Di navbera cenga ji bo azadiyê û cenga ji bo desthilatiyê kêşeyeke rastîn e li ser rêza xwestinên netewan berve xweşiyî û pêkanîna hêzên jiyanperestî û giyanî disekine, herdû riwên pêrgîbûyî encamên ciyawaz pêktînin ,di navbera qayimkirina erêniyan û neyîniyan de di eynî demekê de xwe dixingilînin. :
Zanyar û kêşeya azadiyê
Rêber Hebûn
Can Cak Rûso di pêşgotina pirtûka xwe de (Hevpeymana civakî) dibêje :
( Mirov azad za lê tevî vê yekê ew di bask û bendan de ye li her cihî.)
Naxwe em Hinekî bipirsin, azadî çi ye?!
Lihevpirsîneke kevin e, kevinê diravbûn û desthilatê , destpêkirina zorengên xwînî li gel wê daçikî ta bibû kêşeya azadiyê, û li cîhana siyasetê hatibû ajotin mîna rageheke siyasî û aborî (Lîbralîzim).
Xortên derketî bi navê wê ve serxweş bûn, bi rêya bangeşiya partiyên şoreşgerî re (Çepgir) û geh jî bi rêya vexwendinê ji bo sînordarkirina koletiya sermedarî ve.
Ev bangeşî milyonên xelkê kuştibû, bi rêya cengên yên ala azadiyê hildabûn, lê azadî dîtina rêyên xweşiya hevbeş e bi rêya wê ve hişê zanyarî dikare rabûnên şadiyê biafirîne, û ji kevin ve ceng bihaneyên gelek standin ji bo parastina desthilatê an erdê, azadiya a bibû sihekê bin wê bijardeyên serkotbûyî radiwestiyan ji bo bergiriyê, li rex desthilata ya alîgirên wê bin siha wê de sekinîn ji bo destên xwe deynin li ser erdan û şahînşahiyan berfereh bikin, û ev yeka pêş ket ta bibe dema niha avakirina şahînşahiyên teknûlojî û medyeyî û artêşkirina xortan di rêxistinên terorî bi rêya berferhkirina çata aloziyên aborî yên pencikên xwe di ewlehiyên dewletan û aboriyên wê de xistibûn.
Di navbera cenga ji bo azadiyê û cenga ji bo desthilatiyê kêşeyeke rastîn e li ser rêza xwestinên netewan berve xweşiyî û pêkanîna hêzên jiyanperestî û giyanî disekine, herdû riwên pêrgîbûyî encamên ciyawaz pêktînin ,di navbera qayimkirina erêniyan û neyîniyan de di eynî demekê de xwe dixingilînin.
Cengên nûjen yên bi rengê azadiyê û rizgarkirina netewî ve hatibûn e bergekirin û zirneyên netewî û ragehî berhemdabûn, bi navekî din ve hatibûn e veguhêztin armanca wê rizgarkirina ji wan zirneyan e, bi rêya qonaxa buhara Erebî ve ya şîn û işk hilkişand û van gelan ji sengera bergiriyê ji desthilatê ve li hember mêtinger ta sengera hilkişandina desthilatê ji ber ku ew mêtinger û berekar e ji her mafî re.
Li gel wê desthilatên milhûr berhem in ji temareke ramanî re û koçberiyeke giştî ne ji çi tiştê ku diqewime, hebûna wê berdewamkirin e ji cîgirbûna bêkariya ramandinê re û hestbûna bi pêdiviya rûbirûbûna kêmaniyên yên ji jêvebûna naverokên civakî û windabûna nîşanên wê ve encamdan, bi rêya pejirandina tewriya pîlanê an batîkirina wê bi rêya bawerbûna bi rageha azadiyê ve.
Berhinde tevgerên şoreşgerî, olî, netewî û şoreşgerî hişê zanyarî ji ser alîgirên xwe rakiribûn û wana li meydanên girtinheviyê mîna koleyan rêvebiribûn, wana hîştibûn li sawêran bigerin, giyanê pîrozkirin û limêjkariya kesan derxistibûn li gel şîrovekirineke bêber ji sermedariyê re ta sehewdanekî bimîne , têgihiştina wê bi babetîbûn û zelelî bête qedexekirin tenê li gorî hişmendiya tewrîvanên wê, , û bi vaceke bergekirî bi nemûneyekî boş ve, her hişekî an ramaneke azad dibêje na tê gunokirin.
Ew pîlexwariya sosiyalîst e yê civakan di şikeftên gêjbûn û tenahiya ramanî de hîştibû, taku ji cîhanê û destkeftiyên zanyaran dûrbikevin.
Zanyar ji taybetiya zanînê mîna destikekê dibînin ku dikare badanka sawêrên bîrdozî ya req jêbike û vexwendina ji cîhangeriya afirandin û rabûnê re, dewsa pepûkiya sloganan û baweriya bi ramanên bi metirsiyên xwe ve ne kêmî biveya derdestkirina olî ne bi komek durişm û reweşt ve , ji ber vê azadî bi rengê xwe ya rastîn ve xwestekeke civakî ramanî ye bi rêya vekirina rê ji ekranên peywendiyê di navbera hemî bijardeyên civakan de, ne tenê sloganeke behrîneye fereh e armanc jê artêşkirin,pertalkirin, kedxwarî û cemkirin e li ser xwestekên rewa, û duristkirina dûrxistinê bi rêya şêwazên çendane mîna lîstina bi zagonê ve , li gel wê azadî li Rojhilata navîn bûye girawa xefkê ricîmên totelîter e ,yên tenê rewrewkan pêşkêşî gelan kirin, bi rêya strandina xwe ji durişman re yên ramandina rexnî li cem bijardeyên ciwan betal kiribûn, bi rêya danîna rêbazên nezanîkirinê û westandina xortan bi bêkariyê ve, taku kedekî afrênerî asta jiyanê pêşde bibe nekin.
Û zanyarên ne liyangirtî ji tewşiyên desthilata nezanîker ve azadiyê naskirin bi rêya kanînbûna wan ku tiştan ji hevdû ve cuda bikin û biafirînin û dîtina berdêlan û çareserkirina diryarde û kêmasiyên cuda hundirê bijardeyên civakê bi sedema fişara milgirtinê ve.
Bi rêya diyarkirina tegeha azadiyê û rakirina bask ji ser mêjiyê herwiha piştrastkirina azadiya mêr û jinê, hew pertalkirina jinê û kedxwarîkirina wê bin bangeşpêça rizgarkirina wê.
Û qey aloziyên Rojhilata navîn û cîhana Erebî û hinek têgehên wê yên bi reweşt û reftarên olî ve girêdayî ,şêweya xwe yê siyasî ji ji girêdana xwe bi fermandariya xwe yê milhûr ve distîne û derxistina aloziyên hundirîn ji derve re ( bazirganî bi pirsgirêka Felestîn û bikaranîna wê mîna destikekê ji bo hebûna li desthilatiyê û derketina bi dîmenê parizvanê paşmêr ve) an (Êrîşbirina li ser kêlek wekî dema Seddam Hissên di cenga xwe de bi Îranê re û talankirina Kiwêtê) an ( destwerdana Îranê û piştgiriya wê ji komên ragehî re li Îraq,Yemen û Libnanê û piştgiriya wê ji tevgera Hemas re li hember Israîlê) an ( berferhbûna Tirkî û ricîma Erdoxan li Sûrî,Îraq û Lîbiya yê û destwerdana Wê ji girtinheviya Ermenî û Ezrebîcanî re.)
li gel wê nezanîkirin rê vedike ji berdewamkirina milhûrî û kedxwariyê re, bikurtiya aloziyan bi destêkelkirina mêrên siyasetê ligel mêrên ol û aboriyê ve ye ji bo parvekirina hatinên giştî yên ew komên pêdiviyên gelan in û pariyên wê ne, berhinde serdestkirina mêrên qezencê ji ewlehiya civakê re ji bo parastina desthilatê û pêkanîna qezencên diravî li ser hijmara pêdiviyên piraniyan.
Ji ber ku pêwîstiya sazîkirina desteyên zanyarî sazmanî ji bo rûbirûbûna nexweşiyên desthilatî dibû pêdiviyeke tam ji bo rawestandina cengan û girtinheviyên navxweyî û bihevketinên ragehî û partîtî û rawestandina gendeliya kargerandî.
Despakiya ya ku li ser milê jina zanyar hatibû danîn ku nebe çêker û alavê mêrê desthilatdar û nebe hevparê çewtiyên wî di pîrozkirina gemarbûnê de.
Têkbirina girêdana mêyatî ji mêr re ew rêya jinavbirina giyanê desthilatî ye li cem û berdana binema beşdarbûyînê di jiyanê de ew vegereke xuristî ye ji nirxên şaristaniyê re û çêkirina biryara hevbeş di nav herdû zayendan de ew mîna vegerandina çalakirinê ji nirxên jiyanê re ji malbatê pêşî ve derbasî navendên jiyana siyasî, aborî, rewşenbîrî û leşgerî, û ew nîşaneke ji raperînê re ye li hember bermayên malgirtin, dûrxistin û duriwtiyê , ji ber ku parastina nirxên sirûştî erka mêr û jinê ye ji damezrandina civaka xuristî re yê li ser serweriya zagona sivîlî hatibû ye avakirin.
Serkeftina jina zanyar diyar dibe bi rêya bikaranîna wê ji çeka bedewbûna xuristî re yê ji kanebûnên wê ve dertê û sirûşt ev yeka dabûyêkî û çeka ramana ronakbîr bi bergiriyê li ser xwe ,mêr û zarokan ve, ji bo nebin qurbana paşguhkirin, meznayî û koçberiyê.
Û avakirina civaka zanyar ew bişanhildaneke ji azadiyê re mîna nirxeke sirûştî ne ji bo çêkirina ricîma mafiyayî û razandina gelan û sawkirina wan û zêdekirina zordarî û nezanîkirinê.
Evîn hebûn e û hebûn zanîn e felsefeyeke rêça civaka dayikî berdewam dike di taybetmendî û navdariyên xwe de û dirêjiyeke ji serdemên şaristaniyê re, dema jina zanyar li pêş komeke girs ji şagirtan ve radiwestiya ji bo tewriyên gerûdnî wan fêr bike yê ku behsa Betlîmus û zanistên wî di gerdûnê de û zivîrandina erdê dike, ew jina zanyar bi ser navê Hîpatiya 1, ya bibû yek ji qurbaniya işkbûna dêrî ve di wê demê de, û di serdema wê pirtûkxaneya Iskenderiya hatibû şewitandin, a di wî çaxî de hezarên pirtûkên ronakbîrî hembêz kiribû.
Û zanyar îro di serdemeke mîna reşiya berê disekinin, li gel wê civakên rojhilatnavînî ketibûn e di nav sindana serkotkirina ricîmên milhûr û çakûça tundrewiya Islamî û nezanîkirina ragehî de û em nîşanên geşepêdana zanyarî dibînin di hebûna jin û mêr de bi hevdû re li Rojava û başûrê Kurdistanê, ji ber karîbûn hinek ji nîşanên rabûna zanyarî bidin xuyanîkirin bi avakrina raperîna hizrî, berhinde zanyar bawer dibin ku pêşesazîkirina çarenivîsê ew ji pêşesazîkirina azadiyê ve ye bi rengê wê ya giştî ve û ew kilîta hevgihîştina gelan e li ser bîngeheke zanyarî hebûnê diparêze.
-----------------
1- Hîpatiya ya Skenderî 350-370 berî zayînê ew feylesofeke bi felsefeya Efletonî ya nûjenbûyî ve taybetmend bû, ew yekemîn jin e di dîrokê de navê wê wek zanistdareke bîrkariyê hatibû naskirin wekû ku di fêrkariya felsefe û feleknasînê de çeys bû. ❝ ⏤Rêber Hebûn ريبر هبون
Zanyar û kêşeya azadiyê
Rêber Hebûn
Di navbera cenga ji bo azadiyê û cenga ji bo desthilatiyê kêşeyeke rastîn e li ser rêza xwestinên netewan berve xweşiyî û pêkanîna hêzên jiyanperestî û giyanî disekine, herdû riwên pêrgîbûyî encamên ciyawaz pêktînin ,di navbera qayimkirina erêniyan û neyîniyan de di eynî demekê de xwe dixingilînin.
Zanyar û kêşeya azadiyê
Rêber Hebûn
Can Cak Rûso di pêşgotina pirtûka xwe de (Hevpeymana civakî) dibêje :
( Mirov azad za lê tevî vê yekê ew di bask û bendan de ye li her cihî.)
Naxwe em Hinekî bipirsin, azadî çi ye?!
Lihevpirsîneke kevin e, kevinê diravbûn û desthilatê , destpêkirina zorengên xwînî li gel wê daçikî ta bibû kêşeya azadiyê, û li cîhana siyasetê hatibû ajotin mîna rageheke siyasî û aborî (Lîbralîzim).
Xortên derketî bi navê wê ve serxweş bûn, bi rêya bangeşiya partiyên şoreşgerî re (Çepgir) û geh jî bi rêya vexwendinê ji bo sînordarkirina koletiya sermedarî ve.
Ev bangeşî milyonên xelkê kuştibû, bi rêya cengên yên ala azadiyê hildabûn, lê azadî dîtina rêyên xweşiya hevbeş e bi rêya wê ve hişê zanyarî dikare rabûnên şadiyê biafirîne, û ji kevin ve ceng bihaneyên gelek standin ji bo parastina desthilatê an erdê, azadiya a bibû sihekê bin wê bijardeyên serkotbûyî radiwestiyan ji bo bergiriyê, li rex desthilata ya alîgirên wê bin siha wê de sekinîn ji bo destên xwe deynin li ser erdan û şahînşahiyan berfereh bikin, û ev yeka pêş ket ta bibe dema niha avakirina şahînşahiyên teknûlojî û medyeyî û artêşkirina xortan di rêxistinên terorî bi rêya berferhkirina çata aloziyên aborî yên pencikên xwe di ewlehiyên dewletan û aboriyên wê de xistibûn.
Di navbera cenga ji bo azadiyê û cenga ji bo desthilatiyê kêşeyeke rastîn e li ser rêza xwestinên netewan berve xweşiyî û pêkanîna hêzên jiyanperestî û giyanî disekine, herdû riwên pêrgîbûyî encamên ciyawaz pêktînin ,di navbera qayimkirina erêniyan û neyîniyan de di ....... [المزيد]
❞ kombûna zanyaran ji bo parastina hebûnê - Rêber Hebûn
Zanyar li ser kiryarê destketiyê belge kir, bi berdewamiya qenciya desketiya afrêner ve di pêşdebirina jiyanê de, bi rêya jêbirina bendan ve di navbera zanyaran de pêşî ji warê cîgehî ve ta tîrêja xwe dirêj bike û bandora xwe berve cîhanîbûnê sepa bike , ji ber ziman têgerîn afirindibû di navbera têkilekê de di siha erdnîgariyê de, û ew destika derbirîn û danûstandinê ye ji bo pêkanîna berjewendiyên kesên yên bi wê zimanê ve diaxivin û fêrbûna wan erkeke bedewî jînî ye, lê helandin di zimanê hêztir an serdest de rengekî ji rengên rikberiya cûrebûnê ve ye û radestbûn ji desthilatiya yê hêztir ve, ew destikeke danûstandin û gotûbêjê ye ji bo gîhiştina sivîlbûna sirûştî bi rêya rizgarbûnê ve ji alavên roparta pasfinde ve yê li ser şaşkirinê û derbasbûna li nezanîbûnê miqate dibe, û ev dibû sîwareke ji cengan re û berdana valabûn û baweriya bi leylana nediyar ve, ji ber ku cûdabûna şîrovekirinê ew tiştê ku bi pêvajoya weşandina felsefeyê ve dimeşe û li vir divê tiştê diyar bêne pêşxistin ne tiştê nepenî di têgehê an ramanê de taku nebe dîlê reşepêşkirinê an daxistina ji nirxê ramana ragihandî ve, wekî ku gelek behwerî rastî binpêkirin û reşepêşkirinê hatibûn, ji ber vê yekê divê ji wan têgehên yên li ser hevkuştin, girtinhevî û binpêkirinê dehf didin bête rizgarkirin, ew binpêkirin li hember heyînê ye bi giştî ve, çi nijadekî serkeftî li ser ya din nîne bi qasî ku rastiyek heye bi hêza hişmendiya zanyarî ve girêdayî ye bi derbasbûna wî ve di hundirê afirandinê de û duristkirina ked û yekbûna zîrekbûna tewrî bi a kirdeyî ve bi rêya kombûna pêkanînan ve bin siha hebûnê û çalakirina vê yekê ji bo bilindkirina nirxên sirûştî ji jiyanê re berve dîtineke diyar û bilind jêre, berve binemayeke komkirî hebûn û jîndar ji wêranî , ceng û bobelatên xuristî ve biparêze. :
Zanyar pêşî ji bawerî û dilsoziya bi bîraweriyên xwe ve li heyînê destpêkir, ji ber çi nakokî di navbera têgehên xweser û babetî de nîne, ew herdû têklî ne ji bo lêgerîna rastiya zanyarî a bê sînor re û nûnertiya yekbûna hebûnê.
------------------
1- Tomas Ilfa Edîsun:( 11 Sibatê 1847- 18 çiraya pêşîn 1931) ew nûder û mêrkarekî Emrîkî ye, di dema rêvebirina wî de ji beşgeha xwe re bi ser navê Edîsun General Ilketîk ve berî ew beşgeh bi Tomîsun Hiyostin Elketrîk re têkel bibe, gelek amûran nûder kiribû, ev yeka bandora xwe li ser mirovahiyê teva hebû mîna : pêşdebirina amûra tomarkirinê û alava wênegirtina sînemaiî li gel rehnika Elketrîkî a dirêjdem dimîne,ew gelek amûr pêşde biribû mîna biyisera hinira elkîtrîkî û peywendiya cemawerî û tomarkirina deng û wêneya livok, binema berhemkirina giştî ,zanistên rêxistinbûyî û xebata komelgî bi awayekî berferh ve pêkanîbû ji bo pêvajoya nûderiyê, kardîtgeha Mînlo Park ji bo lêkolînên pêşesazî di sala 1876 de saz kiribû .
2- Bavê Xelîl Elqebbanî: 1833- 15 Çeleyê 1903 ji navdariyên Sûrî ye pêşdara şanoya Erebî ye û rêzana şanoya romentîk e a Erebî ye, ew Ehmed kurê Xelîl e kurê Mihemde Axa kurê Hisên Axa Aqbîq li şamî jidayik bû Sûrî û li wir koça xwe kir.
Yekbûna hebûnê a ku em wê têdighin di rewşa tekûz de di warê siyasî,aborî,rewşenbîrî û stratîcîk de em wê meyze dikin û bi qasî bandorê diyardeyan ve li ser gerestêrkê û tiştê lê xuya dibe ji pêşveçûnên di cihekî de destpêdikin ta cihekî din , pirbûna diyardeyan nîşana yekbûna heyînê ye, dema cihekî dikeve bandorê ew bandor derbasî cîranê wê dibe û berferh dibe li gor kûrbûna aloziyê ta hêdî hêdî bête veguhêztin ji ber vê zanyar berdikevin rastiya hebûnê bi rêya bîraweriya xwe jêre mîna yekbûneke tekûz û giştî, ew baweriya xwe bi giyanê ve tînin mîna hêmanekê ji tevgera daringî ya zabûyî ve, ew tevgera daringî di navbera mirov û derdora heyînî de têkelbûyî û têgerînbûyî ye bi giştî ve, pêşdebirina civaka mirovî ji wan nakokiyan ve derdikeve û zanyar di vir de ne partî an şepêl in an xwedî baweriyekî ayîndî ne, ewên bi serbixweyîya zanînê ve ji hemî dîtinên dijminan e yên teng ve bawer dibin, ew dîtinên dijminan e pîroziya hebûnê binpêkiribûn.
Ewên bawermend ji tekoşîndariya tundirewî û malgirtin û sertiya desthilatê ve bi rêya weşandina çanda nakokiyan ve yê li ser bîngeha evînê saz dibe.
Û hebûn di seyrana zorenga dirêj de ji bo bidestxistina mafên mirovan ji mafê çarenivîsê ve û gera ji bo azadiya a bi azadiya vîn û rizgariyê ve diyar dibe ji dîlgirtîbûna dûrkaran ve ew zorenga hemî zanyaran e ji bo xwestina çarenivîsa gelan û gerentiya hevgirtina wan bi rêya azadî û serxwebûna pirojeya wan ve.
Û divê têgehên ên ji derveyî perwazên kevinşopî ve nûderketî ji civakan re bêne terxankirin ew perwazên kevin yên rol û vaca hişmendiya rexnegir veşartibûn û hîştin takekes girêdayî be, ew têgeh divê ji vîna civakî ve derkeve bin siha civakeke takekesên wê bi cûdabûnê ve bawer dibin û bi pêdivîbûna jinavbirina rêbendan di navbera dewlet û herêman de bi rêya hevcisnî ve û dûrbûna ji derbiderkirin û şofînîbûnê ve, li gel wê civakên zanyarî bi rêya cûdabûnê ve şad dibin bi pêşkêşkirina pirojeyên aborî geşepêdanî ve û pevguhertina rewşenbîrî ve a gel pê radibe ji bo hebûna xwe ava bike ne ji bo avakirina berjewendiyên aborî,ezez û malgirtinî ,saz û bicih dibin li ser hijmara tunekirina gelan û li vir rola zanyaran diyar dibe ta bibin navikeke rastîn ji civakeke zanyar re bi jiyana nûjen ve bawer in.
Hişyarbûna dewletan û şermezarkirina wan ji bikaranîna çekên qedexebûyî ve bi rêya êrîşbirinê ve li ser kesên wê erkekî zanyarî ye li ser milê dewletên mezin ji bo rêgirtina li pêş têkbirina heyînê bi giştî ve, ji ber ku parçeyekî li ser bigiştî ve bandor dike û bervajî, û şaristanî li ser destê mirovê zanyar a şiyane derketî ye, lê ligel destketiyê hertimî destên nehêne hene wê destkeftiyê ji xwe re dibin û ji bo tunekirina gel an şaristaniyekê, û ramanên baş yên di xuristiya civakana heyî de ew dikin û serdikevin, û bi xuristiya kirdeya zanyarî ve zanyaran desthilatdariyeke nûnertiya civakê dike dixwazin bi nirx qezencên wê re lihevhatî be, û mirovê binketî rahênan bike û di hundirê wî de nirxa serketin û pêşveçûnê biçîne û piştgiriya wî bike, desthilatekê nûbûna ramanan diyar dike, û bi xwestekên bilind ve lihevhatî dibe ji bo gelên xwe bilind dibe bi berdewamiya pêşdebirina daringî û giyanî ve yên bi rabûna zanînê ve girêdayî ne yên zanyaran wêna li heyînê belav kiribûn.
Ol û tewriyan ji xuberdanên zanyaran in ji bo başkirin û şopandina kiryarê mirovî û çêkirina kanîbûna hevjiyanê bê duristkirina tundiyê yên dûrî wijdan û hevsengiya hundirîn e wêna jiyan dikin û çi ricîmekî buyaxekî olî an netewî radike di naveroka xwe de derbideriyê hildigre, û li dijî cûrebûna civakî , olî û netewî derdikeve, tiştekî ne baş e giştîbûna sîstemeke bi serê xwe bi navdariyeke totelîter ve tê naskirin û li ser civakeke cûrbicûr û dewlemend tête sepandin, ji ber ew pirsgirêkan di nav civakê de durist dike û em dikarin bibêjin ku kiryarên desthilatî yên tund kiryarên takekesî ne ji derveyî çavdêriya civakê ve ne û timî kêmaniyê dike di peywira xwe yê rewiştî de û terora navdewletî belav dike yê encamên bive li ser hevgirtina civakê dike û tevina wî qirçûkî dike.
Ji ber vê yekê zanyaran dikarin sîstemên çendane demukratîk ji fermandariyê û vebûna aborî re damezrînin, bi vekirina rê li pêş anîberên geşepêdanî ji bo pêkanîna xweşî û başiyê ji hemî civakan re û sînordarkirina xizanî û bêkariyê ve û beşdarkirina pêkanîn û hiniran di piştgiriya aboriyan de.
Zanyar buhayekî mezintirîn dabûn ji bo rizgarkirina civakên xwe ji hemî cûreyên sitemkariyê ve, eger li desthilat an ragihandin an werzeş, aborî, çand, an kar û barên leşgerî û saloxgêrî be, li gel wê bandora wan diyar dibe di hemî sazî û desthilatiyên navnetewî de bi derbasbûna dîrokê ve, buhaya helwestên xwe yên ramanî û felsefî dabûn bi rêya qirkirin an penaberîkirin, an reşkirina bi neyartiyê ve, em feylesofê zanyar Manî 1 tînin ziman yê cûreyên azarî û serberjêrkirinê kişandibû li ser destê şahînşaha Sasanî Şahbora duyem 2, herwiha Mensûrê Elhellac 3 (Şehîdê ayîndariyê) nîşanekî zanyarî ye ji evîn re ji ber ku bi rengekê pîs ve hatibû işkencekirin û kuştin ji aliyê desthilatiyên Islamî ve û em tînin bîr jî zanyarê Îtalî Giyar Dano Birono 4 yê bi bêolîbûnê ve hatibû tewanbarkirin di sala 1600 de, piştî ku ramana wî dibû destpêkeke guhertinê di serdema wî de û efsanê Çînî Biroslî 5 yê bi hemî zarzariya xwe yê zanyarî ve nehêneyên lîstoka Kongfo 6 ji xeleka şaristaniya Çînî ve ta cîhanê veguhêztibû, û rastî şer hatibû ji aliyê tundirewên Çînî ve û dikarîbû bi vê rengî helwesteke zanyarî tomar bike
----------
1- Manî : dameznerê ayînda Manîşî ye di çerxa sêyem de li rojhilata navîn.
2- Şabora duyem: 309-379 yek ji padîşehên Farisan e, ew Şahbor kurê Hirmiz kurê Nersî ye.
3-Mensûrê Elhellac : 858-922 , helbestvanekî Îraqî Ebbasî ye ji rêzanên ayîndariyê ye li cîhana Erebî û Islamî .
4- Giyar Dano Birono: 1548-1600 , feylesofekî Îtalî ye navdar e.
5- Biroslî:27 Mijdarê 1940- 20 Tîrmehê 1973 bi ejdehayê biçûk ve navdarbû lîstikvan û mamosteyê hunerên şerkerî ye.
6- Kongfo : werzeşekî şerkerî ye li Çînê hatibû sazkirin.
û mînak bi dawî nabin li ser gewrebûn û zarzariya zanyaran ji bo yekbûn û serxwebûna gelên xwe û bandora wan li ser heyînê ji xwecihiyê ta cîhaniyê ve.
Zanyar li hemî deverên hebûnê çepera xwe yên qayîm çêkiribûn ji bo têkoşîndariya hêzên nezaniyê ango dadgeha soraxvanîkirinê yên hijmarên girs ji wan kuştibûn, ewên rêbaza saxlem nîgar kiribûn bi rêya raman û helwestên xwe ve, ji ber ku hebûn bi zanyarên xwe ve pêşve diçe û gulgulî dibe, û bi ezezên xwe ve tune dibe û tête jinavbirin .
Girîng e bête naskirin kedên avakeran yên rolekî wan hebû ji bo hembêzkirina mirovan bi çi tiştê baş û buha ve bi rêya girêdana rewişt ve di afirandin û sîstemê de û girêdana bi naverokên jiyanê ve.
Zanyar bi felsefeya zanyarî a ku ji yekbûna heyînê ve dibişkive bawer dibin , ew xwe dibînin nîşanên saxlem ji mirovê nû re yê timî rastiya nirxan piştrast kir û kanîbûna wî ku welêt pêşve bixîne bi rêya anîberkirina alavên xwe ve û çalakirina pêkanînên xwe, ew ne tenê tewriyeke nimûneyî ye, lê ew dibe bîngehên kirdeyî, reftarî zanyaran dikarin pişta xwe bidnê ji bo dûrketina ji cengan ve û herwiha nimûneyên desthilata genî yê vîna zanyarî têkbiribû û miovahiyê ji talanên ceng û birçîbûnan û çêkirina çekên pîs ve dehfdabûn, ji bo çêkirina rêveberiyên zanyarî rastîn naveroka civakê û nirxên wê derbirîn dike, ji xwendina bîngehên avakirina şaristaniyan ve rêyekê dibîne ji bo sazkirina sîstemên rastîn û sirûştî ji bo civakeke xuristî qayîm ve stona xwe beşdarîbûn û yekîtî ye di navbera hemî civakan de sînora cîgehî, herêmî û navdewletî derbas dike û giştîkirina ricîmên bêhtir fereh û dewlemend û giştî di warê aborî, siyasî û rewşenbîrî de. ❝ ⏤Rêber Hebûn ريبر هبون
kombûna zanyaran ji bo parastina hebûnê - Rêber Hebûn
Zanyar li ser kiryarê destketiyê belge kir, bi berdewamiya qenciya desketiya afrêner ve di pêşdebirina jiyanê de, bi rêya jêbirina bendan ve di navbera zanyaran de pêşî ji warê cîgehî ve ta tîrêja xwe dirêj bike û bandora xwe berve cîhanîbûnê sepa bike , ji ber ziman têgerîn afirindibû di navbera têkilekê de di siha erdnîgariyê de, û ew destika derbirîn û danûstandinê ye ji bo pêkanîna berjewendiyên kesên yên bi wê zimanê ve diaxivin û fêrbûna wan erkeke bedewî jînî ye, lê helandin di zimanê hêztir an serdest de rengekî ji rengên rikberiya cûrebûnê ve ye û radestbûn ji desthilatiya yê hêztir ve, ew destikeke danûstandin û gotûbêjê ye ji bo gîhiştina sivîlbûna sirûştî bi rêya rizgarbûnê ve ji alavên roparta pasfinde ve yê li ser şaşkirinê û derbasbûna li nezanîbûnê miqate dibe, û ev dibû sîwareke ji cengan re û berdana valabûn û baweriya bi leylana nediyar ve, ji ber ku cûdabûna şîrovekirinê ew tiştê ku bi pêvajoya weşandina felsefeyê ve dimeşe û li vir divê tiştê diyar bêne pêşxistin ne tiştê nepenî di têgehê an ramanê de taku nebe dîlê reşepêşkirinê an daxistina ji nirxê ramana ragihandî ve, wekî ku gelek behwerî rastî binpêkirin û reşepêşkirinê hatibûn, ji ber vê yekê divê ji wan têgehên yên li ser hevkuştin, girtinhevî û binpêkirinê dehf didin bête rizgarkirin, ew binpêkirin li hember heyînê ye bi giştî ve, çi nijadekî serkeftî li ser ya din nîne bi qasî ku rastiyek heye bi hêza hişmendiya zanyarî ve girêdayî ye bi derbasbûna wî ve di hundirê afirandinê de û duristkirina ked û yekbûna zîrekbûna tewrî bi a kirdeyî ve bi rêya kombûna pêkanînan ve bin siha hebûnê û çalakirina vê yekê ji bo bilindkirina nirxên sirûştî ji jiyanê re berve dîtineke diyar û bilind jêre, berve binemayeke komkirî hebûn û jîndar ji wêranî , ceng û bobelatên xuristî ve biparêze.
Zanyar pêşî ji bawerî û dilsoziya bi bîraweriyên xwe ve li heyînê destpêkir, ji ber çi nakokî di navbera têgehên xweser û babetî de nîne, ew herdû têklî ne ji bo lêgerîna rastiya zanyarî a bê sînor re û nûnertiya yekbûna hebûnê.
------------------
1- Tomas Ilfa Edîsun:( 11 Sibatê 1847- 18 çiraya pêşîn 1931) ew nûder û mêrkarekî Emrîkî ye, di dema rêvebirina wî de ji beşgeha xwe re bi ser navê Edîsun General Ilketîk ve berî ew beşgeh bi Tomîsun Hiyostin Elketrîk re têkel bibe, gelek amûran nûder kiribû, ev yeka bandora xwe li ser mirovahiyê teva hebû mîna : pêşdebirina amûra tomarkirinê û alava wênegirtina sînemaiî li gel rehnika Elketrîkî a dirêjdem dimîne,ew gelek amûr pêşde biribû mîna biyisera hinira elkîtrîkî û peywendiya cemawerî û tomarkirina deng û wêneya livok, binema berhemkirina giştî ,zanistên rêxistinbûyî û xebata komelgî bi awayekî berferh ve pêkanîbû ji bo pêvajoya nûderiyê, kardîtgeha Mînlo Park ji bo lêkolînên pêşesazî di sala 1876 de saz kiribû .
2- Bavê Xelîl Elqebbanî: 1833- 15 Çeleyê 1903 ji navdariyên Sûrî ye pêşdara şanoya Erebî ye û rêzana şanoya romentîk e a Erebî ye, ew Ehmed kurê Xelîl e kurê Mihemde Axa kurê Hisên Axa Aqbîq li şamî jidayik bû Sûrî û li wir koça xwe kir.
Yekbûna hebûnê a ku em wê têdighin di rewşa tekûz de di warê siyasî,aborî,rewşenbîrî û stratîcîk de em wê meyze dikin û bi qasî bandorê diyardeyan ve li ser gerestêrkê û tiştê lê xuya dibe ji pêşveçûnên di cihekî de destpêdikin ta cihekî din , pirbûna diyardeyan nîşana yekbûna heyînê ye, dema cihekî dikeve bandorê ew ....... [المزيد]