûn ji dema ku ew erd desthilatên diravbûyîyan di navbera xwe de dabeş kiribûn li Şamê û Misrê herwiha Mexol li Îraqa niha de, lê Kurdistan di navbera Osmanî û Sefewiyan de hatibû parçekirin, ew parçekirin civakeke xurist û lihevhatî durist ne kiribû, lê ew ricîmên fermandar ji wan deveran re kêşeyên civakî afirindibûn herwiha kêşeyên ragehî , mîna şerên navxweyî li Lubnanê û lêdanên leşgerî li Sûrî, Tirkî , Îraq û Îranê, serdestbûna partiya Baes li ser desthilatê li herdû welatan Sûrî û Îraqê û şerê desthilata Esed bi Biraderên Misliman re û herwiha dagirkirina Esed ji Libnanê re û dagirkirina Seddam Husên ji Kiwêtê re û mijolbûna wê bi şerê bi Îranê re ,alozî di van deveran de qet nesekinî, ji ber ku sabarên rojhilata navîn mîna hevdû ne herwiha ricîm û hişmendiya gellên wê û hîn mane mîna parêzgeheke navnetewî.
Metirisya bîrdoziya netewî xwedî rengê nijadî a bêgur bi bergê ragehîbûnê ve diyar dibe, ew sabara destkarîbûyî kir mîna mayîneke mezin hindik maye biteqe di kîjan kêlîkê de bi sedema kiryarê derveyî an fişarê aborî ve , ji ber milyonên xelkê bê kar in û li ser xêza xizaniyê de dijîn, bêkarî şaxdayî dibe û berdewam girstir dibe, li rex ku gendelî bi herdû simên xwe ve hemî saziyên ewlehî digere herwiha a karguzarî jî.
Ev yeka hemî di çarçoveya wê sabara hejiyayî, rewşeke xirab e bi dijwarî li hemî meydan û derbarên jiyanê, wisa bi derketina lawazî û binkeftinê, bi nediyarbûna têgeha yekîtiyê û têkçûna wê ji berjewendiya berzbûna komên tariyê ê sûdgir ji têkçûna giyanî û civakî ve.
Ola siyasî ew cûreyeke ji cûreyên terora rasterast ê tê naskirin bi sertiya xwe yê ku pala xwe dide li ser deqên ku mirovan dehf dide ji sertiyê re, jinê mîna destikekê ji kêf û lîskê re dibîne, hizran vedigerîna li qamçîbazîkirin û birrîna dest û xwestina bacê bi zorê an bê wê şer e, ma gelo di vir de çi felsefe di ol de heye û çi wate jêre heye ji derveyî terorkirin û beherandinê ve?! ,wekî ku Enton Seade 1 di pirtûka xwe de çêbûna netewan de guman dike: R 69 ( Ol ji aliyê hişmendî ve cûreyekî ji cûreyên felsefeyê ye di şîrovekirina diyardeyên gerdûnê û encamkirina dawiya wê û çarenivîsa henasa mirovî.)
bîrdoziyên netewî hewildabûn çîrok û efsanên dîrokî bibêjin ên ku biserketina nijadî aşkere dibin, ji bo bibin çekekî dirêjkirî li hember netewê cîran, dîrokê bikaranîbûn mîna alaveke gurbûyî û helankirî ji bo şer û tevlîheviyê ligel netewên din, wisa dikarîbûn bi hêsanî ve desthilatiyê bi dest xwe xin, bi rêya qestkirina xewinên cemaweran û gurkirina agirên balabûn û biserketina netewî ve, ji ber vê yekê ricîmên netewî bibûn çekekî dirêjkirî li ser ew gellên ên xwe bala dibînin bi xwe jî, bibûn bihaneyekî ji van sîsteman re ku bimînin bi hebûna desthilat û milhûriya wê, herwiha bicîkirina ragehiyê li paş bergê netewbûn û şerê mêtingeriyê, Impiryalizmê û Cihotiya navnetewî , û tiştên mîna van gotinan ji sloganên ku kolana Erebî bi rêya wan hatibû xapandin û ew hîştibû mîna koran biçe berve koçka gurandin û binkeftiya moralî, li gel wê di hundirê wê erdnîgariya şaxdayî kêşeyên gelek mezin bûn, di nav xwe de pir pêkhateyên zimanî nijadî helandibûn di nav tek zimanî de, jibilî paşketina wê roparta a bi Islama Siyasî ve hatibû deqdan, ji ber vê teqadina gelerî nêzik dibe û girtinheviya qezencî dibe pêdiviyekê û têkdana rewanî û jihevketina civakî dibe rewşeke misoger, bi derketina cengên navxweyî şaxdayî li deverekê bi xwe de çêdibe ta bighe deverên din û ferehtir bibe .
-----------------
1-Enton Seade: 01.03.1904- 08.06.1949 , dameznerê partiya Sûrî netewî civakî.
Dûmahî
Zanyar tekoşînê dikin ji bo nirxên rewiştî bi derbasbûna dîrokê ve biparêzin bi rêya pêgirtina wan bi erka mirovî ve tevî kelemên gelek ên li pêşiya wan derdikevin.
Û bi vegera me ji pirtûka (Terora pîroz a Tîrî Êgiltûn) 1 em dikarin rexên diyardeya pîrozbûnê û kokên wê yên dîrokî bêhtir bişopînin, tayhevbûyiya babetî li pêş vê yekê ew berzbûna mirovê zanyar e bi hestekî bilind ji berpirsyarî û rûbirûbûnê ve li hember hewildanên kesên xwe kirin e xwedawend ji bo binpêkirina nîşanên şaristaniya mirovî .
Bi rêya vexwendinê ji damezrandina civaka zanînê re ê ku rê vedike li pêş derdana hebûna aram, serkeftina zanyar Nêlsun Mandêla di jiyan , xebat û helwestên xwe yên zelal de û pabendîbûna bi nirxên zanînê û netivîkirina zordarî û nijadperestiyê mînakek baş e li ser bezbûna zanebûyînê, ji ber ew helwest bingehên rabûnê binyad dikin pêşî ji yekbûna çarenivîsan û bawerî bi aştiya cîhanî ve, bi palpiştîbûna li ser kurteencama serpêhatiyên mirovî yên li dora wê destûr û yaseyên rewiştî û yasegeriyên civakî civiyabûn, ji bo rêgirtina li pêş têkbirinê û gîhiştina jiyana balatir a stûna wê têgihiştin, bîrawerî û baweriyê ye.
Li gel wê ku tevgera rewşê ji pevxurîna mirov bi alavên hebûna xwe ve dertê û civandina wî bi kesên din re yên bi wî re pêdivî,nirx û hestên bilind parve dikin, pêdivîbûn bi hebûna nirx û mînakên rewiştî taku bibin rêgir û mertalekî li pêş hewildanên dirindîbûna mirovahiyê, berhinde em gelek mirov dibînin bi derbasbûna dîroka kevin ve li ser dû beşan ve têne dabeşkirin: zanyarên xwedî hişmendî û hostetî ên kedê didin ji bo wêzimkariya jiyan û mirovan li pêş ezezan ên li dor gendelî, bedkarî, hingeme û malgirtinê bi hemî dûrî û destikên wê yên bed ve civiyan, lê zorengekî berdewam û qayim di navbera herdû tofan de heye , ew zorenga heyî li ser westandina berdewam.
Felsefa Evîn hebûn e û hebûn zanîn e encameke dibişkive ji rastiya nirxên xuristî ve mîna vexwendineke ji mirovê nû re taku ji çi tiştê ku peywendiya wî bi a din û cîhanê ve têkdibe rizgar bibe ji bo pêkanîna xweşiya hertimî .
--------
1- Tîrî Êgiltûn: rexnegirekî Birîtanî ye,di 22.02.1943 de jidayik bûye.
2-Nêlsûn Mandêla: 18.07.1918- 05.12.2013 siyasetmedarekî li hember sîstema nijadperestiyê li başûrê Efrîqiyayê rawestiya, di sala 1994-1999 de dibû serokê başûrê Efrîqiyayê.
3- Can Cak Roso : li Cinêfê, 28.06.1712 jidayikbû û di 02.07.1778 koça xwe kiribû, nivîskar û feylesofekî ferensî ye.
Ramanyarê zanyar Can Cak Roso pêşenga nimûnebûnê bû û pirtûka wî (Hevpeymana civakî) dibû Incîlekî ji şoreşa Ferensî re , ew piştrast kir ku çi şoreşekî radibe bêhtir berz dibe dema naveroka xwe ji nirxên sirûştî digre, ji ber ku çûna çi tevgerekî rabûnyî lêvegera xwe yê bingehîn nirx in.
nimûnebûn nakeve, pêdiviya xwe bi sêwirekî ve heye ji bo avakirina kirdeyekî an sazîkirina xêzên raman û nerînan û ji ber ku mirov bi mirin, rewrewk û tirsê ve bindest e, nimûneyîbûna giyanî bibû berdêlekî suriştî ji têkçûn û êşê re.. ❝ ⏤Rêber Hebûn ريبر هبون
❞ Rêyên zanyarî ji tekoşîndariya
nijadperestî, koçberîbûn û totelîteriyê re
Rêber Hebûn
ji pirtûka Evîn hebûn e û hebûn zanîn e
1- xuristiya sîstemên rojhilatnavînî
Rojhilata navîn di seranserê neqşeya xwe de ricîmên mîna mafiyayê têde berz dibin, rewa ne di warê navdewletî de, terorê li pêş çavê cîhana sivîl pêktîne, guhertina wê bi destê destwerdana derveyî ve ye, ne li ser xwestek û vîna cemaweran e, li gel wê ew dewletan tundiya kor pêktînin ji bo serkotkirina çi tevgereke gelerî armanca xwe guhertin e, li pêş newêrekiya van desthilatan û sertiya wan ji kolekirina cemaweran û dûrxistina wan ji şêweyên têgihiştina jiyanê, dema jehrên xwe yên netewî û ragehî ji gelên xwe re dihêlin bi rêya wê ve fermandariya xwe ji civakê re berdewam dikin carne bi xapandinê ve û carne din bi hêzê ve,li gel wê em dikarin bibêjin ku vexwenderê guhertinê ( dijberiyên çekdar) ne rastbûn bi vexwendina xwe ji guhertinê re, ew têgeha guhertinê tênegihîştin ji bilî guhertina kesayetan û danîna kesayetên din dewsa yên berê, xemên ên nû tenê berdewamkirina rêbaza pêşiyên xwe yên zorkar (Hilbûna Sûrî) (Îraq piştî ketina Seddam Husên.)
Herwisa ev beza dijwar bê dunde û armanc dibe, li rex gêjbûna mêjî û koçberiya wî, taku ji encama vê yekê ve bibe êzingekî ji cengên navxweyî re
ew ceng tiştekî li pêş xwe nahêlin, mirov û keviran jinavdibin,ji ber vê yekê pêdivîbû zanbûna guhertinê, wate û çawaniya wê, ma ew ji bo nûjenkirina jiyanê û demukratîbûna wê ye an ew derbirîneke li ser sernigûnbûn û lotikînê li paş ve?
Ji ber vê li hember zordariya desthilatê bi hovîtiyeke berdêl têkirin, ne kêm pepûkî ye ji aliyê zorkar ve, ji ber ku cengên çekdar ji berjewendiyên dewletên herêmî û navdewletî ve ye, bingehekî ji kontirolkirina rêyên wê re çêkiribûn.
Ew cengeke bi hevgariyê ve bindest e, van ricîman dibin têde husteya pêkanîna cûreyên komkûjiyan (Komkûjiya Helebçe 1) ( Komkûjiya Hema2) û çêkirina aloziyan û belavkirina hingemeyê ( Serbestberdana ricîma Sûrî ji girtiyên Islamî re dema vêketina bayê gelerî li Sûrî 2011) li gel wê tundî û dijtundiyê ( Ricîm û dijberiyê) dihêle xelk di nav deryayeke xwînî de melevaniyê bikin, gunehên yên berve saman, desthilatî û gendeliyê de diçin aşkere dikin bi rêya çûna berdewam û rabûna li ser xwestekên xelkê û mafên wan (hevdûgirtina Sûrî 3.)
-

nimûnebûn nakeve, pêdiviya xwe bi sêwirekî ve heye ji bo avakirina kirdeyekî an sazîkirina xêzên raman û nerînan û ji ber ku mirov bi mirin, rewrewk û tirsê ve bindest e, nimûneyîbûna giyanî bibû berdêlekî suriştî ji têkçûn û êşê re. ❝
01 : 06 : 50
(Rêber Hebûn)- & ريبر هبون & (REBER HEBUN) zanyar di rûbirûbûna tirsê li rojavayê Kurdistanê- Raman - (Rêber Hebûn)- & ريبر هبون & (REBER HEBUN)
❞ Zanyar di rû tirsê de li rojavayê kurdistanê
Rêber Hebûn
https://m.youtube.com/watch?v=ain7OF3JxmM&feature=youtu.be
Nexweşî ew nîşana lawaziyê ye û bi xwe jî ji xuristiya mirovan e ji dema rêyên cuda girtin ji bo jiyanakirina kêliya demî ta roja mirinê hembêz bikin, û tirs mîna baweriyeke qayim e ji xelekeke ji reftar û reweştên civakî hatiye, mirov birêve dibe ji bo nehestbûna xwe bikarbîne, û bermayê civakî bimije, ji çaxê zaroktiyê ve , ji ber ku zarok pêsîra diya xwe dimêtê û tiliyê xwe jî pişt re û bes nake, lê bi hizr û hestê xwe ve bi derbasbûna mezinbûna ramanê xwe dimije, ji ber vê yekê em keda afrênerî dibînin bi rehjenên mirov û berketiyên wî re bi heman demê derbas dibe, ji bo vegirtina nirxa herî baş di rûbirûbûnê de , û diyarbûna rastiya wê a daxwaza jiyaneke bêhtir dadmendî û xweşî dike, bi piştrastina li ser hinira a ku bê cudabûn an armanc hewildide tiştekî bi serxîne lê bi dawî xizmeta desthilatdarî û armancên wê dike, û wisa em wateya ji gera mirovê zanyar di nav hebûnê de dibînin pêşî ji erdnîgariya xwe yê ku di xwe de , di kiryar, helwest û çanda xwe de radike, û ev yeka me dihêle ku em li pêş rastiya xwestekên bê hampa rawestin , ji bo dîtina jiyaneke baştir bê koletî û serdestbûn û herdû ji encamê mêtina nezaniyê derdikevin, û herwiha ji komek reweştên desthilatî ji perestiya cemaweran ji bizdana cîgir re yê ,di jiyana û saziyên wê de cihgirtî, û dema em têkevin di nîşanbûna tirsê bi derbekê dikevin di xefka pirsên vekirî de li ser gelek egeran rodanan li ser maseya dem û cih a bi hevdû ve qemitî pelge dikin, û dibe ku tirs nûnertiya bîngeha girtinheviyê di nav mirovan de bike, û herwiha serdestbûna cîgir a ku bi rengekî neyînî bandora xwe li ser jiyan û civakê bi heman pîvan û nirxên xwe dike, û çawa ku tirs li ser hizr bê vegirtin , nirx têne guhertin bi rêya bandora bizdana ku li ser hemiyan hatiye sepandin, û tirs nûnertiya destpêka girêdana bi rewrewkê dike, û civakên talanbûyî yên ji hiş û azadiya xwe bê par mane hest dibin ku tirs tiştekî divê hebe, û hebûna wî bi xwedayekî ve girêdayî ye, divê ew xweda bê perestkirin û qurbanên mirovî ji bo wî bên e danîn, û herwiha guhdana fermandar ji guhdana wî ye, û çi tiştê diqewime ji gendelî û bobelat ewa xwesteka ew xwedayê zorbaz e, ji ber vê em tirsê dibînin mîna ricîmekê ye ji berhema gana xwestekên desthilatdar bi tiştê dibin e sedem ji hebûna wî re mîna fermandarekî bi deqekî pîroz, kesên sana wê radikin bi hênikiyekê û zordariyeke bi rêk û pêk ve.
Tirs xwe bi cih, dem, perwerde û zanînê ve qemitand û ev tişt şagirt li dibistanan werdigrin, hîştibû gewrî dagirtî ahîn û dilzarî bibe bi ketina tirsê bi awayekî husteyî di henasan de, û ta çanda gelêrî a ji şaxên perwerde û hînkirinê hatibû wergirtin bibû riwekî ji xuristiya civakê re, ji ber vê wêrekî di roparta rojhilatnavînî de tenê destikeke ji xwekirina demborîneke ji derew û pêrawestina sawêrî tewşbûyî û mirov nikare bextê xwe bidêkî ji bo avakirina wêrekiyeke ji rewşa tarî hatibûye wergirtin, ango bi dema niha a ku bi bend û baskên desthilatê û kiryarên wê yên zorbed ve li hember civak û takeksan dorpêçkirî ye û li pêş vê fişara dîrokî û bermayê desthilatî civakan xwe dibînin di rewşeke ji koçberiyê ji henasên xwe re û bi awayekî bêcan,piştpêbestin û bi tirs ji siberojê ve dijîn , û tirs bi awayên ramanî naye berhelistin, ji ber nediyarbûna ramanê, û xweradestbûna ji rastiya tiştê rodayî , û nav lê dibe bêdestî li gor têgeha olî a amadebûyî ji bo pêşwazkirina tirsê, û çavê ku ji tirsa xwedê digrî ew eynê wê li gor derbirîna olî çavê yê ku digrî ji ber zorkariya fermandar û xwediyê malbatê û mamosteyê dibistanê, û nabe di rastiyê de veqetandina bermayê olî ji ya desthilatî ji ber ku herdû du alavên kûr ji têkbirina ronakbîriya civakî ne , ji ber vê yekê komên tirsê di xwepêşandina a ku banga bi jiyana serokê nemir dike tije dibin, lawê xwedê li erdê, yê ku xwedayê padîşah serweriyê dabûyêkî bi bêdestî û vîna wî, ji ber vê divê xelk bang bi jiyana wî bikin, û tirsê xwe dirajin mîna navdariyên dikevin kûrahî û hizrên wan, û herwisa wê kilîtên tirsê bi hêsanî neşkin, berhinde kolan dibin talîzok û serdav têde laperînekên ademî derbas dibin, û rewiştên komî tenê dibin pîvanên ji cotbûna fermandar û fermanber ve li ser rêça afrêner û aferandek hatiye wergirtin , ji ber vê hişmendî vala dibin jibilî ji hinek tewî û gotinên yên kesên hênik wana nifş dû nifşekî vediguhêzînin, ji bo xemilandina jiyana wanî weke henekeke reş, û ev dibe nîşana jiyana wan û nepeniya sertbûn û reşbîniya wan, ta xewinên demukrasî û vebûna li ser civakê tenê çîrok bin ,giyanên vala danagrin, tenê ji hinek xewinên yên bi windabûn û koçberiya giran ve dorpêçbûyî dimînin.
Vexwarina takekes ji tirs re wekî dûrketina wî ji henas re, û veşartina dîmenên aştîbûnê ligel hemî tiştên yên taybet in bi navdariyên afrandina takekesî ve li heyînê , ji ber vê desthilatdar li ser têrbûna civakê ji tirsa ji wan dixebitin , ta ku jiyana civakî bihêlin di çarçoveya dîmenên pabendbûnê ji xwediyê parî û serokê hemdemî re be û bang jêre û cangoriya wî bi rewanê xwe û tiştê girêdayî bi van sloganan, û zarok rastî vê cureyê ji gunokirina ramanî û zanyarî tê ji destpêka çûna xwe li dibistanê û rakirina wî ji dîmenên serokê xwe yî cangorî re.
Ricîmên totelîter takekes hîştibû bibe duriwekî çavşikestî , heznake bibe rexnegir, lê tenê mirovekî rewşa xwe dipejirîne, ji çi kêliyeke tirsê re giravkirî, xwe dike hînckarekî genî di rewşên herî hêsantir, tiştê ku li ser maseya wî bê danîn dipejirîne, bi bandora tirs , serkotkirin û xewkirineke rêbazkirî, ta bibe tenê karkerekî an peymanderekî li kargeha milkeçî ji fermanan re û bixwegirtinên bêreng yên ji reftarên tiyoqratî olî hatibûn e wergirtin , li gor hişmendiya partî û bîrdoziya xwe hatibû guhertin , ji bo bibe olekî giştî bi tirs û rajêrbûna kotekar ve cîtengbûye, û tirs ji hêzên ewlehiyê dewsa dilrehetiyê ji hebûna wê, ji ber ku dezgeha ewlehî çekekî dirêjkirî ye li ser cemaweran taku bitirsin, û xwestina wê ji jiyaneke baştir sînordar be, cîhaneke têde çanda nakokî, û azadbûna derbirînê cîgir dibe, û rastiya peyketinê bi dû serhildan û raperînê mirov dehf dide lêpirsînê li ser nepeniya çûna xwe li erdnîgariya tirsê yê ji cîhanên dilzarî û sertiyê pêktê, û herdû jî henas diwestînin, berhinde ti vîneke azad bin saya metirsiyê nîne , û mirov tiştekî nahilînê ji ferehiya berketinê beranberî dûrkirinê ji jiyana xuristî re , berhinde tirs dihêle mirov bêhiş be di derbarê rewanî û hizrî de, berhinede berketin tune dibe bi nediyarbûna azadî û derbirîna li ser nerînê, û berketin û raberiyên zanyar têkdiçin , û xwe di nav dorpêçkirineke tam de dibîne, berhinde rewrewk û reweştên têkçûyî di henasên takekesan de berz dibin.
Tirs bi encamê zordarî û êşandina henas e, bi sedema bêhêvî û êşên kombûyî, tirs cenga navxweyî derdixîne, û takekesan tirsa xwe ji desthilatê aşkere dikin bi rêya pevçûn û tîjanê wana li hember hevdû ve, berhinde birçî dibin û ji bilî sertiyê ti destikê nabînin ji valakirina hinira tirsa heyî di hundirê wan de, wisa em dibînin ku ev hemî dihêlin mirov bi rastiya desthilatê birame a ku bi şev û roj civakê xwe girêdide bi awayên hûnîjandin û kirtankirina zanyarî, û peywendiyek heye di navbera zordar û mêrê ewlehiyê a zorkar de ji ber herdû bin siha serokê xweda dixebitin , yê bi dû wî ve keriyek mirovî tirsnak dikeve, navdariyên wî sexte dike li gor xwesteka rêxistina serkotkirinê, yê mayîna wî rewa kir û serperestiya ji gelên ku timî xwe bi rengekî bêcan û piştpêbest ditewînin, berhinde ji tirs re nîşanek mezin heye bandora xwe gewre ye li ser civakê û qonaxên takekesên wê, ew bîngeha çi vebuhujîneke giyanî an ramanî ye, û dibe jî ew pencereyeke vekirî be ji aşkerekirina çi tiştê heyî ji hevgarî û bobelatan ve, ji ber ji zikê tirsê ve ew pankirin derdikeve a ku bû ji lajeyên netewên bêdestiyê, ew civakên yên fêrî stuxwariyê ,çanda keriyê û zimandana solên serok ,hemdest û oldaran xwediyên qenciyê bûn e , û ji wêjeyên serokê xêvzana vexwarin, yê dewsa pir kesên stûxwar dirame, ji ber vê yekê rasayî ye jinavbirina ev kula deronî yê cîgir bû û deqên pîroz alîkarbû bi cîgirkirin û bicihkirina wê bi rengekî kûr, ji ber ku pîrozî bandorekî xwe deronî heye li ser çêja takekes û li ser bîngeha rabûna desthilata serkotker a gendel û ava dibe, dema gede bi mêjî re mijol dibe bi gerê ji bo pariya jiyanê her roj, di hizrê kesê peyketî de tiştekî diyar nabe tenê razîbûna kesê yê di destê wî de kilîtin her tiştî heye û ew li ser her tiştî dikare, ev ji aliyekî , û ji aliyê beranber ve desthilatekî heye ked û xebatê wî desteser dike û yê bi dû ketî pêdiviye ku dîmenên derewîkirin û bêdengiyê diyar bike ta jê re sînora herî jêrîn ji jiyana baş hêsan bibe, û di vir de yekem bîngehên tirsê saz dibe.
Û dibe ku dilheyîna me ji jevkirinê re û vegerandina sedeman ji çavkaniyên wêna re ewa dilheyîna me ji çêkirina rêyên rûkirina wergirtinê berve baştirînê be, ji bo aşkerekirina çi tiştê hatibûye veşartin bin navên nimûnî sexte, û mebest ji vê nimûnekirina nîşanên erênî bi ser tirs û desthilatê ve, hewildana bergiriyê ji yek xwedayî re, yê dîmenên wî li her derê belav dibin, û xelk derdikevin dîmenên wî radikin ji bo hezkirina xwe yê sloganî jêre diyar bikin.
Çi kesê hewil dide ku van reweştên totelîter û efsanî di zikmakê xwe de senger bike, dixwaze mehnedanê bide tirs û pîrozbûnê, û ciwankirina wan bi awayekî aşkere û bêreng û çênabe avakirina felsefeyekê li ser tehtên xêzeke pîroz pala xwe dide li ser mildan û xweradestbûnê ji ramanê rêberê bîrnas re,û qet çênabe desthilatdar bîrnasekî serkeftî be, an bîrnas desthilatdarekî rastîn be, û hîn valahiyeke rastîn heye di navbera nerînên bîrnasan û xwediyên desthilat û tewrîvanan di derbarê vê yekê de, û tewriyên wan ji mehnedanên xapînok derbas nekirin , armanca wan nûkirina çanda kerî , û sînordarkirina berzbûna mirovê zanyar a serkeftî, berhinde tirs çêbû di hembêzê nezaniyê de ,û bibû pêkhatiyeke rastîn ji pêkhatiyên belavkirina zorbedî û pîrozbûna a bi xwînê têrbûyî, ji bo bi riwê xwe yê xalîrengî pepûkiya xwe yê ketiye heyînê xêz bike, wisa ji mirov re diyar bû ku efsan beşekî ji jiyana wî ye, û divê rêza wê bigre , ji ber ku beşeke ji ola wî ye yê ku pê bawer dibe,û erk e li ser wî ku bawerî pê bîne û pêre bide û bistîne mîna nivîştê , ji bo ser û pariyê xwe bin siha rêxistinekê pêre her tiştî parve dike biparêze .
Ligel tirsê cihgirtin tune dibe, û pêdivî ji bo tebatê tiştekî misoger dibe bin siha jiyaneke hejiyayî, takekes di nav de li pey tiştekî wî dilniya bike dikeve, berhinde alîgirên efsanê tenaziya xwe bi raberî û berketiyên zanyaran dikin, û girtinheviya têkçûyî di nav wana de gewretir dibe, ta bibe dirêjiyeke dîrokî ji pevçûnên dihû re,ne ji bo desteserkirina li ser erdnîgariyê tenê lêbelê ji bo rewakirina ricîma a bi hêz ji ber ew hêjayî mayînê ye beranberî jimara kesê lawaz yê ku têne jêbirin û tunekirin.
Em dilheyî berfirehkirina danasînan dibin li ser gelek têgehên yên em pê bawer dibin ligel pirbûna dûbarekirina ezberkirin û bernanên wêna, ji ber ku mirov bi awayekî qayîm dilheyî tiştê xwe yî ramanî û hizrî dibe, ji ber vê yekê sinorkirin wekî dorpêçkirinê ye, û ev dorpêçkirin mîna pêdiviyekê ye bi rengekî bê wate girtinheviya zimanî di navbera du koman de diyar dike, yek ji wan dibêje ku ew baş fêrî raman û wateyan bûye ji nêz ve bervajî yê li beranberî xwe.
Em ne bi darjêgekirin û bêcanîkirinê re ne di çarçoveya komek bawerî de, û ev tişt bû sedema harbûna dirindîtiyê li cem mirovê rojhilatnavînî de, bi rêya ayîndariya xwe yê olî û partîtî , ew dimêtê û bi koratî bawer dibe, bê ku zanibe ku her giravkirinekê li ser darjêgekirina ramaneke pê bawer mîna serseriyeke kawikî ye, ji ber vê yekê em berdikevin zanîna yê me weke zanyaran li pey dikevin ew bi xwe jî nivîşka ronakbîrî û rizgariyê ye ji baskê bedenketiya ramanî û dûzbûna bîrdozî ve , ji bo nuhvekirina nîşaneyên bawerî û rabûnê li hember qonaxên tirsê yê ku rêxistina bavanî bi herdû baskên xwe malbatî û desthilatî wêna çîgir kiribû.
Berhinde ku her nivîsekî liyangirtî ye û bîrdozî wekî danasînekê komek raman in em pê bawer dibin ,yan em ji pêşiyên xwe werdigrin an em wêna bi rêya nehestbûnê digrin, û ji me qut nabin, tevî gumaniya me ku em dikarin xwe jê rizgar bikin, lê şopên wêna li ser rewiştê diyar in , tevî girtinên ramanên nû, ji ber vê yekê doza azadbûnê ji her tiştî rêjeyî ye û tenê wekî xwestekekê dimîne ,û em bi çi tiştê ku di hundirê xwe de cîgir em pê re didin û distînin, ji bo çêkirina peywendiyeke baş di derbarê raman û şîretan de, ji ber ku raman ji nişkêve dibin e alî , lê oldarîbûn û bêcanî li biniyên xwe de ne, û ew kêşeyek rawestiyayî ne, mîna kelemekê ne li pêş rêya rabûna zanyaran de, û tirs me dihêle em bi lêpirsînên mirov di derbarê ezmûna jiyanê yên ku têde dijî biramin ji qonaxa canîbûnê ta qonaxa gehîbûn û pişt re kalbûnê, ji ber ku tirs ne tenê di çarçoveya têkiliya di navbera desthilat û cemawer de ye lê wê derbas dike û jiyana takekes nîşan dike, û metirsiya wî ji pêşerojê, û ev nediyarbûna yê ku xuristiya jiyan û kirdeyan dorpêç dike, li cem mirov rewşeke ji dudilî û ramanbûna ji nediyariyê peyda dike, ji ber ku tiştekî li paş tunebûnê nîne, berhinde felsefa saxleman dema jîndar dimre li cem wî qut dibe, û ji rêza jiyana tevgerî derdikeve, ta genî û rizî bibe û vegere axê, û bibe tiştekî din û tevlî heyînê bibe bi rengekî yekgirtî bi hemî dinokên jiyanê û jêderên wê ve.
Ramandina bi heyînê divê pêşî ji dergeha metirsiyê derbas bibe, çima mirov bin siha hebûna şaxdayî a berve bedenketîbûn û tunebûnê diçe ditirse?!
Û çima mirovan kelemên zêde di rêya hevdû de datînin?!
Ji bo bi xweşiya jiyanê şad nebin, li rex tunebûnê yê ew çarenûsa hemî jîndaran e, mirov di riwê kesê beranberî xwe de bê berhelistiyeke zanyarî disekine , lê li ser têkbirina ya din cîgir e, ji bo pêşdebirina henasê.
Rijandina xwînê wekî lezbûnekê ye ji hatina tunebûnê re, ji bo destê xwe li ser çi tiştekî bi lebat deyne, û dibe ku ew awanteya a ji zorbaziyê encamdayî tiştê bêhtir mirov ditirsîne, di nav cîhanekî mirin têde bê bend e di heman aliyên jiyanê de, ji ber ku serkotkirin û kuştina evînê û wêrankirina peywendiyên xuristî, û gemarkirina sirûştê bi rêya cengê ev hemî hîştin ku tirs bêhtir nêzî mirov û jîndaran be, berhinde bedewbûna berzbûyî di mirov de rizî dibe û dibe leylan û doman, bi encamê têkbirinên mezin bi destê mirovê çavkar û ezez , û danîna mehnedanên pîroz û vala li ser xuristiya cenga wî li hember kesên din.
-------------
1- Nîkolay Eliksenderofêliş Bîrdîv bi Ferensî: Nicolas Berdiaev 18.03.1874- 24.03.1948 Bîrnasekî Olî, siyasî Rosî ye
Zehmetiyên gelek di rû civakên ku hewil didin azad bibin derdikevin, di nav gelek qedexeyan ên tevgerên wêna bi sedema zorbedî û bêdadiyê hatibûn têkbirin û ev di nav kesê bindest de şoreşek girseyî avakiribû, li hember wek neman û mirinê, berhinde Nîkolas Bîrdîv 1 dibêje: ( Mirin ew rastiya kûrtir e û bêhtir di jiyanê de bi nîşan e, ji ber mirov bi ser diyardeyên jiyana xwe yê rojan e û serveyî tê û ev tek tiştê yê ku me dihêle em bi wateyê jiyanê biramin, û jiyan ji derveyî nîşana mirinê bê wateye. )
warên ku di talîzoka xewin û hêviyên namiçiqin de dijîn, ji ber timî di rewşeke ji rûbirûbûn û pêdagirtinê de ne li hember zorkariya dîrokî ya gelê kurdistanî li parçeyên welatê xwe yê dagirkirî dijî, bergirî û rikberî mîna serkeftinekê ye li ser asta raman û hêviyan, û dibe mîna derbasbûnekî ji jiyana gîreyî re yê ku mirovê kurdistanî wêna dijî, berhinde welat ew wateya jiyana serkeftî ye li ser têgehên mirin û nemanê, berhinde pêgirtina mirov û pêdiviya xwe bi girtina kokê encameke xuristî ye ji hestbûna wî bi zorbedî û mafxwarî û herwiha ew pêdivî mîna naverokeke qayim e ,mirovê zanyar armanca wê dike, di dema ceng û dûrkariya sepandîbûyî û berdewambûna ricîmên serkotker û kirdeyê xwe li hember gelên xwe mîna mirina pirreng e , tê kirin ji bo zêdetir tîjan, hilweşîn û awanteya qerpol û dema jiyan bibe meydanekê ji kirina mirinê re, berketin û raberiyên kêferatkirî ji bo xurtkirina peywendiyên xuristî xeradibin, sazî û ricîm dibin çekekî li hember gelan, û rûdana demî û cihî bi cûreyên qirkirinên rewşenbîrî û civakî cîteng dibin, û jiyan mîna mirinekî sirûştî dibe,dimîne metirsiyekî, ji hûrgiliyên jiyan û nerehetiya me qut nabe, li pey wê ragihandina yê êş ,sertî û xwînê belav dike ta jiyan bibe dîmenên mirinê, li her cihekê ji cihên jiyanê cîgir dibe û xwe bi wêneyên totelîterî, dûrkarî ,serkotkirina kêmnetewan , cengên olî û jihevketina civakî diyar dibe, û divê di vê derbarê de nasîna riwên mirina pîroz di têgeha ricîmên sitemkar a serkotker, yên zorbediyê bi awayekî bi rêk û pêk sepa dikin ji derveyî heyîna reştariya tirsa hebûnî li cem mirov, berhinde tirsekî siyasî, deronî û civakî peyda dibe, û dikeve hûrgiliyên jiyanê, mirov nikare xwe li ser helbeze an wêna paşguh bike di siha ew kedxwariya sepabûyî de, û ev dûrbûna di nav komên yên ji her girtinheviyeke xwînî re amade dibin,û tirs mîna gîhayekî baş bi destê ricîman dibînin, û tê pikaranîn ji bo xwarindina keriya mirovî a nemabûyî bi derbasbûna qonaxên jiyan û hatina nifşên wê.
Ew tirsa a ku maye mîna metirsiyekî girs û di hiş û dilan de cîgir dibe û navdariyên xelkê , reweşt û reftarên wê zeft dike, û jiyan û rêya nifşên wê rêxistin dike, û mirin destê xwe danî li ser çareyên wê ji bo azadî û serxwebûnê, berhinde mirin dikeve dewsa jiyana tirsê, mirin dibe mîna şahiya xewinê ji bo gihîştina jiyana baştir, wisa pêşeroj nepenî û nediyar dibe bin siha wêraniya a ku berfereh û şaxdayî dibe bêhtir bi nediyarbûna awayên hezkirin û dostaniya civakî.
Ev lîstina yên ricîmên zordar bi rêve dibin ji dîtina wê yên teng ve dibişkivin, ji nezaniya bi hevjiyanê û berhemên wê yên erênî tên, û bi tirsê re didin û distînîn mîna pêwîstiyekê divê hebe ji bo kedîkirina hêrsa cemawer û xwestekên takekesên wêna ji bo jiyana xweşî û pirrengiyê .
Ew ricîm li rojhilata navîn bi şerfiroşî û zorkariyan ve dagirtî ne.
Turkiya ya Osmanî a li pey wê bermayek giran heye ji desthilatî , bêdadî ,qirkirina gelan û pişaftina wan di xwe de, Îrana Farisî ya dildarê şehnaziyên demborîna tije desthilatî û mirin û Sûrî û Îraqa Bassî yên li paş wana Erebûnekî Islamî bi xwînê li ser çand û gelan xwe sepandibû, û mora xwe yê Erebî Islamî li ser wan danîbû, û ev ricîmên sitemkar xwe bi bermaya belavkirina tirs û mirinê ,ta dema îro xwebicî kiribûn, wekî dirêjiyekê ji çax û serdemên berê, û Kurdistan ya dagirkirî ji van ricîman ew nîşanekî ronakbîrî ye ji vegerandina çanda netewekê re û hişyariya gellekî ji çepelên pişaftin û qirkirinê, û nîşana berxwedanekî piştrast dike, hebûna netewên yên kêferata azadiya xwe dikin bi xwîn û hesin diyar dibe, û tirs ji yek dîmenê xwe ve têkiliya xwe bi mafxwarî û bêdadiyê re xuyakirin dide, bi talankirin û diziya erdên Kurdistanî li Sûrî bi navê çaksaziya çandinî, û ev yeka mîna pepûkiyekê ji aliyê dewleta şofînizma a serkotker ve hatibû sepandin, bi palpişta xwe li ser pişaftin û helandina hemî pêkhatiyên netewî di nav darêjga xwe yê Erebî de, û ev lîstina bi maf û destdayîna li ser semyan û jiyana civakî mîna mezintirîn rewşeke zorbaziyê ye li Rojavayê Kurdistanê li gel wê Erebkirina gund û bajarên Kurdî bi navên Erebî , qewitandina kurdan ji navçeyên wan ve ji bo berjewendiya bicihkirina Ereban şûna wan û wisa jî dijberiya Sûrî bi piştgiriya Turkiya vê siyasetê li Girê Sipî, Serê Kaniyê û bi taybet li Efrînê bi rêk û pêk bicihanîbû, û pirojeyên nijadperestî mirovê rojhilatnavînî yê Kurd şaşkiribû, û ev bawerî bi sazî,dewlet û yase têkbiribû, û jiyan kiribû holekî ji neyîniya dagirtî tîjandin û bêdadiya bi rêk û pêk.
Tirs ne tenê bûyereke, lê nîşaneke rastîn e bi jiyan,xuristî û rûgeyên wê ve têkildar e, û bû rengekî naskirî di jiyana civakê de a ku bi ricîma bavanî maskirî û mirin têkiliya xwe pê re heye, metirsiya nemanê, nemana ewlehiyê, û metirsiya desthilatdar ji kesên ku daxwazên azadiyê dikin ,ew tirsa ji nemana serdestbûn û cih e , ji ber vê hemî ji bo girtinheviyê hewil didin ta reştariya tirsê qasî tê xwestin dûrbixin, berhinde bîrnasê Elmanî Haydger bawer dibe : divê mirin nebe ew metirsiya a ku nivîna me bihejîne.
Lê ew bi xwe metirsiyek rastîn e nivîna takekesên yên civakê bi alavên serkotkirin û tirsê kontirol dikin dihejîne , û ewa jî jiyaneke jiyanbûyî ye li cem gelekan yên ku nikarin mafên xwe yên sirûştî bi dest xwe bixin û çalakirina yaseya binpêbûyî a pala xwe dide li ser dadmendiyê û diyarkirina nirxê piraliyê siyasî û aborî û çendîn di xwe de encamên erênî berz dike li ser dewlet û civakan bi giştî ve, berhinde desthilatên sitemkar rê nadin ku hişên takekesên wê ji derveyî kêmanî û binpêbûnên wê biramin, ji ber reftar û karê mirovê bindest tenê birame bi serkotkirin û pepûkiyê ve yê ku di jiyan û qonaxên xwe yên cuda de wêna dijî, û rojeva axaftinan dibe tenê li ser binpêkirin û xweziyên nediyar û yên nayên pêkanîn, û wisa em dibînin çendîn peywendî di nav gotara olî û desthilatî de heye .
Ev koçberiya rastîn hîştibû jiyan raweste, û berhem tenê kedekî bê beranber be,tê pêşkêşkirin ji xwediyên berîkên fereh û yên jiyan û saziyên wê di destê wan de ye , desthilatiya serkotker kiryarên xwe di hizrên gelên xwe de bicî kiribûn, ji bo gel li hember wê raperînê lidarnexîne, û gel bi vî awayî bi pir hijmarên xwe dibû alav bi destê wê desthilatê wê berdide hevdû û gel bi rêve dibe çawa bixwaze û kengî bixwaze, û di demekê ew kerî ji nav hevşiyên xwe rabûn , di baweriya xwe de wê karibin li ser serkotkirinê serbikevin, lê qurşînên wê bervajî wê hatin, û bi xwe zemînekê ji desthilatiyeke tarîtir re ava kirin mebesta min bê guman serhildana yê tê naskirin bi gelê Sûrî yê ku Mark Sayksê Ingilîzî û Cûrc Bîkoyê Ferensî sînorê wê danîbûn, û ew berve demborînekê ve diçe li gor xwestekên wan desthilatan bi hişmendî û nehestbûna xwe ve, berhinde ku desthilata dûrkar êdî piştrastbû ku berdewambûn û hebûna wê girêdayî ye bi çendîn serkeftina cîgirkirina ricîma xwe yê desthilatdar ve di hiş û dilên civakên yên wê kontrol dike,û bi vî awayî guman kir wê ji bergê gelê bindest ji aliyê hiş û giyanê derkeve û xwe nû dike mîna dema mar an xemgurî eyarê xwe diguhêre, û derketina Daiş û berî wê Elqaîde û Elixwan û van komên pêşîn ji van bijardeyên yên rastî nezaniyeke bi rêk û pêk hatibûn û hişbirinekî giştî ji aliyê mêrên ol û desthilatê ve, civakê hîştibûn bibe zinarekî teqemenî û mayînên bi hev ve girêdayî, li ku biteqe wê hemî ferehiyê bigre, û ev ji me re piştrast dike ku desthilat bi hevkariya xwe bi mêrên ol û bi palpiştbûn li ser deqên pîroz giştî serketin di dagirtina cemawer de li gorî armancên xwe, û bi girtina zanyaran bi serketibûn, kuştin an dûrkirina wan ji derveyê vê bixêrîkê.
Wêrankirina hatinên heyînê û sînordankirina rengirtina jiyan û mirov çêdibe li gel kiryarên serkotkirin û nûjenkirina koletiyê bi heman awayên wê ji bo cengên nû, û qelişên bi dû hevdû ve , buhayê wê tenê sawîlkan didin, berhinde alozkirina cureyê jiyanê ji reng û kiryarê desthilatê û serdestbûna wê derdikeve, mîna dezgehekî tirsê di nav bijardeyên cemawerên ciwan de, lêbelê dijminatiya aşkere bi sirûştê xwe riwê xwe aşkere dike li hember çi dengekî bi bandor bernama guhertin û serhildanê di hizrê xwe de danîbû û kiribû pêşî hizrê xwe ve, berhinde zanyar mirin û serkotkirinê bi riwekî bi ken pêşwaz dikin, bergiriyê li hember hêzên nezanîkirin û serkotkirinê nîşan didin , li ser pabendîbûnê xwe bi naveroka bedewbûn, dadmendî û nirxê xweşiyê di jiyanê de derbirîn dikin, dema hatin û hinirên xelkê bi awayekê ji awayan hêviyên wê di guhertina demukratî de wêzim dikin.
Nimûna mirina sepandîbûyî li ser van civakan serkotkirineke bê dawî ye, û cîgirkirina wê mîna binemake olî pîroz ji xwedê hatiye sepandin û bi rêya pasvanên wî li erdê, ev bû tiştekî li ser guftogo nabe, û tenê ronakbîr dibe jêre qurban, yê li gemiyê rizgariyê digere ji bo mirovên yên bi lehiyê ve bar dikin, û ev yeka hevgariya Suqrat tîne bîra me, dema koça jiyanê bi rûkenî kiribû û ji şagirtê xwe re digot: ( divê mirov mirinê bi geşbînî û şadî pêşwaz bike ji ber vê divê hûn aram û hevseng bin.)
Mirina gewdehî jêra ne meraq bû lê tirsa wî li ser takekes û xelkê bû, ku li şikeftên nezanî û tirsa ji serkotkirin û malgirtina desthilatî ji her tiştekî bedew re koç bikin , metirsiya wî bi asta tiştê ku ji raman û pirsê radikir, ji ber vê ricîma fermandariya totelîter hêza xwe ji qirkirina zanyaran û zanînên ku mêjî dilivînin wergirtibû, û cemaweran dihêlin ku ji aloziyên xwe yên ramanî bi awayekî taybet ve li çareyan bigerin, ji ber ku tirs dihêle şoreşger milhûr be û wêjevan hînckarekî hov be û civak peykerên wêrankirî be, ev diyarbûneke ji dijminatiya jiyana nû re ye, an rizgarî ji serdestbûna efsaniya ya ku zordarî ji kunên destpêktiyê anîbû,û tiştê ku civak hîştibû awanteyê bijî sertiya desthilatiyê ye û zorkariya wê li hember civakê, ji ber ku êş,derd û windabûn bûn e binema civaka barketî bin siha ricîmekî serkotker, dadmendî û dadperwerî rakiribû, û pêşeroj li gor vê yekê nediyar bû, ev dojeha ezmanî rewş dagirtî ye, û mirin yek ji bedtirîn riwê wî ye, û serdestbûna koletiyê mîna ricîmekî ewlehî li ser movikên jiyanê, mirovan hîştibûn di rewşeke ji tirsekî berdewam de bimînin, sedema wê ezeziya malgirtîkaran ji hatinan re û nediyarbûna rengên bîraweriya bi hevjiyana aştiyan e ve , li rex serdestbûna ramana olî li ser bijardeyên civakê li gor têgeha Islama siyasî yê ricîma serkotker biserket ku ew raman bibe bîrdozî, berhinde wêjeyên partiya Baas ya fermandar pişta xwe dabû li ser dîtina Islamî olî ji fermandariyê, û Erebûnê dîtibû bîngehekî ji ol re, û li gor wê fermandariya xwe ji civakê re û serkotkirina xwe ji kêmnetewan re rewa kiribû, yên ew jî xwe li paş maf û taybetmendiyên xwe yên netewî veşartibûn mîna bersivekê ji paşguhkirin û dûrkariyê rêbazbûyî re, li gel wê bi dijwarî li pêş xwesteka guhertin û hevberînê tê rawestandin û herdû beşek in ji tevgera dîrok û jiyanê bi giştî ve, û li pêş nebûn û mehfbûna a ew binema her jîndarekî saxlem e derbasî qonaxên cuda dibe ta bedenketîbûn û nexweşiyê têgehên fêzbûn û mirinê rawestîne ,em ricîma serkotker dibînin bi aliyê mirinê bêhtirî jiyanê ve diçe, ji ber desthilatdaran helkelkî bi dû guhertina jiyanê dikevin ji bo bibe meydana azarbûn û kuştinê, ji ber ku ji gel ditirsin,û cemawer jiyana xwe diqedînin di razaneke veguhêz ji tirsekî ta hêrsekê, û ji encamê wê bi lez kiryarek dijwar encam dide bi bayên hingemeya bê dawî re, li gel wê civakan di zîndanên xwe yên mezin de dijîn li ser dirêjî pîneya warên xwe, û rewşeke ji koçberiya hundirî dijîn, û ji bilî penaberiyê çareyekî tal nabînin bi dawî neçar dibin bipejirînin, ji ber vê yekê mirina di navbera erdnîgarî û bazdanê de tirsekî berdewam e ji pêşerojeke nepenî re, zêdetir derd û dilzariya reş pêşbînî dike, li gel wê henasan li piştrastiyeke windayî digerin bi sedema serkotkirina bi rêk û pêk yê ew dijîn bin siha ricîmên fermandar yê çi axaftineke sawîrî nahilînê ji bo kedîkirin û mêtina hêrsa cemawer, li gel wê civak, kom û rêxistinên ji hevdû re dijhev tên e dabeşkirin.
Hevxistina Baasî wek nimûne li ser bîngeha dijminatiya ji bilî Ereban li Sûrî an Îraqê pêktê û li wan dinêrin ku ew şaneyên razayî ne dibe ku dijminên li derve wana dema ew bixwazin bikarbînin, ji ber vê yekê pêdiviye li wan bê tengavkirin, ev ji derveyî tirsa desthilatê ji gel ve bi giştî, ji ber ku zîndanvan ji zîndaniyan ditirse tevî ku li zîndanê ne, li gel wê berdewam kelem di navbera netewan têne çandin, û di navbera rageh û ragehekî de, di navbera qatan de jî, aliyê bi ricîmê re û aliyê bi dijberiyê re, û zoreng di navbera vîna guhertin û tirs bibû feraqekî di nav de nirx û têgehên rojhilata navîn ya ku bi xwe ji wê girtinheviyê hatibû cîgirkirin, û têgihiştina me jêre pala xwe dide li ser derbasbûna me bi sirûştiya têkiliya nişteciyê derveyî bi erdnîgariya wê deverê û xwedîkirina wê bi dîmenên hewesdarî bi desthilat û sitemkariyê ji bo hebûnê, û mîtingerî hatibû kirin bi rêya tirs û serkotkirinê, û bi rêya herdûkan ve rolên afrênerê azad hatibû têkbirin, û li şûna wê lîstoka desthilatê cihê xwe girt bi qutîkirin û reşkirina her sirûştiyekê û rewşeke cîgir hewil dide tiştekî ava bike ku karibe vê wêraniya a ku peywendiyên civakî wêran kiribûn jêbibe , bi rêya çandina tovên tîjandinê yê bi sirûştiya xwe tevgera civak û takekes sînordar dike, û şiyana berzbûna tevgera ronakbîrî ya bi armanc li paş dixe , ji bo jêbirina mayînên desthilatî ya li dor mêjî, û paşêxistina tevgera civakê yek ji erkên desthilata serkotker e, ji bo rûbirûbûna maf û xwe şimitandina ji erk beranberî gel, tirs namîne cîgir di demeke dirêj de, û bi lez belav û pûç dibe , di serhildanekê her tirsekê hildikşîne,wekî dema bajarên Kurdistanî li Sûrî rabûn taku sozê bi gel,xwîna şehîdên xwe û xwediyên xwe yên aram li Qamişlo nûkirin, û herwiha em tirsê dibînin bi hêrs û hebûna vînê neman dibe , ji ber vê her çare li pêş komê gelê westiyayî dima ew bergirî di rû bêhêvî û piştsariyê, berve vejînkirina şiyarbûna mirov, cenga wî ji bo azadî û dadmendiyê, li gel wê gel ew kelevajiya sexte bi navê welatîbûnê danezanîkirin bin siha desthilatiyeke ji wan re ti soz an peyman nedabû, û ev rabûna gelerî derbirînek bû ji yekîtiya gelê Kurdistanî re li hemî bajar û gundên wêna, û hewildanek bû ji bo binaxkirina tirsê heta dawiyê, tevî sertiya sitemkar û şêweyên serkotkirina wî lê vîna gelan saweke dikarê wana bin guhê hevdû bixe, tirs dibe destmaya desthilatdar yê pala xwe dide li ser ji bo li desthilatê bimîne û qezenc û hatina xwe zêde bike , û herwiha nanê civakên oldar û tîjandî ye bi awayê siyasî, ricîmên sitemkar li ser binema tirsê wek şêweyeke gerentor ji serdestbûna wê re dijîn, ricîma tirsê damezrandin li ser binema gefa bi dojehê wekî encamekê serpêçî bi xwedê re û şîretên yê di deqên pîroz de hatî, ev yeka cureyekî ji hevkariya bed di navbera mêrên ol û desthilatê de çêkiribû, wekî du pêkhatiyên çalak ji bo têkbirina çavkaniyên şoreşa hişmendî a hatibû cîgirkirina li ser pêşdebirina dan û standina ramanî, û rê li pêşiya gotûbêjê bi siyaset, ol û zayend ve hate girtin, û bûn efyon li paş perdan tê duristkirin, ji bo mijolkirina xortan, û razandina wan demeke dirêj, û belavkirina bêkariyê û rêbaza xwendinê a hişk û vala ji hînkirina naverokî tenê nezanîkirin û mijolkirina xortên zanîngehan ku tenê bi dawîkirina xwendinê û kardîtinê piştî qedandinê biramin bi siha tenêbûneke aborî xenqoyî, û gendeliyeke giştî perîşan û hilweşîneke paş perdeyê tê kirin, û bişanhildana diravê yê rê ji mirov re vedike ji bo dizî û tembelîkirinê, ev hemî tê birêvebirin ji bo tek encamê û ewa berşûnbûna rewiştî û paşxistina deronî ya henasî û têkbirina qezencên xelkê, li gel wê ricîmên sitemkar li ser çandina gumaniyê di nav bijardeyên civakê de dixebitin, ji bo bawerî di nav xelkê de tune bibe, û awante bibe pergalê giştî ji hemî nakokiyên sert yên dikarin stonên saziyan hemî hilweşînin, û ev zorenga har di navbera alîgirên guhertina zanyarî û sertiya desthilatdarî kevin e kevinê dîrokê, kevinê têkiliya reşepêş di navbera fermandar û cemawer de, di navbera mêrê ol û cemawer de, di navbera bav û kuran de, ji ber vê berdewam pirsên gelek berdide , û ji ber vê tê veqetandin di kêliya hêrs de ji çi tiştê ku hatibû cîgirkirin di jiyaneke pala xwe dide li ser sertî û neçariyê, û ev raperîn qonaxên bê nîşan didan nerîna gel û gotina wî têde li pêş be li jor ricîma sertbûn û zorê, ji bo sînorekî bê danîn ji wan lîstina yê giyanên sawîlke têkbiribû, û civakê hîştibû rizî bibe, ev qelşandin bicî dibe û kelemekî kûr durist dike, ji ber vê em desthilata serkotker dibînin ku ew jî di gezencê de ne ji dûrketina xelkê ji bîraweriya ronakbîrî û felsefeyê ve bi rêya belavkirina wê ji raman û efsanan re bi rêya dezgehên ragihandina wê û herwiha bi rêya rêbaza olî, ji bilî ramanên tek netewê û bicîkirina têkelbûna bi zorê re, ji ber vê ew girtinheviya di navbera netewan de hatibû belavkirin, netewa herî bi hêz û bi zimanê olî xwe bi çek dike û jêre desthilat û serdestbûna li ser çand û şaristaniyan vedigere , ew şaristanî û çandên yên taybetmendiyên xwe diparêzin û têkoşînê dikin li hember hewildanên setimandin û qirkirina rewşenbîrî, li gel wê Baas bi bîrdoziya xwe yê reş baş nûnertiya qirkirina rewşenbîrî kiribû , û armancên wê ji bo erebkirina navçeya kurdistanî li rojavayê kurdistanê derbirîneke ji sertbûna rewşenbîrî re û nediyarkirina nasnameyên gelên deverê ji bo bicîkirina dûrkarî û ne aramiyê ji bo hemî pêkhatiyan ligel pêkhatiya fermandar yê ew jî zorkarî û gendeliyê dibîne ji aliyê wê desthilata yê ku ti destik nehiland û bikaranî li hember qezen,ewlehî û azadiya gelê xwe, ew bawer kiribû ku bi rêya tewriya pilanê û dijminê derveyî (Israil), wê bihane bide ji bo bimîne destpak li ser xewinên netewî lawaz li dor eywanên rewrew û xapandina cemaweran dizîvire ( herdû Baasên li Sûrî û Îraqê) ji bo dûrxistina wê ji xuristiya dema niha û hewildana netewên demukratîk û guhertina naverokî ji desthilat û ricîma fermandariyê, li gel wê mijûlkirina mêjiyên wê bi navê şerê dijminê li derve, hîştibû xelk xwe radestî lîstin û binpêkirinên ku li dijî wê hatibûn e kirin bibe, û deverê hemî hîştibû dagirtî girtinheviyên aşkere û hundirî bibe, û wisa em dikarin bêjin ku ew bi duristkirina hingemeyê heta demekî dûr bi serketibû.
Çanda dûrxistinê ji berhema şaştiyên desthilatî ne, û civakan di rewşeke ji girtinheviya giştî û bê dawî hîştibûn, di baweriya xwe de wê bi vî rengî cihên hebûn û serdestbûna xwe li ser hatinan biparêze, li gel wê her awanteyekê bi karên derveyî ve girêdayî ye ji bo rewakirina hebûna xwe,li gel wê tekçand pala xwe dabû hêzê û pişaftina pêkhateyên din di xwe de mîna pêdiviyeke desthilatî didît, bîrdoziyeke dîrokî sertî û pizbûn piştgiriya wê dike, ta bibe asteng li pêş afirandin û dostaniya civakî ya şaristanî , taku mirovahî hemî buhayên gendeliya desthilatê û xwarbûna wê bide.
Ev hemî jiyan hîştibû di windabûn û jevketina giyanî û ramanî de bîzivire, û ji girawbirinê re hewşekî fereh dîtibû ji bo xistina çi ramanekî azad an pêşveçûnekî sozdar, li gel wê sepandina çand û reftarên ku ji ol dertên ji çawaniya hîştina xelkê ku bi rêya bijandin û tirsandinê ve di eynî demê de bandor bibin, û ev rêyeke baştir e ji bo çewsandina rengên civakî û kireberîkirina wê bi yek reng, çand û tek zimanî ve û pişt re erdnîgariyekî têde yek fermandarî cîgir dibe, desthilatiya xwe ji serdestbûna ola Islamî werdigre, û rêya ku xwediyên belavbûna wê ji talankirina hemî deverên din bikaranîn û sepandina ol bi rengekî zordar li ser gel û çandan ji bo pişaftina û helandina wan di pergalê zimanê Erebî de, û berdêla amade wekî ku di van lêpirsînên rewa û vekirî de ye ewa di pêşkêşkirina berdêla berzbûyî di pêgirtina bi kok , çand û zimên ve taku neman û bi dawî nebe, li gel wê nemana vê êrîşa rewşenbîrî ya siyasî mîna destpêka hevjiyanê ye di nav gelan de , bi nemana navê kêmnetew û pirnetew ji bo jiyanek bêhtir cûrebûn û lihevhatin, û dibe ku talana rewşenbîrî li hember nasname û çandên din hingemeyê kiribû zimanê rewşa wê, herwiha navendîbûna olî û netewî bi zor û pizbûna xwe ve li ser bijardeyan her tiştî derbaskiribûn.
Ew bijarde taliya girtinheviyê xwar, û di xwe de kesayetek nizim derxistibû bi taybetmendiyên nefretê ji serwerî û desthilatiya hêztirîn ve hatibû naskirin, yê ku zorê dikir bin balkêşeya pîrozbûna bîrdozî an olî.
Û li gel wê Ewrûpî zorkariya xwe li ser Efrîqiyan kirin, ev dîtina dûrkar ji bo çewsandina nîşanên şaristaniyên mirovî ji gelên Efrîqiyayê, wek dema Ereb bi rêya ola Islamî zorkariyê berdewam kirin bi bihaneya cîhanîbûna ol û li zimanê Erebî dûriyekî olî pîroz danîbûn, wekî kiryarê yekîtiya Sofiyêt û hewildana wî ji sepandina zimanê Rosî li ser gelê din yên li ser wan serweriyê kiribûn, ji ber vê ziman hatibûn weşandin bi kuştin û mêtingeriyê û pişaftina gelan ,hinek ziman dewsa gelek zimanan girtin, piştî ew gel zimanê xwe jibîrakiribûn û dev ji ziman û nasnameyê xwe berdabûn, dema rastî işkence û azariyê hatin, û ev yeka rengekî berdarbûyî ji qirkirina rewşenbîrî ye.
Wisa serkotkirina siyasî rex li rex li gel alavên pişaftin û helandinê dixebite, û ev yeka şerên girtinheviya navxweyî durist kiribû, û ol siwareyekî dîrokî û bîngehîn bû li ser bîngeha wê helandin di pergalê netewî a fermandar de hatibû pêkanîn, mîna gotûbêja Islam û Erebûnê , bi rêya wê sitemkariyên netewî di hundirê erdên xwe de karîbûn şerê gelên resen bikin , ev yeka di ramana Elqayîde1 û Elixwan2 de şaxdayî û berz bû, alavên cengê xwe ji dîrok û talanên Islamî wergirtibûn, ji ber vê em dibînin ku cenga desthilatî gelek xalên hevbeş di navbera gelan de jinavbirin, û her kargêrekî şaristanî bi destê mirovê zanyar ji kevin ve hatibû pêkanîn, û ev tişt gotinê Ishaq Niyotin 3 1727 tîne bîra me : ( Em gelek dîwar ava dikin lê em têr piran ava nakin.)
û ev wêrankirina bi rêk û pêk ji peywendiyên hevjiyan û dostaniyê ye, di navbera gelan de tirsê hîştibû xwedayekî fermandar li ser erdê û di kesayeta rêber û peykerên yên ku li her goşeyê de ava bûn e xuya dibe.
-----------------------
1- Elqaîda : an rêxistina Elqaîde an bingeha tekoşînê : ew rêxistin û tevgerekî pir regeznamî ye, di dema Tebaxa 1988 û dawiya 1989 de hatibû damezrandin, banga tekoşîna navdewletî dike.
2- Elixwan Elmuslîmon: komeleyeke Islamî ye û ew tevgera dijberiyeke siyasî ye li gelek dewletên Erebî.
3- Esêr Ishaq Niyotin 25 Berçele 1642- 20 Adarê 1727, zanisvanekî Ingilîzî ye , yek ji navdartirîn zanistvanên Fîzîk û bîrkarî ye bi derbasbûna serdeman û yek ji nîşanên şoreşa zanistî ne.
Li gel wê berzbûna vîna çanda sade ya ku mayîna li ser kenarê , pişaftin û destdayînê napejirîne ,bi berhelistbûna tirsê ve a ku peyker nûnertiya wê dike diyar dibe, û berxwdaniya li hember qirkirina rêbazbûyî yê jiyana civakî û siyasî li xwe digre, li gel wê li gelên yên bi nasnameya xwe ve girêdayî tê nêrandin wekî metirsiyekê ferehbûna û serdestbûna wê li ser movikên dewletê bi sazîyên wê bi awayekê giştî asteng dike, li gel wê wêrankirina peyker nîşaneke ji şikestina sihwa tirsê û serkotkirina desthilatî, û şopandina zorengê û tiştê wekî nirx di çarçoveyê wê de di girêdana azadîxwazan bi jiyanê ve tê kurtaskirin li hember hêzên yên ku li ser wêrankirina çi avakirin an destketiyê ve dijîn, û erka wê piştrast bû li ser hilweşînê û weşandina bizdanê di nav henasan de.
Zanîn wekî rewşekî ronakbîrî diyar bû , metirsî û bedkariyên kiryarên desthilata serkotker celew dike ji ber ziyanê dighîne jiyan û pêşeroja gelan û pêkvejiyana wan bi hevdû re, herwiha bandora xwe bi awayekî neyînî li ser başiya ramandina wê dike û ji ber vê pêdivî çêdibe ji bo li hember wê bê rawestandin li ser bîngeha bicîkirina têgeha raperîna cemawerî, ew nîşana zengila dawîbûna wê desthilat û alîgirên wê ye.
Tiştê ku desthilat ji vekirina peywendiyên sirûştî di navbera civakên serkotbûyî kiribû bi rêya çandina tirsê wekî efyonê , hêza dij xwe li hember amade dike bi rêya civandina bijardeyê ciwan yê dikare jiyanek nû bide û dikare li hember binpêkirin û aşkerekirina wê bi gelek şêweyan raweste, dibe ku xebata çekdarî jêre çareyekî dawî be, berî wê bîraweriyek cemawerî bi jiyana rêxistinî pêşde tê ,bîngeha wê xebatê beşadarîbûnê ne dûrkarî ye, û navendiya netewî a olî di pergalê xwe yê desthilatî de tenahiya civakê durist dike û wêna ji her bihinberdanekî ve durxistibû, taku ramanên erênî dernekevin , yên ji kiryarekî afrênerî dertên, gelek berketî û raberî hembêz dike û nûnertiya rewana civak û bedewbûna wê di heyînê de dike, li gel wê mijolbûna gelên serkotbûyî wek nimûne gelê Kurdistanî bi parastina nasnameyê û di berdewambûna zorengê ji bo parastina ramandina wê , li gel wê bin siha serkotkirinê mirov nikare bi tiştekî cuda û nû birame , berhinde naverokên desthilata serkotker a totelîter bi derbasbûna demê ve û ji hundirê ve genî dibin, û destên çavkar dikevin pêşbirkê ji bo bêhtir destê xwe li ser movikên serdestbûn û fermandariyê deynin, ta bihevkevin û ji hev dûr bikevin û qerbalixiyeke rastîn biqewime bi wê û civakê ve bibin e heldêrê, li gel wê hişmendiya gelemperatî di amûrîtiya xwe ya bijardî de ji fermandariyê re metirsiyekî li ser hebûna mirovî û aştiya xuristî çêkiribû, herwiha jî dibû bîngehekî ji cengên bê re, sirûştê wêran dike, ji ber ku dema nefret belav dibe tîjandin jî di navbera civakê de belav dibe, kesayeta takekes pelixî dibe, ev girtinhevî û zoreng çêdibe , armanca wê pevçûnê: têkbirina çi rabûnekî hişmendî ye , ji yekîtiya zanyar û xwediyên raberiyan çêdibe , yên ku hewil didin bi rolên xwe lihevhatinekê ji bo siberoja gelan û demûkrasîbûna wê çêbikin, ta zêdetir ewle ,aram û di xweşiyê de bin.
Bêkariya xortan û tengavkirina wan û herwiha sînordarkirina raberî û berketiyên nêdar a gelên barketî ji aliyê milhûriyên wê ve jiyanekî gelek metirsîdar aşkere dike , bi rêya wê ceng û aloziyên yên şîn û işk çinî dikin bêhtir dibe, parçebûna sawdar ji gelên rojhilata navîn netewî , olî û ragehî perdeyê aşkere kiribû ji komek cengên bi dû hevdû dikeve di wêzima hêzên desthilat û qezencê de, berhinde windabûna nasname û şerê mirov ji hatinrêz an ziman û baweriyê wî re nûnertiya siha xweda li ser erdê kiribû, berhinde bermaya olan ew bermaya hunera serdestbûna bi cemaweran e, tê wateyê ku ol ew roparta desthilatê ji xelkê re ye, û dibe tiştê ku hîşt têkelê reftar û reweştan çêbibin û ji aliyê xelkê ve bi heman bijardeyên xwe bên e mêtin ew desthilatdar û hevbendiya xwe bi mêrên ol re, bi derbasbûna demê ricîma tirsa pîroz saz kirin.
Ew ricîm bi raman û dîtinan re bi awayekî hişyar dide û distîne, û timî pêre dikeve di ciyawazbûn û lihevketinê, tenê ji raman û dîtinan sûd wedigere di warê pêşveçûna ricîmê û cîgirkirina tirsê mîna rewşeke pêwîst û divê bê jiyankirin, û herwiha nûnertiya siha desthilata ronakbîr li ser erdê dike ji ber ku ol rêya jiyanekê ye, ew amaneke nirx û reweştên desthilatê hembêz dike û herwiha bermayê gelerî û efsanî bi awyekî gurayî, li gel wê baweriyên kisilgirtî bûn e peyker û nîşanekî samê û şikestina vîna cemawer bi rêya şerê ramanên rabûyî, dibe ku guhertina jiyana xortan bi rengekî pûç bîngeha xwe pişûdan e hîştibû desthilat bêhtir dêwtir be bi rêya pencereya bêkariyê .
Ji tirsê re dest û nepirçekên toj çêbûn, herwiha jê ricîma bawerî bi çarenivîsê çêbû û mal û semyan ya xwedê ye dide kesê dixwaze, wisa roparta olî bi mêrê desthilatê re destêkel bû , û şaxên saloxgêrî bi rengê koma firiştan hatibû sazkirin, firişteyekî giyan distîne û yek li zurneyê dide, û yek bi miriyan re di gorê de diaxive û bi awayê wê şaxên tirsê hatin sazkirin li warên ku ji derveyî bêdengî û sertî di şîret û deqên xwe yên pîroz tiştekî pîroz ranekirin, berhinde desthilat reweştên xwe yên li ser binçavkirin û reşkujiyê danîn, ji bo armanca xwe ji belavkirina tirsê pêkbîne, çi kesê ku mafên xwe bixwaze wê bê qirkirin, bi taybetî kesayetên yên navderiyek wana li cem xelkê hene, berhinde reşkujî dibe yek çirûsînin tolê li ser tirsê, û xelkê bi zorê dihêvoje ku raperînê bikin, û ew ne wekî ku Tomas Mor dibêje 1 : (Alavekî ji alavên hunera fermandariyê ye , û destikekî ji bo dûrxistina welatiyên asayî ji zehmetiyên cengê ve yên ku rêberên wan li ser wê berpirs bûn.)
---------
1- Tomas Mor : 07.02.1478- 06.07.1535 , rêberekî siysî bû û daner û zanistvanekî Ingilîzî bû, di çerxa 15 de jiyabû.
Reşkujî dibe destika rikberiya pêla hêza cemawerî ,bi dijminatîbûnê hest dibe dema desthilat ronakbîrên wê dikuje, û ev tişt zengila dawiya wê desthilatê ye bi demê re , reşkujiya siyasî hingemiya deronî li cem xelkê dadimezrîne, bi awayekî ji bo berzbûna hêza dij û bi armanc ve dixebite ta bikeve dewsa desthilata heyî , berhinde çendîn reşkujî wekî veguhêztinekê ye li qonaxeke metirsîdar têde bê aramî û ceng durist dibe, û ew mîna nîşanekê ye ji veguhêztina desthilatî ji ber ku riwê qonaxê bi temamî diguhêre, li gel wê reşkujî dibe diyardeyeke dirindî dighîne kaşkirina pêlên hêrs û tolê, yê bi awayê xwe ve desthilata heyî li ser deriyên rodanek e movikî datîne, berhinde reşkujî guhertina bedxwaziyê taku bibe rageh û bîrdoziyekî di nav xelk û ciwanan de bi taybet ve leztir dike.
Ev yek ji me re evqasiya wêraniya giyanî diyar dike yên ku hêzên reşkujiyan wêna ligel xwe parve kiribûn ji bo wêrankirina têkiliyên sazîker, û bicîkirina tirs û hêrsê mîna du sedeman ji awanteya giştî re.
Desthilata netewî mezinayî û hûnîjandin bi xewinên Erebûn , yekbûn û serdestiyê belav kir , herwiha binyadkirina Islama siyasî û rewakirina reşkujî û binçavkirinê, û desteberkirina wî ji olekî desthilatî xwedan bermayekî dîrokî û rastîn, û civakan hîştibû bi demê re xwe pê bibînin ji berjewendiya guhdana wê ji wêje, huner û raberiyan, tam bervajî vê yekê şerekî dijwar durist kiribû li hember meydanên bedewbûn, raman û hunerê, van tiştan hatibûn paşguhkirin û dewsa wan hişmendiya saloxgêrî yên vîna cemawer têkibirin hatibû bicîkirin, ji bo bêne belavkirin û rolên zanyarên wê bêne gunokirin, ta wan bihêle di zîndanan de nediyarbûyî bin an ew zanyar ji wan re destgîr bin.
Diyarkirina hevrêzîkirina zanyarî ji vê pevxistinê mîna nîşanekî diyar e li ser zehmetiya bûyerê û jiyankirina wêna, ji ber ku gel ti carî nabe kirêkarekî li cem bijardeyekî desthilatî bi wê serdest ve, eger fermandar nebe li cem gel kirêkarekî, ji ber vê tirs dibe mîna efyonekî heyî di navbera fermandar û fermanber de, ji ber hemî fêrî wê bûn e ta sînorê yê ku ew ricîm danîbû rizî bibe bi sedema harbûna tirs û sertiyê û pirbûna sitemkarî û gendeliyan ta her tiştekî bedew wêran bibe , ji ber ku bîngeha mayîna milhûriyê tevî ku li ser bê gotin ku ew jêdera aramî û ewlehiyê ye û bijardeyên hûrbûyî bihecandina xwe heta demekê celew bike, lê ew nizane ku ew celewkirin li hember hatina bavlîzoka mezintirîn bê sûd e.
Û ji vir rastiya girtinheviya desthilatî li ser berjewendiya mirovê aştiyane xuya dibe , ji cîgeh û bi rêya xuristiya hatinrêza wî û rêya têgihiştina wî ji çi tiştê ku di jiyana wî de diqewime, ji binpêkirin û derbaskirinên yên li hember wî durist dibin, û ew bi vî awayî li ser misoger e ku wê zorengê bijî bin siha sîstemeke totelîter netewî bi hebûna civekeke pirreng ji pêkhate û şartistanî mikûr nabe, ji ber vê serkotkirin û reşkujiyê destikekin ji bo gerentiya serdestbûnê ne, ji ber vê civaka sertbûnê hatibû afirandin, û ew ji pêwîstiyên hebûna desthilata netewislamî, û di eynî demê de nîşanekî ji roxandina wê ye, berhinde bikaranîna nasnama netewî bîngeheke ji hilweşandina hatinrêzan e ,mîna derbasbûna di talîzoka hingemiyeke bê dawî , bandora xwe li dewlet û kêleka wê dike .
Dibe rewşa Sûrî ji 2011 ve teqînek bijardî diyar kir di hundirê wê desthilatê de, desthilatekî rizî navê wê dijberî berhem dabû, û mîna wê desthilatê bi rengê xwe yê rizî diyar bû ,bi gel û alîgirên xwe re ji devê roparta ragehî axivî , hişmendiya desthilatiya heyî parastibû , bi şerê xwe li hember netew û kêmnetewan , ji derveyî bergê xwe yî Erebî derneketibû, û ev rikberî xwe bi hevkariyeke herêmî biçek kiribû,dewsa desthilatiya cîgirbûyî, em zorengê desthilatî dibînin, li gel hevkariyek hebeş di navbera wan de û ew nûjenkirina hişmendiya netewperest bi moreke Islamî tarî ,ramanekî bi kîn li hember filetiya Ewrûpî rahijtibû, ew bi navê cengên dîrokî û mîna dirêjeyekê jê re talan û kuştinê dikirin (komên li rojavayê bakûrê Sûrî), û civakê parçe kirin ji bo armancên xwe ji rewakirina teror û hingemiyê pêkbînin û li desthilatiyê bimînin.
Ji ber vê em bersivdan û kargêrîkirina azarkirinê li girtîgehan dibînin diyardeyekî desthilatî ye ji wêrankirina deroniya civakî ve û ajotina wê li hengemî û nemanê, herwiha hîştina tirs bibe nanê civakên serkotbûyî ,bi rêya girtinheviya bijardî, yê bedkarî û derdên xwe di nav bijardeyên civakê de aşkere dike bi rêya lîstina li ser têla hobebûn an netewbûnê.
Ev hemî bûn e sedem ji hilweşîna bîngehên hevjiyana aştiyane di nav civakan de û pêwîstiyên wê bi derbasbûna demê ve hatibûn e windakirin, û desthilatiyeke sexte hatibû damezrandin ,li gel wê takekes bi slogan û xewinên mezin û vala ve hatibû niquçandin, mîna xewinên yeksaniyê di nav qatan de û herwiha yekbûna welatê mezin, û binavkirina çi kesê ku ji derveyî sirûda netewî û hatinrêza partîtî ve fîxan bide ajanekî ye divê were jinavbirin li gel hunerbaziya bi reşkujiyê ve û mehfkirina taybetiyên şaristanî û helandina wê di çarçova pişaftina nijadî de, ev takekesan hîştibûn e di rewşeke ji koçberî û pepûkiyê de, xelkê bi rêvebiribû ji dûbarkirina dûrişmên vala, herwiha diyardeya qutbûna civakê ji demê niha cîgir bû, û herwisa qutbûna wê ji geşepêdan û pêşveçûnê ve, berhinde desthilata bîrdozî a netewî berzbû mîna dirêjiyekê ji bermaya talanan û daqurtandina erdan û kargêrîkirina qirkirina rewşenbîrî û siyasî bi rêya paşêxistina karbîniya mêjî bi rêya danîna xet û qedexeyan ve û herwiha hişbirkirina cemaweran bi xewinên yekbûnê û binavkirina kêmnetewan mîna nexweşî di hundirê desthilatê de belav dibin û dibin e kelemekê li pêş pêkanîna xewinê li gor pesindana wan, herwiha rawestandina di riwê pêşverûtiya kokî a ku roparta Islamî tundirewî hîştibû bibe naveroka herî sert û bi saw û yê tê bikaranîn ta bikeve dewsa serdema desthilatiya netewî , wisa ew bihaneyekê dîtin ji bo mayîna xwe û rojbûna kufletekê ji wan kirêtir , bi rengekî aşkere bi rêya ola tundirew sitemkariya xwe li hember wan berdewam kirin, ji ber vê pîrozbûna deqa olî ji pîrzobûna hewildana desthilatî dertê , bi serdesbûna xwe li ser rewan û çêja xelkê, ji ber vê zehmet dibe ku ew bermaya bê binkeftîkirin, ji wê têkiliya cêwîtî di navbera ol û desthilatê de, ji ber vê pêdivî heye bi dîtina berdêlekê ji wê hilkirinê, ji kêşeya veguhêztina demukrasî ya rastîn û li ser rabûna zanyarî cîgir û geşkirina takekesan bi rengekî hişmendî bi rêya veqetandina bawerî ji dewlet û saziyan ve, û xistina wê di çarçoveya henasê de, û bîrdoziya netewî a totelîter li ser şopa pêşiyan xwe meşîn, yên ku dara ol û deqa pîroz rahijtibûn ji bo bi rêya herdûkan xwîna hênikan birjînin, welatan hatibûn e hûrhûrîkirin û gelê Kurdistanî ji mafên xwe yên li ser erdê, ziman,taybetîbûna a ku bi dewletê ve tê naskirin hatibû bêparkirin, ji ber vê em birçîbûn, bêparbûn ji netewî mîna destikeke bergiriyê li hember desthilatên yên netewbûnê mîna rewşeke êrîşker hewşvedatî û hilkişandî bikaranîn, armanca wan kok û nîşanên yên gellekî ji ya din û zimanekî ji ya din cuda dike binpêbikin, û li vir divê em li ser bandora aloziyên cîhanî û siyasî li ser sirûştê civakê, raman ,bawerî û guhertinên wêna bipirsin, herwiha bandora vê girtinheviyê li ser ricîma wê ya ramanî û bîrdozî?!
Hewayên milhûrî û zorkariyê cûreyên zorbazî û serkotkirinê berhemdan ji encamê wê raperînên gelek derkertin, li dor rêyên bidestxistina maf tevdigeriyan, û şerê maf piştîneke dîrokî jêre dibû piştgir, bîrdoziyên nûjen wêna ciwan û sererast dikin, bi wateyeke din aloziyên herêmî û navdewletî riwekî nû ji erdnîgariyeke nehevcisnbûyî diyar kir, di çarçova gelên yên ji nû ve ji bindestbûn desthilata navendî ya gelemperatî derketin, ji ber vê şerê maf nerewayîya vê têgehê û rewrewka wê bi demê re aşkere kiribû, mîna destikekê ji bo rewabûnekî rewiştî û nirxî ji serdestbûna desthilatî re diyarbû, li ser bîngeha sawêrkirina cemaweran û xapandina wan bi dirûşman û hêzên desthilatî vê yekê birêvbiribû, yên ku mezin û binyad dibûn û li ser binemayên bangeşiya deronî xwe jiyankirindan bi rêya dîroka a pala xwe li ser ezmûnên cengên yên li ser berferehbûnê cîgir bûn e dabû ji bo berjewendiya vekişîn û berfirhbûna aliyê beranber û hatinhevê wê, pişt re ew hatinrêz ji artêşkirinê re diyar bû .
Ew di sirûştiya xwe de gerentiyeke ji berdewambûna cengên yên li ser qirkirinê cîgirbûn e li ser binema malgirtina erdnîgarî, çand û pêşerojê, bi vî rengî ew bawermend bûn êzing ji cengên ku riwê gewretir ji cîhanê nixûmandibûn, bi gelên bazdayî yên bê welat hatin aşkerekirin, ji ber vê yekê em du zorengên rastîn û qayim ji nîvê dîrokê dibînin, di navbera çandên xwîn û serdestbûnê de û hêzên şaristanî têkelbûyî yên karîbûn bermayê zanyaran têkel bikin li hemî hebûnê bin siha cîhangeriyeke rewşenbîrî qerpolî rastiya xwe ji têgeha pêkvejiyan, dostanî û hevberîna zanyariyan werdigre, ji ber vê çêdibe ku em bi serketina hevjiyana beşdarîbûyî ya dadmend di nav gelan de pêşbîn bibin li gor bîngehên hemwelatiya naverokî li ser hesabê vekişîna hişmendiya wêdekar, û sedem ji ber ku ew qurbanî û pîşekarên xwe hînbûnên sert û bi êş dabûn, bi serdemên cengên olî û pîroz û herdû cengên cîhanî li Ewrûpayê diyar dibe, dawiya wê ew cenga gerdûnî bi ser navê şoreşên buhara Erebî bû .
Veqetandina Kurdistanî ji ziman û çanda wî ve ew cîgirkirina parçebûna welatê wî ye bi rêya pişaftina wî bi Erebûn, Toranîbûn û Farisbûnê ve.
Ez li vir behsa nasnameyekê dikim ku dikare xwe bide diyarkirin bin siha hingemiya desthilatê, dikare hatinrêza xwe ji welatê xwe re nû bike, herwiha vegerandina jiyanê ji derverê xwe yî rastîn re, tevî ku wekhevî di maf û erkan de wê tiştekî dûr be bin siha peyketina desthilatên nû (Dijberî) ji bo parvekirina desthilata ya ku bi roxandinê ve hatiye gefdan, dijberî hewil dide bibe cîgirekî ji ricîma sertbûn û dûrkariyê, taku rewşekî dirûşma wê hingeme û parçekirin damezrîne, û nediyarbûna pirrengiya rewşenbîrî û bêvînkirina rolên bijardeyan û ciyawazbûna wan ji hevdû ve mîna ragihandina cengekî bêhûdeyî ye li ser civaka rojhilatnavînî bi giştî, cengekî li hember vînan e, rêzên piraliyê xwar dike, ji ber vê armanca çi rabûnekî gelerî an raperînekî cemawerî ew afirandina civaka xweşiyê ye, û bîngeha vê xweşiyê pala xwe dide li ser rizgarkirina vînan ji cûreyên koletiya nerm , ya ku desthilata serkotker bi rêya ragihandin, perwerde û fêrkirinê sepandibû, ji bilî pirrengiya şaxên ewlehî û bikaranîna wan ji bo girtina dev û bidûketina li pey xwediyên nerînê.
Çawa mirov vê girêkê dikare derbas bike , ya ku ricîma desthilatî wêna dibîne gerentiyekî ji bo li desthilatê bimîne û avahiyên gendelî û sitemkariyê saz bike, ji ber ew bê serokê nîşan û xwedawendiya wî rastî gefa roxandinê tê, çima cîhana sivîlbûyî bi serketibû bi roxandina kesên yên bibûn sedem ji ziyandîtina wê bi rêya milhûriya tek rêberî , ji ber ku Ewrûpa gelek talî çêj kiribû ji Musolînî 1, Firanko 2 û Hitler, û ji kesên hatibûn û destê xwe li ser azadî û xweşiyê danîbûn, û çi kesê li hember wan rawestiyan bi hesin û êgir hatibûn têkbirin, lê li Rojhilata navîn riwê xwe yî kirêt bi reng û pergalên cûr bi cûr diyar kiribû, û cemawer li hember wê tiştekî nakin ji bilî çepiklêdanê heta pileyekî dîn, liv û lebatên serok dişopînin , ew mîna dirêjiyekî tiyoqratîk e ji tewriya mirovê xweda an pêxemberê yê bi derhozan ve sertacbûy ye.
---------------
1- Bînto Endiriya Musolînî 29.07.1883- 28.04.1945 fermandarê Îtaliya ye di navbera 1922 û 1943 , serokê dewleta Îtaliya yê û serokwezîrên wê ye, û li hinek qonaxan de wezîrê derve û hundir bû, ew ji dameznerê tevgera faşî a Îtalî ye û serwerên wê ye, bi navê Dûtşî hatibû naskirin ango rêber ji sal 1930 ve heta 1943 . ew yek ji kesayetên bîngehîn bû ji avakirina faşizmê.
2 – Firatîsko Firanko Bûmhamund, 04.12 1892 – 20.11-1975 ew General û milhûrekî Ispanî bû, yek ji rêvebirê lêdanê bû sal 1936, ji bo roxandina komara Ispanî a duyem, yê bi encamê cenga navxweyî a Ispanî encam dabû, pişte fermandariya Ispaniya fermandariyeke milhûr kiribû ji 1939 heta 1975, navê kodiyo an serwer li xwe kiribû, serokê dewletê ye heta mirina wî sala 1975.. ❝ ⏤Rêber Hebûn ريبر هبون

2 – Firatîsko Firanko Bûmhamund, 04.12 1892 – 20.11-1975 ew General û milhûrekî Ispanî bû, yek ji rêvebirê lêdanê bû sal 1936, ji bo roxandina komara Ispanî a duyem, yê bi encamê cenga navxweyî a Ispanî encam dabû, pişte fermandariya Ispaniya fermandariyeke milhûr kiribû ji 1939 heta 1975, navê kodiyo an serwer li xwe kiribû, serokê dewletê ye heta mirina wî sala 1975. ❝
❞ Demborîn ji bîrê niştecî dernakeve yê ku penaberiyê hilbijartibû mîna derbirînekê ji gewrebûna xeman di cem xwe de, ji ber vê axaftin li ser kêşeya koçberîkirinê û veguhêztinê divê me bi rêve bibe li rêyên felsefî û me vegerîne ji babetê yê em li dor wê dizîvirin û ew tirs û mirin e, yên dibin tek bûyer mirov bi rêve dibe li zêdetir ponijîn ji êşên henas û encamên wê bi felekê re.. ❝ ⏤Rêber Hebûn ريبر هبون
❞ Demborîn ji bîrê niştecî dernakeve yê ku penaberiyê hilbijartibû mîna derbirînekê ji gewrebûna xeman di cem xwe de, ji ber vê axaftin li ser kêşeya koçberîkirinê û veguhêztinê divê me bi rêve bibe li rêyên felsefî û me vegerîne ji babetê yê em li dor wê dizîvirin û ew tirs û mirin e, yên dibin tek bûyer mirov bi rêve dibe li zêdetir ponijîn ji êşên henas û encamên wê bi felekê re. ❝